Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîneke Zanîngeha Coloradoyê ya Amerîkayê, mirov dikarin bi rêya çend gavên hêsan xwe hîn bikin ku bi awayekî xwezayî û bêyî bikaranîna alarman ji xewê rabin.
Laşên mirovan xwediyê saeteke biyolojîk a taybet in ku wekî "rîtma sîrkadyen" tê naskirin. Ev pergala navxwe dema xew û hişyarbûnê rêk dixe.
Ev pergal yek ji faktorên sereke ye ji bo ku mirov karibe bêyî alarmê ji xewê rabe.
Ji bo kesên mezin bi giştî di navbera 7 û 9 saetan de xew pêwîst e.
Kêmkirina bikaranîna ekranên elektronîk ên wekî telefon û komputeran a berî xewê kalîteya xewê baştir dike.
Ev yek alîkariya laş dike ku ji bo hişyarbûna xwezayî amade bibe.
Lêkolînerê li Zanîngeha Coloradoyê Dr. Kenneth Wright li ser vê mijarê agahî dan.
Kenneth Wright diyar kir ku eger mirov hefteyekê xwe ji ekranan dûr bixe û ji bo hişyarbûnê ronahiya xwezayî bi kar bîne pergala wî ya navxwe tê birêkxistin û got:
"Bi vî awayî êdî ji bo hişyarbûna di saeteke diyar de pêdiviya we bi alarman namîne."



