کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Wêneyê temsîlî / Wêne: Aliaksandr Marko – stock.adobe.com

Wêneyê temsîlî / Wêne: Aliaksandr Marko – stock.adobe.com

TENDURISTÎ

Oxfordê WHO serobino kir: Masturbasyon baş e, spermên xwe berdin

RÛDAW

RÛDAW

13-05-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW13-05-2026

Nûçeyên Têkildar

Çermê serê wê di maşîna go-kartê de jê bûbû: Piştî emeliyata 7 demjimêran hat dirûtin
TENDURISTÎ18-11-2026

Çermê serê wê di maşîna go-kartê de jê bûbû: Piştî emeliyata 7 demjimêran hat dirûtin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salane 34 hezar kes bi penceşêra pişikê dikevin
TENDURISTÎ16-11-2026

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salane 34 hezar kes bi penceşêra pişikê dikevin

BERLÎN - Konferansa Komeleya Bijîşkên Kurd a Almanyayê tê lidarxistin
TENDURISTÎ14-11-2026

BERLÎN - Konferansa Komeleya Bijîşkên Kurd a Almanyayê tê lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Zanyaran sûdekî nû û nedîtî yê masturbasyonê (xwevalakirinê) ji bo mêran eşkere kir.

Lêkolîneke nû nîşan dide ku ev yek ne tenê stresa mirovan kêm dike, di heman demê de kalîteya spermê jî zêde dike.

Lêkolîna nû ya li ser mijarê ji aliyê zanyarên Zanîngeha Oxfordê ve hat kirin.

Zanyaran eşkere kir ku eger sperm demeke dirêj di laş de bimîne, zererê dibîne.

Sperma ku zêde dimîne xera dibe

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) pêşniyar dike ku dema mêr ji bo tedawiya zarokbûnê (wekî rêbaza IVFyê) mînakekê bidin, divê 2 heta 7 rojan masturbasyonê nekin da ku sperm kom bibe.

Lêkolîna nû ya Zanîngeha Oxfordê nîşan dide ku ev yek dikare encameke berevajî bide.

Tîmeke Zanîngeha Oxfordê li ser 54 hezar û 889 mêran û 30 cureyên ajelan lêkolînek kir.

Wan encamên mayîna spermê ya di nav laş de nirxand.

Zanyaran dît ku eger sperm di laş de zêde bimîne, kalîteya wê bi awayekî cidî xera dibe.

Sperma ku zêde dimîne hêdîtir dilive, hejmara sperma saxlem kêm dibe û zirar digihîje DNAya wan.

Dr. Rebecca Dean a Zanîngeha Oxfordê diyar kir, "Lêkolîna me nîşan dide ku masturbasyona (xwevalakirin) berdewam dikare ji bo berhemdariya mêran bibe alîkariyeke biçûk lê gelekî girîng."

Çima hiştina spermê xerab e?

Zanyar dibêjin du sedemên sereke yên xerabûna spermê hene.

Ya yekemîn "stresa oksîdatîv" e. Dema ku di laş de molekulên zererdar zêde dibin, ev yek DNAya spermê lewaz dike û leza wan kêm dike.

Ya duyemîn jî xelasbûna enerjiyê ye. Sperm xwedî tevgereke gelekî bilez e lê enerjiya xwe zû diqedîne.

Şiyana spermê nîne ku xwe nû bike. Ev yek jî dihêle ku sperma rawestayî zû xera bibe.

Li gorî zanyaran, masturbasyon dibe alîkar ku sperma kevn û xerabûyî ji laş derkeve.

Ev yek jî rê dide ku sperma nû û saxlem cih bigire.

Zanyaran dît ku di nav ajelan de jî heman rewş heye.

Xwevalakirina berdewam kalîteya sperma zindewariyên bi memik baştir dike.

Rêbazên klînîkan dikarin biguherin

Ev encamên nû dikarin rêbazên klînîkên zarokbûnê jî biguherînin.

Zanyar pêşniyar dikin ku ji bo bidestxistina sperma herî baş, pêwîst nake mêr çend rojan li bendê bimînin.

Bikaranîna sperma nû şansê zarokbûnê zêdetir dike.

Lêkolînên berê jî nîşan dabû ku eger mêr di nava 48 demjimêran de mînakê bidin, encamên tedawiya IVFyê gelekî baştir dibin.

Gelek pirsgirêkên zarokbûnê ji ber toksînên hawîrdorê, stres û genetîkê çêdibin.

Cihê kêfxweşiyê ye ku mirov dikare dema mana spermê ya di laş de bi asanî kontrol bike.

Rêjeya zarokbûnê kêm dibe

Li seranserê cîhanê rêjeya jidayîkbûnê bi awayekî berçav kêm dibe.

2024an rêjeya giştî daket 1,6 zarokan ji bo her jinekê û ev jî rekoreke nû ye.

Gelek sedemên vê yekê hene. Derengzewicîn û krîzên aborî bandorê li vê yekê dikin.

Li aliyê din, bandora berhemdariya mêran jî di vê mijarê de girîng e.

Li gorî pisporan, di sêyeka pirsgirêkên zarokbûnê de sedema sereke mêr in.

Pirsên