Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîneke Koleja Bijîşkî ya Pekînê ya li Çînê, vexwarina rojane ya çayê ji bo tenduristiya dil û demarên xwînê gelekî bi sûd e lê girîng e ku çay zêde germ nebe.
Lêkolîna ku di kovara bijîşkî ya Journal of Internal Medicineyê de hatiye weşandin, amarên nêzîkî 486 hezar kesan lêkolaye.
Lêkolînê nîşan daye ku metirsiya pêketina nexweşiyên demarên xwînê di wan kesên ku bi berdewamî çayê vedixwin de bi rêjeya ji sedî 11an kêmtir e.
Li gorî encaman, dibe ku sûdên çayê ji ber germahiya zêde kêm bibin.
Vexwarina çaya tîngerm an germ sûdeke mezin dide lê vexwarina çayê ya bi pileya germahiyê ya pir bilind, metirsiya nexweşiyên demarên xwînê bi rêjeya ji sedî 16an zêde dike.
Lêkoleran 9 salan çavdêriya beşdaran kir û di encamê de derket holê ku metirsiya herî kêm di nav wan kesan de bûye ku rojane nêzîkî 2 îskanan çay bi germahiyeke navîn vexwariye.
Pêbendbûna bi jiyaneke tendurist
Her wiha sûda herî zêde di wan kesan de hatiye dîtin ku pêbendî awayê jiyaneke tendurist bûne, wekî kirina werzişê û dûrketina ji çixareyê.
Pisporên Zanîngeha Pekînê tekez dikin ku vexwarina çayê baş e lê bi tenê cihê xwarina hevseng û jiyana çalak nagire.
Peyama sereke ya pisporan ji bo hezkiriyên çayê ev e; berî vexwarinê bila çaya we çend xulekan bimîne da ku hinekî sar bibe û tenduristiya dilê we were parastin.



