Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolînekê li Amerîkayê nîşan da ku kesên taştêyê dixwin, madeyên xwirekî yên girîng ên wekî hesin, zînk û kolînê zêdetir werdigirin.
Lêkolerên li Zanîngeha Texasê ya Amerîkayê diyar dikin ku xwarina taştêyê, xwarina xwarinên tijî rûn û şekir di nava rojê de kêm dike.
Li gorî lêkolînê, ev rewş li gorî kesên ku taştêyê naxwin gelekî cudatir e.
Lêkolîn li ser nêzîkî 200 ciwanên di navbera 14 û 21 saliyê de hat kirin.
Ev ciwan berê di hefteyekê de herî kêm 6 caran bê taştê diman.
Beşdarên lêkolînê bi awayekî rasthatinî bûn 3 kom.
Komekê taştêyeke asayî ya bi proteîn xwar, komeke din taştêyeke tijî proteîn xwar û koma sêyem jî qet taştêyê nexwar.
Lêkoleran dît ku her 3 kom di nava rojê de hema bêje heman kaloriyê werdigirin lê belê kesên ku taştê xwaribû, bi giştî zêdetir hesin, zînk û kolîn wergirtine.
Her wiha beşdarên koma tijî proteîn, li gorî koma proteîna asayî zêdetir proteîn, hesin û kolîn wergirtine.
Serperiştyara lêkolînê ya li Zanîngeha Texasê Dr. Emma Roseyê eşkere kir ku ew her du komên ku taştê xwaribû, li gorî kesên taştê nexwarî kêmtir şîrînî û berhemên şîr xwarin.



