Hewlêr (Rûdaw) - Telefon ne tenê di nav rojê de, bi şev di xwe de jî zererê didin tenduristiya me.
Pisporê mêjî û demaran Dr. Yasîr Zebarî bû mêhvanê bultena tenduristiyê ya Rûdawê ku Nime Serheng pêşkêş dike.
Dr. Yasîr Zebarî diyar kir ku ronahiya telefonan şaneyên mêjî têk dibe û melatonînê (hormona xewê) kêm dike.
Îro telefonên jîr di destê her kesî de hene û bikaranîna bi awayekî şaş zererê dide tenduristiya mêjî.
Li gorî Ajansa Navneteweyî ya Lêkolînên Penceşêrê, danîna telefonan a di bin balîfê de an jî nêzîkî serî ya di dema xewê de dikare bibe sedema penceşêrê.
Mêjî ronahiya telefonan bi tavê re tevlihev dike
Zebarî destnîşan kir ku temaşekirina ekranên telefonê heta derengiya şevê demjimêra biyolojîk têk dibe û got:
"Ronahiya şîn a çêkirî ku ji çavan digihîje mêjî ji aliyê mêjî ve wekî tîrêjên rojê tê dîtin. Di encama vê tevliheviyê de, mêjî çêkirina melatonînê, ango hormona ku xewê çalak dike, radiwestîne. Di encamê de bêxewî û westandina kronîk dimîne."
Dibe sebeba êşa mîgren û stûyê
Dr. Zebarî diyar kir ku bikaranîna telefonê ne tenê zererên hormonal di heman demê de zererên laşî jî digihîne mirov ku demeke dirêj temaşekirina ekranan dibe sebeba zextê ya li ser demaran.
Wî hişyar kir ku dema ev adet bi bêxewiyê re bibe yek dê êrişên mîgrenê yên giran û serêşên tansiyonê dest pê bikin.
Kî divê çend demjimêran razê?
Demjimêrên xewê yên pêwîst ji bo jiyaneke tendurist li gorî komên temenî diguherin.
Rêbernameya ku li ser daneyên Mayo Clinicê hatiye sazkirin wiha ye:
· Ji bo pitikên 0-3 mehî, 14-17 demjimêr
· Ji bo pitikên 4-11 mehî, 12-15 demjimêr
· Ji bo pitikên 1-2 salî, 11-14 demjimêr
· Ji bo pitikên 3-5 salî, 10-13 demjimêr
· Ji bo zarokên 6-13 salî, 9-11 demjimêr
· Ji bo zarokên 14-17 salî, 8-10 demjimêr
· Ji bo piraniya mezinan 7-9 demjimêr
· Ji bo 65 salî û mezintir 7-8 demjimêr
Pispor dibêjin ku pêdiviya jinên ducanî bêhtir bi bêhnvedanê heye da ku laşê wan kêmhêz nebe û têk neçe.
Her wiha bikarneanîna telefonan a di odeya razanê de yan jî herî kêm berî razanê bi demjimêrekê wekî "detokseke dîjîtal a ji bo parastina laş" girîng dibînin.


