Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Jûra Dermanxaneyan a Amedê Turgay Yaşar ragihand ku ji ber girtina Tengava Hurmizê bihayê madeyên xav ên dermanan giran bûye.
Wî diyar kir ku vê yekê peydakirina dermanan jî zehmettir kiriye.
Bandora şerê Îran û Amerîkayê
Turgay Yaşar li ser şerê Îran û Amerîkayê û girtina Tengava Hurmizê ji Amîda Haberê re axivî.
Wî qala bandora vê yekê ya li ser sektora dermanan kir.
Yaşar da zanîn ku girtina Tengava Hurmizê bandoreke xirab li sektora dermanan kiriye û got:
“Em dixebitin da ku gelê me yê li Amedê bi hêsanî û di demeke kurt de dermanan peyda bike lê bi awayekî demsalî di peydakirina hinek dermanan de pirsgirêk hene.
Derman tenê li Tirkiyeyê nayê hilberîn. Sektora me girêdayî derveyî welêt e.
Niha ji ber girtina Tengava Hurmizê em di peydakirina madeyên xav ên dermanan de rastî pirsgirêkên cidî tên."
"Biha û xercî zêde bûne"
Yaşar bal kişand ser rêyên deryayî û derbasbûna madeyên xav û wiha got:
"Bi taybetî madeyên xav ên dermanan ên ku ji Hindistan û Pakistanê tên, bi rêya deryayî digihîjin Tirkiyeyê.
Ji ber girtina Tengava Hurmizê biha zêde bûne. Her wiha xerciyên dermanan jî bilind bûne.
Dema Tengava Hurmizê girtî be, madeyên xav bi rêyên din tên. Ev yek jî xerciyan zêde dike. Dema bihayê madeyên xav bilind dibe, bihayên navxweyî jî bilind dibin.”
Pêşniyara çareseriyê
Serokê Jûra Dermanxaneyan a Amedê li ser çareseriya pirsgirêkê jî nêrîna xwe parve kir.
Yaşar got ku ji bo çareseriyê divê hilberîna dermanan a navxweyî were zêdekirin.
Her wiha wî xwest ku hinek beşên dermansaziyê yên zanîngehan veguherin laboratuwarên lêkolînên dermanan.



.webp&w=3840&q=75)