کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Wêneyekî temsîlî / Gemini

Wêneyekî temsîlî / Gemini

TENDURISTÎ

Ger hûn dixwazin ciwan bimînin ji van kesan dûr bisekinin!

Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

11-03-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

11-03-2026

Nûçeyên Têkildar

Çermê serê wê di maşîna go-kartê de jê bûbû: Piştî emeliyata 7 demjimêran hat dirûtin
TENDURISTÎ18-11-2026

Çermê serê wê di maşîna go-kartê de jê bûbû: Piştî emeliyata 7 demjimêran hat dirûtin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salane 34 hezar kes bi penceşêra pişikê dikevin
TENDURISTÎ16-11-2026

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salane 34 hezar kes bi penceşêra pişikê dikevin

BERLÎN - Konferansa Komeleya Bijîşkên Kurd a Almanyayê tê lidarxistin
TENDURISTÎ14-11-2026

BERLÎN - Konferansa Komeleya Bijîşkên Kurd a Almanyayê tê lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolînekê kesên ku di jiyana mirovan de "pirsgirêkan derdixin" dibin sedema kalbûn/pîrbûna zûtir.

Her wiha hat destnîşankirin ku li derdora nêzîkî ji sedî 30ê mirovan bi kêmanî kesekî ku "zehmetiyan derdixe" heye.

Lêkolîn di kovara bi navê The Proceedings of the National Academy of Sciencesê (PNAS) ya Amerîkayê de hat weşandin.

Di vê lêkolînê de bandorên wan kesên ku "pirsgirêkan çêdikin an jiyanê zehmettir dikin" a li ser jiyan û tenduristiya mirovan hatin nirxandin.

Daxwaznameya zûtir kalbûnê

Zêdetirî 2 hezar kesî beşdarî lêkolînê bûn û bandorên gengaz ên van kesên ku wekî "çêkerên zehmetiyê" tên pênasekirin ên li ser kalbûn/pîrbûna biyolojîk a mirovan jî hatin pîvandin.

Pêwendiyên civakî yên beşdaran ên di 6 mehên dawî de hatin qeydkirin.

Di lêkolînê de nimûneyên tifê jî ji bo analîza guherînên DNAyê yên beşdaran hatin wergirtin.

Hat tesbîtkirin ku ji bo her kesekî nû yê acizker ê ku beşdar bi rêkûpêkî pê re di nav dan û standinê de ne "leza kalbûn/pîrbûnê ji sedî 1,5 zêde bûye."

Bandora neyînî ya li ser tenduristiya fîzîkî

Di lêkolînê de hat destnîşankirin ku bi kêmanî li derdora ji sedî 30ê mirovan "kesekî zor/zehmet" heye.

Hat diyarkirin ku "dan û standinên civakî yên dijwar dikarin bandoreke neyînî li ser tenduristiya fîzîkî û kalbûn/pîrbûna zûtir bikin."

Di jiyana mirovan de faktora “stresa kronîk”

Nivîskarê sereke yê lêkolînê û Doçentê Alîkar ê Sosyolojiyê yê Zanîngeha New Yorkê Byungkyu Lee di daxuyaniya xwe de got:

"Tiştê ku me dît, di navbera hebûna kesên ku pirsgirêkan derdixin û leza kalbûn/pîrbûnê de pêwendiyek heye."

Lee diyar kir ku li gorî encamên lêkolînê pêwendiyên kêmtir erênî dikarin wekî faktorên stresa kronîk tevbigerin.

Ji ber vê yekê hebûna van kesan a li derdorê dikare bi rastî jiyana mirovan zehmet bike.

Pirsên