Hewlêr (Rûdaw) - Avakirina jiyana hevbeş destpêka jiyaneke nû ye, ev yek ne tenê ji aliyê civakî ve, ji aliyê laş û derûnî ve jî bandorên kurtdem û dirêjdem li ser mirovan çêdike.
Li gorî Enstîtuya Tenduristiyê ya Neteweyî ya Amerîkayê (NIH) ji ber ku di navbera hevjînan de piştgirî heye, stres û fikar kêm dibin.
Ev yek dibe alîkar ku tansiyona xwînê baştir were kontrolkirin.
Hevjînên tendurist zêdetir bala xwe didin parêz û xwarina xwe, ev jî rê li ber girtina rehan û krîzên dil digire.
Saziya Dil a Amerîkayê ragihand ku kesên bi hevjînekî/e tendurist re dizewicin, kîlo û xwarina xwe baştir kontrol dikin.
Bi vî awayî metirsiya nexweşiyên kronîk û krîzên mêjî kêm dibe.
Lêkolîneke Kovara Derûnnasiyê ya Afrîkaya Başûr nîşan dide ku piştî zewacê piştgiriya derûnî ya kesan zêde dibe.
Ev yek dihêle ku mirov kêmtir bi nexweşiyên derûnî bikeve.
Hîsa tenêtiyê namîne
Navenda Xizmetguzariya Tenduristiyê ya Neteweyî ya Brîtanyayê (NHS) eşkere kir ku hîsa tenêtiyê di nav kesên nezewicî de li gorî yên zewicî 2-3 qat zêdetir e.
Sedema vê yekê piştgiriya derûnî ya di navbera hevjîn û malbatan de ye.
Li gorî NHSyê, hevjîn ji ber xema hev û xema malbat û zarokên xwe, kêmtir rîskan hildidin ser milên xwe.
Ev yek rê li ber gelek bûyerên nexwestî û nexweşiyan digire.
Kesên zewicî li gorî yên nezewicî di warê derûnî de aramtir in.
Di dema krîzên civakî û kesî de ew dikarin zûtir piştgiriya derûnî wergirin.
Zêdebûna kîloyan
Lêkolîneke Zanîngeha North Carolinayê eşkere kir ku eger hevjînek xwarinên birûn û netendurist bixwe, kîloyên hevjînê/a din jî zû zêde dibin.
Bi taybetî jinên ku xwarinên netendurist dixwin, bandorê li hevjînên xwe dikin.
Zanîngeha Harvardê berevajî xala jorîn diyar dike ku eger hevjîn bala xwe bidin parêza tendurist, her du jî tendurist dibin û rê li ber qelewbûnê tê girtin.
Pispor amaje bi wê yekê dikin ku ev sûd dibe ku di salên ewil de dernekevin holê lê piştî 10-20 salan bandora xwe nîşan didin.


