Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê piştî tespîtkirina sê pêketiyên felca zarokan li parêzgeha Dêrezorê, bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî amadehiya destpêkirina kampanyayeke berfireh a vakslêdanê (derzî) dike da ku zarokên parêzgehê biparêze.
Serokê Beşa Nexweşiyên Veguhêz û Neveguhêz a Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê Yasir Ferûh îro ji Ajansa Fermî ya Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) re got:
"Wezaret amadehiya destpêkirina kampanyayeke giştî ya vakslêdanê ya li dijî felca zarokan dike ku dê zêdetirî 371 hezar zarokên di bin temenê pênc saliyê de li parêzgeha Dêrezorê li xwe bigire."
Kampanya dê 30ê Çiriya Paşîn dest pê bike
Li gorî gotina wî berpirsî, kampanya dê 30ê Çiriya Paşîn a îsal dest pê bike.
Ev gav piştî wê yekê tê ku sê pêketiyên felca zarokan hatin tespîtkirin û berpirsan metirsiya belavbûna vê nexweşiyê wekî "bilind" nirxand.
Rêjeya felcbûn û mirinê
Felca zarokan nexweşiyeke veguhêz e û bi piranî zarokên di bin temenê pênc saliyê de pê dikevin.
Ji her 200 kesên ku bi vê nexweşiyê dikevin, yek ji wan bi awayekî mayînde felc dibe.
Ji nav wan kesên ku felc dibin jî ji sedî 5 heta 10ê wan dimirin.
Bi saya hewlên vaksînê, ev nexweşî li piraniya cîhanê ji holê hatiye rakirin.
Hişyariya UNICEF û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê
Şerê demdirêj ê navxweyî fişareke mezin xistiye ser sektora tenduristiyê ya Sûriyeyê.
Li ser vê rewşê, Rêxistina UNICEFê, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê di daxuyaniyeke hevbeş de wiha got:
"Rawestana xizmetguzariyên tenduristiyê û zehmetiya gihîştina vakslêdana rûtîn di parastina tenduristiya hinek civakan de valahî çêkirine."
Bîlançoya cîhanî ya nexweşiyê
Li gorî amarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ji sala 1988an ve hejmara kesên ku bi felca zarokan ketine li cîhanê zêdetirî ji sedî 99 kêm bûye.
Ev hejmar ji 350 hezar pêketiyan li zêdetirî 125 welatan daketiye tenê du welatan ku nexweşî hîn lê maye.
Rêxistin hişyarî jî da û got, "Heta ku zarokek tenê jî pê ketibe, zarokên hemû welatan di metirsiyê de ne.
Eger nexweşî li wan navendên dawî neyê bidawîkirin, dibe ku careke din li hemû cîhanê belav bibe."
Berê jî sala 2013an li Sûriyeyê û sala 2014an li Îraqê felca zarokan ji bo demeke kurt careke din derketibû holê lê kampanyayeke vaksînê ya 18 mehan karî hejmara pêketiyan vegerîne sifirê.



