Hewlêr (Rûdaw) - Pisporeke nexweşiyên xwînê eşkere kir ku ne şert e sedema kêmxwîniyê her carê asayî be û dibe ku nîşaneya nexweşiyeke metirsîdar be.
Pispora Nexweşiyên Xwînê Dr. Kanî Dilawerê îro pêncşemê (19ê Çiriya Paşîn) ji Rûdawê re ragihand, eger di encama kontrolên bijîşkî de kêmxwînî derkeve, divê yekser bijîşkê pispor bê agahdarkirin, bi taybetî di nav jinan de yên ku dikevin çerxa mehane.
"Kêmbûna kîloyan dibe sedema kêmxwîniyê"
Dr. Kanî Dilawerê da zanîn ku gelek jin ji ber kêmkirina giraniya laşê xwe xwîna wan kêm dibe û bi kêmxwîniyê dikevin, loma divê ev pêvajo di bin çavdêriya bijîşk û pisporan de be.
Dr. Kanî Dilawerê her wiha pêşniyar kir ku di dema kêmbûna kîloyan de madeyên din ên xurek û vîtamînê bên dabînkirin da ku xwîna jinan kêm nebin.


