Dusseldorf (Rûdaw) - Jineke Kurd a bi navê Kaşma Bextyara ku li Almanyayê dijî, ji bo rêgiriya li weşîna por û dirêjkirinê berhemeke xwezayî çêkir.
Kaşma Bextyarê berhema xwe di bernameyeke navdar a televîzyonên Almanyayê de nîşan da û bala veberhênerên mezin kişand.
Kaşma Bextyar beşdarî bernameya Diyasporayê ya Rûdawê bû û diyar kir ku ramana çêkirina vê berhemê ji tecrubeya wê ya şexsî hatiye û got:
"Ez bi xwe nexweş ketibûm. Ji ber stres û nexweşiyê porê min gelekî diweşiya.
Piştî ku min gelek berhemên kîmyayî ceribandin û ti encam bi dest nexistin, min dest bi ceribandina rûnên xweazayî kir."
Kaşmayê da zanîn ku ew berhem ji 17 cureyên rûnên xweazayî û vîtamînan pêk tê û anî zimên:
"Di nav wan de rûnê rozmarî, argan û jojobayê hene.
Em 2 salan li gel laboratiwarake mezin a Almanyayê li ser reçeteya wê xebitîn."
Di 2 mehan de ji sedî 31 por dirêj dike
Li gorî gotina wê jina Kurd, ceribandinên zanistî piştrast kirine ku ev berhem di nav 2 mehan de dirêjiya por bi rêjeya ji sedî 31 zêde dike û nahêle por biweşe.
Kaşmayê behsa zehmetiyên beşdariya di bernameya navdar a televîzyonê de jî kir û got:
"Min 3 caran serî lê da, 2 caran serlêdana min hat redkirin lê cara sêyem hat qebûlkirin.
Dema ku ez çûm bernameyê, hemû veberhênerên mezin ên Almanyayê bi erênî berhema min nirxand û ez pîroz kirim."
Kaşma Bextyarê li ser belavbûna berhemê ya li bazarê eşkere kir ku niha daxwazeke gelekî zêde li ser heye û got:
"Niha hemû berhemên me bi temamî hatine firotin û nemane.
Pêwîst e em zêdetirî 8 hezar berheman ji bo mişteriyan dabîn bikin.
Lê niyeta min heye ku di demeke nêzîk de berhemê bibim Kurdistanê û dê li gelek dermanxaneyan peyda bibe."


