Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîneke nû ya li Çînê ya li ser xewa kûr nîşan dide ku xewa kûr rîska pêketina bi 83 cureyên cuda yên nexweşiyan kêm dike.
Tîmeke lêkoleran a bi serperiştiya Jingsong Luyê ji Zanîngeha Pekînê ya li Çînê, zêdetirî 95 hezar kesên mezin şopandin.
Wan kesan 7 roj û 7 şevan amûrên zîrek ên li ser zendê bi kar anîn da ku qonaxên xewa wan bên pîvan.
Di encama lêkolînê de derket holê ku ketina nav xewa kûr (REM) bi kêmbûna metirsiya 83 nexweşiyan re pêwendîdar e.
Di nav van nexweşiyan de têkçûna dil, jibîrçûn, parkînson, alzheimer û hişkbûna demarên xwînê hene.
Xewa kûr her wiha metirsiya 7 rewşên tenduristiyê jî kêm dike ku şekirê cureyê 2yemîn, depresyona giran û rawestana demkî ya nefesê ya di dema xewê de ji wan in.
Jingsong Lu diyar kir, ew kesên ku 6-8 saetan radizên çêtir dikevin xewa kûr û kêmtir bi nexweşiyan dikevin lê yên ku kêmtirî 5 saetan radizên bêhtir nexweş dikevin.
Qonaxên xewê çi ne?
Li gorî Komeleya Xewê ya Amerîkayê, qonaxên xewê ev in:
Qonaxa yekem: Ev xew çend xulekan dikişîne. Mirov ji rewşa hişyariyê derbasî xewê dibe û ev guherîn di laş de çêdibin:
· Lêdana dil, nefesstandin û tevgera çavan hêdî dibin.
· Masûlke xav dibin û tenê carinan tevgerên wan ên biçûk çêdibin.
· Pêlên mêjî dest bi hêdîbûnê dikin.
Qonaxa duyem: Ev qonaxa xewê di dirêjahiya şevê de ji hemû qonaxên din dirêjtir e û di laş de ev tişt rû didin:
· Sîstema laş xavbûn û bêhnvedanê didomîne.
· Germahiya hundirîn a laş dadikeve.
· Tevgera çavan disekine.
· Pêlên mêjî hêdî dibin lê hin çalakiyên wan ên kurt dimînin.
Qonaxa sêyem û çarem: Di van qonaxan de xewa kûr pêk tê:
· Lêdana dil û asta nefesê xav dibin.
· Pêlên mêjî di asta herî bilind de hêdî dibin.
· Hişyarbûn zehmet dibe, heta bi hebûna dengên bilind jî mirov bi hêsanî hişyar nabe.
6 rêyên ji bo xeweke kûr û bi tendurist
Li gorî Mayo Clinikê, 6 rê hene ku rê li ber baştirkirina xewê û dirêjkirina dema xewa kûr vedikin:
· Beriya razanê divê nîkotîn, kafeîn û xwarinên giran neyên xwarin.
· Jûreke hênik, tarî û dûrketina ji ekranan beriya xewê kalîteya xewê zêde dikin.
· Divê razana di nava rojê de ji saetekê kêmtir be.
· Divê rojane werziş û tevgera berdewam hebe.
· Pêwîst e zext û dilgiranî kêm bibin.
· Divê demên razan û hişyarbûnê diyar bin.



