Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolînekê nîşan da ku ti pêwendiya teqandina tiliyan a bi nexweşiya sistbûna movikan re nîne.
Pisporê alerjî û parastina laş Dr. Donald Ungerê ji eyaleta Californiayê ya Amerîkayê li ser tecrubeya xwe diyar kir:
“Bi salan min tenê tiliyên destê xwe yê çepê zêdetirî 36 hezar caran teqandin lê destê xwe yê rastê min qet neteqand.
Di dawiyê de min tîrêjên Xê (X-ray) ji bo her du destên xwe dan girtin û derket holê ku di navbera her du destan de ti cudahî nînin û ti nîşanên kilsbûnê li destê hatiye teqandin de çênebûne.”
Ceribandina balkêş a Dr. Donald Unger Xelata Ig Nobelê jî jê re anî.
Pisporê neştergeriya giştî Dr. Rod Oskouian da zanîn ku wan lêkolîn li ser zêdetirî 300 beşdaran kiriye û derketiye holê ku ti delîlên pêbawer nînin ku biselimîne teqandina asayî ya tiliyan dibe sedema nexweşiya movikan.
Lê wî destnîşan kir ku tenê di rewşên kêm de teqandina gelekî tund û berdewam dibe ku bandoreke demkî li ser hêza destan bike.
Hişyariya li ser teqandina stû û piştê
Pisporê neştergeriya demaran Dr. J. Jaganathanê ji eyaleta Michiganê ya Amerîkayê jî hişyariyê dide û dibêje:
“Teqandina tund û berdewam a stû û piştê metirsîdar e û dibe sedema zererdana li demar û lûleyên xwînê yên mêjî.”
Dengê teqînê ji kû tê?
Bijîşk radigihînin ku dengê teqandina tiliyan ji ber teqîna bilqên gazê yên di nav ava movikan de derdikeve, ne ji ber lihevketina hestiyan e.
Heke teqandina tiliyan bê êş û bê werimîn be zerera wê nîne û metirsiya nexweşiya movikan zêde nake, ji ber ku pirsgirêkên movikan bêhtir bi temen, genetîk û kîloyên zêde ve girêdayî ne.
Lê dîsa jî pispor hişyar dikin, heke teqandina movikan bi êş an werimînê re be, pêwîst e mirov serî li bijîşkekî pispor bide.



