Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîneke berfireh a li Brîtanyayê eşkere kir ku vexwarina çay an jî qehweya gelekî germ dibe ku metirsiya pêketina penceşêra soriçkê bi awayekî berbiçav zêde bike.
Lêkoleran amarên tenduristiyê yên 977 hezar û 282 kesên mezin analîz kirin.
Van kesan beşdarî lêkolînên bi navê "Million Women Study" û "UK Biobank"ê kiribû.
Di encama şopandina zêdetirî 11 salan de, 2 hezar û 348 kes bi penceşêra soriçkê ketin.
Metirsiya pêketina penceşêra xaneyên pelekî yên soriçkê (SCC) li cem wan kesên ku vexwarinên "gelekî germ" vedixwin, li gorî yên ku vexwarinên tînegerm vedixwin 3 qatan zêdetir e.
Lêkolînê her wiha eşkere kir, kesên ku rojane 6 piyale yan jî zêdetir vexwarinên germ vedixwin, metirsiya pêketina wan a bi SCCyê ji sedî 71 zêdetir e.
Ev rêje li gorî kesên ku kêmtirî 6 piyaleyan vedixwin hatiye diyarkirin û pileya germahiya vexwarinan jî li ber çavan hatiye girtin.
Lêkoleran di navbera pileya germahiya vexwarinan û cureyekî din ê sereke yê penceşêra soriçkê (adenocarcinoma) de ti pêwendiyên berbiçav nedîtin.
Sedema sereke pileya germahiyê ye
Ev encam di Kovara Navneteweyî ya Penceşêrê de (International Journal of Cancer) hatin belavkirin.
Li gorî encaman, dibe ku sedema sereke ya penceşêrê ne çay an jî qehwe bi xwe be lê pileya germahiya wan be.
Lêkoler di wê baweriyê de ne ku vexwarina vexwarinên gelekî germ dibe sedema şewitîna perdeya soriçkê. Ev şewitîn jî dibe ku bibe destpêka çêbûna penceşêrê.
Li gorî texmîna lêkolînê, eger kesên ku niha vexwarinan "gelekî germ" vedixwin, vexwarinên xwe tenê "germ" vexwin dê li Brîtanyayê pêşî li ji sedî 14ê rewşên penceşêra SCCyê were girtin.
Ev yek jî tê wê wateyê ku dê salane 440 kes kêmtir bi vê nexweşiyê bikevin.
Pêwîstî bi pîvana rasteqîn heye
Lêkoleran hişyarî da ku beşdaran bi xwe qala pileya germahiya vexwarinên xwe kiriye û pileya germahiya rasteqîn nehatiye pîvan.
Li gorî lêkoleran, ji ber vê yekê zehmet e ku mirov pileya germahiya metirsîdar bi awayekî teqez destnîşan bike.
Lêkolînên berê yên li çend welatan, bi taybetî jî li Îran, Çîn û Japonyayê, pêwendiya di navbera vexwarinên gelekî germ û zêdebûna metirsiya penceşêra soriçkê de derxistibû holê.
Lêkoleran ragihand ku ev encam dibin belgeyên nû da ku mirov zanibin kêmkirina pileya germahiya vexwarinan di xweparastina ji penceşêra SCCyê de alîkar e.



