Hewlêr (Rûdaw) - Zanyarê Kurd ê ku li Swêdê dijî Dr. Azad Necar, di projeya xwe ya dilê çêkirî de gihîşt qonaxa dawî.
Ev dilê çêkirî berhema xebata wî ya 20 salan e.
Testên li ser ajelan ên "dilê bêdeng" bi serkeftî qediyan.
Ev dil niha ji bo rizgarkirina canê mirovan gihîşt qonaxa dawî.
Ji bo bi hezaran nexweşên ku dilê wan baş naxebite, ronahiya hêviyê ji Zaxoyê derket.
Dr. Azad Necar li Swêdê xebatên xwe yên tibî didomîne û bi dehan îcadên wî yên bibelge hene.
Wî mizgîniya projeya xwe ya dilê çêkirî bi rêya Rûdawê belav kir.
Testên li ser ajelan bi ser ketin
Dr. Necar destnîşan kir ku hemû qonaxên teknîkî yên dilê çêkirî qediyane û got:
"Di testên me yên li ser ajelan de me encamên gelekî baş wergirtin. Cîhaz bi laş re bi temamî li hev kir û bêpirsgirêk xebitî.
Niha tenê ji bo ku em li ser mirovan test bikin pêwîstiya me bi erêkirinên fermî heye."
Bijîşkê dahêner diyar kir ku ew armanc dikin sala 2027an dilê ewil deynin laşê mirovekî.
Dilê çêkirî yê ku Dr. Necar îcat kiriye, li gorî modelên heyî gelekî biçûk e û her wiha dema dixebite qet deng jê nayê.
Ev cîhaz bi temamî wekî lêdana dilê xwezayî tevdigere.
Tê pêşbînîkirin ku mesrefê wê amûrê 120 hezar dolar be.
Dr. Necar li ser pêvajoya hilberînê jî axivî û got:
"Niha çêkirina dilekî 6 mehan dikişîne lê dema em derbasî hilberîna bikomî bibin, em dê vê demê daxin mehekê."
Li benda erêkirina FDAyê ne
Ev îcada wekî şoreşkê ye amade ye bikeve lîteratura tibî.
Ji bo vê îcadê qonaxa herî krîtîk a li ser asta cîhanê erêkirina Daîreya Xwirek û Dermanan a Amerîkayê (FDA) ye.
Ji bo ku ev dil li seranserê cîhanê were bikaranîn û neqilkirin, ev pêvajoya bawernameyê ji nêz ve tê şopandin.
Çîrokeke serkeftinê ya 20 salan
Bijîşkê Kurd Azad Necarê 53 salî ne tenê di warê dilê çêkirî de naskirî ye.
Ew her wiha di warê cerahiya robotîk û organên çêkirî de jî li cîhanê kesekî navdar e.
Necar 20 salên xwe dane vê projeyê û ew bi vê projeyê re ji bo nexweşên ku li benda neqla organan in deriyê serdemeke nû vedike.

