Stenbol (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê, Konferansa 8emîn a Bijîşkên Zarokan a Navneteweyî hat lidarxistin.
Konferans di navbera 24 û 25ê Tîrmeha 2026an de, li Otêla Wyndham Grand Leventê ya Stenbolê hat sazkirin.
Ev konferansa zanistî ku du rojan bidomand, ji aliyê Akademiya Perwerdeya Pediatrîk a Navparzemînî ya Navneteweyî (PEACE) ve ku navenda wê li Amerîkayê ye û bi piştgiriya 46 komeleyên pediatriyê yên navneteweyî hat organîzekirin.
Serokatiya konferansê jî bijîşkê Kurd û akademîsyenê Zanîngeha Dihokê Prof. Dr. Xelef Gergerî kir.
Prof. Dr. Xelef Gergerî li ser giringî û armanca konferansê wiha axivî:
"Ev konferans ji aliyê Akademiya PEACEyê ve ku navenda wê li Amerîkayê ye tê sazkirin.
Beriya 8 salan min pêşniyara konferansa pediatriyê ji hinek hevpîşeyên xwe re pêşkêş kiribû.
Wê demê pêşniyara min hat qebûlkirin. Ji bo rêzgirtinê jî ez wekî serokê akademiyê hilbijartim.
Armanca me ew e ku ji bo welatên paşvemayî, pisporên pediatriyê werin ba hev û li rêyên çareseriyê bigerin."
Nûjeniyên di warê pediatriyê de tên gotûbêjkirin
Armanca sereke ya konferansê ew e ku pisporên tenduristiya zarokan ên ji welatên cuda werin ba hev.
Ew dê li ser nûjeniyên di warê pediatriyê de, encamên lêkolînên herî dawî û rêbazên nû yên dermankirinê gotûbêj bikin.
Seroka berê ya Akademiya Pediatriyê ya Amerîkayê Prof. Dr. Colleen Kraftê jî li ser armanca vê konferansê wiha got:
"Konferansa PEACEyê armanc dike ku ji seranserê cîhanê pisporên tenduristiya zarokan bîne cem hev û şertên fêrbûnê biafirîne.
Em li ser dermankirina ku li ser bingeha delîlên zanistî ye, ibpêşketinên nû yên zanistî û awayên herî baş ên dermankirina zarokan di şert û mercên îroyîn de gotûbêj dikin."
Bandora neyînî ya ekran û telefonan li ser zarokan
Di konferansê de mijarên sereke yên ku balê dikişînin; bandora neyînî ya ekran û telefonan li ser bipêşketina zarokan, pirsgirêkên xwarinê, qelewbûn (obezîte) û nexweşiyên endokrîn in.
Pispora Pediatriyê ya ji Misrê Prof. Rasha Tarif Hamzayê kêfxweşiya xwe ya ji bo beşdarbûna di konferansê de anî zimên û got:
"Bi rastî ez gelekî kêfxweş im ku tevlî Konferansa PEACEyê dibim.
Ev konferans, hejmareke mezin a pediatristên ji welat û parzemînên cuda yên cîhanê li hev dicivîne.
Ev derfeteke girîng e ku pispor karibin ezmûn, zanîn û nirxandinên xwe bi hev re parve bikin.
Hejmara beşdaran pir zêde ye û amadehiya konferansê jî bi rastî pir serkeftî ye."
Ji 35 welatên wekî Îraq, Herêma Kurdistanê, Tirkiye, Amerîka, Qeter, welatên Ewropayê û Afrîkayê derdora 300 akademîsyen, pisporên tenduristiyê û bijîşkên zarokan beşdarî vê konferansa zanistî de bûn.
Dema zarok wextê xwe yê zêde li ber ekranan derbas dikin û bi teknolojiyê ve tên girêdan, ev yek rê li ber gelek nexweşiyên fîzîkî û pirsgirêkên derûnî vedike.
Ev konferansa zanistî jî bi lêkolînên herî nû yên bijîşkiyê, hewl dide ji bo van pirsgirêkan rêyên çareseriyê peyda bike.

