Hewlêr (Rûdaw) - Li Amerîkayê lêkolînek nîşan dide ku piştî pandemiya Covid-19ê cara yekem e vexwarina alkolê bi taybetî di nav ciwanan û nifşê nû de kêm bûye.
Lêkolîna Zanîngeha Keckê ya li Amerîkayê xwe dispêre amarên zêdetirî 114 hezar kesan.
Li gorî lêkolînê, di navbera salên 2022 û 2024an de vexwarina alkolê kêm bûye.
Bi taybetî di nav nifşê ku wekî "Gen Z" tê naskirin (18-29 salî) kêmbûna herî mezin a vexwarina alkolê hatiye tomarkirin ku ev rêje ji sedî 5an zêdetir e.
Her wiha lêkolînê diyar kir ku vexwarina alkolê ya di nava nifşê millennialê (30-49 salî) de jî bi rêjeya ji sedî 17an daketiye.
Pisporê dermankirina derûnî yê Dibistana Tibê ya Harvardê Dr. Matthew Mosquera qonax bi qonax sûdên berdana alkolê yên li gorî demê şirove kirin.
Çend rojan piştî berdana alkolê:
· Xeweke xweş û çûyîna nav xewa kûr
· Zêdebûna aramiya derûnî
· Asayîbûna lêdana dil
· Hevsengiya zexta xwînê
· Zêdebûna enerjiya laş
Hefteyekê piştî berdana alkolê:
· Sîstema parastinê ya laş bihêztir dibe
· Hormon dikevin hevsengiyê
· Xwesteka seksî vedigere rewşa asayî
· Tenduristiya kezebê baştir dibe
· Pêketina penceşêrê kêm dibe
Mehekê piştî berdana alkolê:
· Çerm geş dibe û dibiriqe
· Asta mêtina madeyên xwirek û vîtamînan a ji aliyê laş ve asayî dibe
· Ji ber nemana kaloriyên alkolê kîloyên zêde kêm dibin (bi şertê ku xwarinên pir kalorî neyên xwarin)
· Metirsiya nexweşiyên dil û lûleyên xwînê yên ji ber alkolê bi temamî kêm dibe
· Xew baştir dibe û mirov ji aliyê derûnî ve aramtir dibe
3 mehan piştî berdana alkolê:
· Mejî dest bi başkirina şaneyên têkçûyî dike
· Şiyanên hişî û qabiliyeta ramanê asayî dibin
· Dilgiranî û fikara zêde namîne
· Mirov zêdetir dikeve nav xewa kûr
· Laş bêhtir bêhna xwe vedide
Zêdetirî 6 mehan piştî berdana alkolê:
· Sîstema parastinê ya laş li hemberî penceşêrê û sedemên nexweşiyan bihêz dibe
· Laş kêmtir bi şewbên demsalî dikeve
· Şiliya laş vedigere asta asayî, tîbûn û hişkbûn namîne
· Pêketina penceşêrên girêdayî alkolê kêm dibe
· Hest asayî dibin û laş bi temamî ji bandora alkolê paqij dibe



