کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Tedros Adhanom / Wêne: Arşîv

Tedros Adhanom / Wêne: Arşîv

TENDURISTÎ

WHO hişyariyê dide: Rêjeya kujeriya vîrusa nû ya Ebolayê ji sedî 50 ye

Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

27-05-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

27-05-2026

Nûçeyên Têkildar

Çermê serê wê di maşîna go-kartê de jê bûbû: Piştî emeliyata 7 demjimêran hat dirûtin
TENDURISTÎ18-11-2026

Çermê serê wê di maşîna go-kartê de jê bûbû: Piştî emeliyata 7 demjimêran hat dirûtin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salane 34 hezar kes bi penceşêra pişikê dikevin
TENDURISTÎ16-11-2026

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salane 34 hezar kes bi penceşêra pişikê dikevin

BERLÎN - Konferansa Komeleya Bijîşkên Kurd a Almanyayê tê lidarxistin
TENDURISTÎ14-11-2026

BERLÎN - Konferansa Komeleya Bijîşkên Kurd a Almanyayê tê lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku şer û aloziyên li welatê Kongoyê bûne sedem ku xizmetguzariyên tenduristiyê lawaz bibin û nexweşên Ebolayê bi başî neyên dermankirin.

Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Dr. Tedros Adhanom diyar kir ku ji ber şer û aloziyên siyasî yên li Kongoyê kontrolkirina Ebolayê zehmet bûye.

Tedros Adhanom destnîşan kir ku bi taybetî gihîştina xizmetguzariyên tenduristiyê kêm bûye.

Serokê rêxistinê anî ziman ku heta niha ji bo vê cureya nû ya vîrusa Ebolayê ya bi navê "Bundibugyo" ti çareserî û derzî nînin.

Tedros Adhanom eşkere kir ku rêjeya kujeriya vê vîrusê ji sedî 50yî zêdetir e û da zanîn ku rawestandina belavbûna vê cureya Ebolayê bi temamî bi gihîştina alîkariyên mirovî ve girêdayî ye.

Adhanom diyar kir ku niha ji ber nakokî û nebûna aramiyê ya li Kongoyê, ev yek gelekî zehmet bûye.

Hişyariya xelkê kêm e

Niha li Kongoyê tiştê ku rewş zehmetir kiriye ew e ku xelk ne hişyar e û mercên tenduristiyê bi cih nayînin.

Her wiha alîkariyên navneteweyî yên ji bo welatên Afrîkayê jî hatine kêmkirin.

Hejmara kesên ku guman heye bi cureya Bundibugyoyê ya Ebolayê ketibin nêzîkî hezar kesî ne.

Amarên qurbaniyên cureya nû ya Ebolayê li Kongoyê:

·         Hejmara pêketiyên biguman: 906 kes

·         Hejmara pêketiyên piştrastkirî: 105 kes

·         Hejmara kesên mirine û guman heye ku ji ber Ebolayê be: 223 kes

·         Hejmara kesên ku ji ber Ebolayê mirine û hatiye piştrastkirin: 10 kes

·         Rêjeya kujeriya vîrusê: Ji sedî 50

Di navbera salên 2013 û 2016an de cureyeke Ebolayê ya bi navê "Zayîr" belav bûbû.

Wê demê zêdetirî 11 hezar kesî miribûn û 28 hezar kes jî bi vîrusê ketibûn.

Ev cureya nû jî wekî komeke hevşêwe û nêzîkî wê cureyê belav bûye.

Pirsên