کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Nexweşiya derûnî / Wêne: Arşîv

Nexweşiya derûnî / Wêne: Arşîv

TENDURISTÎ

Nexweşiyên derûnî ji sedî 95 zêde bûne: 1,2 milyar kes pê ketine

RÛDAW

RÛDAW

23-05-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW23-05-2026

Nûçeyên Têkildar

Çermê serê wê di maşîna go-kartê de jê bûbû: Piştî emeliyata 7 demjimêran hat dirûtin
TENDURISTÎ18-11-2026

Çermê serê wê di maşîna go-kartê de jê bûbû: Piştî emeliyata 7 demjimêran hat dirûtin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salane 34 hezar kes bi penceşêra pişikê dikevin
TENDURISTÎ16-11-2026

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salane 34 hezar kes bi penceşêra pişikê dikevin

BERLÎN - Konferansa Komeleya Bijîşkên Kurd a Almanyayê tê lidarxistin
TENDURISTÎ14-11-2026

BERLÎN - Konferansa Komeleya Bijîşkên Kurd a Almanyayê tê lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîneke nû ya berfireh ku ji aliyê Peymangeha Pîvandin û Nirxandina Tenduristiyê (IHME) ya Zanîngeha Washingtonê ya Amerîkayê hatiye kirin hejmara kesên ku li cîhanê ji ber nexweşiyên derûnî dinalin gihîştiye nêzîkî 1,2 milyar kesî.

Lêkolîn di kovara zanistê ya The Lancetê de hat weşandin.

Ev amar nîşan dide ku ji sala 1990î û vir ve ji sedî 95,5 zêdebûneke berbiçav çêbûye.

Xemokî û dilgiranî herî zêde ne

Damian Santomauroyê ku li Zanîngeha Queenslandê ya Awistralyayê profesor e û serperiştê sereke yê lêkolînê ye, destnîşan kir ku dilgiranî û xemokî cureyên herî berbelav ên nexweşiyê ne.

Li gorî lêkolînê, rêjeya bi dilgiraniyê ketinê ji sedî 158 û ya xemokiyê jî ji sedî 131 zêde bûye.

Lêkolînê eşkere kir ku pandemiya Koronayê bandoreke kûr kiriye.

Rêjeya xemokî û dilgiraniyê piştî bidawîbûna pandemiyê jî hîn wekî xwe bilind mane û venegeriyane asta beriya sala 2020an.

Metirsî li ser ciwanan e

Yek ji encamên herî metirsîdar ew e ku lûtkeya pêketinê cara yekem di dîrokê de ji bo ciwanên temenê wan di navbera 15-19 saliyê de guheriye.

Beriya niha ev lûtke her tim di temenê navîn de dihat dîtin.

Dr. Robert Trestmanê ku Serokê Encumena Pergalên Tenduristiyê ya Amerîkayê ye diyar kir ku ev qonaxa temenê ji bo geşeya mêjî û fêrbûna şiyanên civakî gelekî hestyar e.

Robert Trestman anî ziman ku her têkçûneke di vê qonaxê de dê bandoreke demdirêj bike.

Wî her wiha destnîşan kir ku her çend krîz zêde bûne jî, kêmkirina şerma li ser eşkerekirina nexweşiyên derûnî wiha kiriye ku xelk zêdetir serî li bijîşkan bidin û alîkariyê bixwazin.

Pirsên