کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Nargîle, çixareya elektronîk û çixareya asayî / Wêne: Arşîv

Nargîle, çixareya elektronîk û çixareya asayî / Wêne: Arşîv

TENDURISTÎ

LÊKOLÎN - Çixareya elektronîk ne cihgirê ewle yê çixareya asayî ye!

Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

02-06-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

02-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Çermê serê wê di maşîna go-kartê de jê bûbû: Piştî emeliyata 7 demjimêran hat dirûtin
TENDURISTÎ18-11-2026

Çermê serê wê di maşîna go-kartê de jê bûbû: Piştî emeliyata 7 demjimêran hat dirûtin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salane 34 hezar kes bi penceşêra pişikê dikevin
TENDURISTÎ16-11-2026

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salane 34 hezar kes bi penceşêra pişikê dikevin

BERLÎN - Konferansa Komeleya Bijîşkên Kurd a Almanyayê tê lidarxistin
TENDURISTÎ14-11-2026

BERLÎN - Konferansa Komeleya Bijîşkên Kurd a Almanyayê tê lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) – Lêkolîneke ji aliyê Zanîngeha Giştî ya Kensingtonê ya Awistralyayê eşkere dike ku çixareya elektronîk ne cihgirê ewle yê çixareya asayî ye û metirsiya gelek nexweşiyan û penceşêrê zêde dike.

Lêkolîna li ser çixareyê di kovara Carcinogenesisê de hatiye belavkirin û bi serperiştiya Profesor Bernard Stewart û lêkolerên zanîngehên Queensland, Flinders, Sydney, Royal, Şahane ya Brîtanyayê, Prens Charles û Sunshine Coastê hatiye kirin.

Hemûyan ew yek ducare kiriye ku "çixareya elektronîk îhtimala pêketina bi gelek cureyên nexweşiyan û penceşêrê zêde dike û metirsiya wan qet ne kêmtirî ya çixareya asayî ye."

Lêkolîn xwe dispêre lêkolînên klînîkî, ceribandinên li ser ajelan û lêkolînên di laboratuwaran de.

Ev lêkolîn li ser wan madeyên kîmyayî tên kirin ku ji çixareyên elektronîk çêdibin.

Dûyê çixareya elektronîk dikare zererê bide DNAyê û bibe sedema westana demdirêj û ev yek jî di çêbûna penceşêrê de rolê dilîze.

Her wiha ji ber germkirina madeyên nav wê, dibe ku madeyên formaldehîd, asetaldehîd û metalên giran ên wekî nîkel, krom û qurqişmê çêbibin û ev jî dibin sedema penceşêrên pişik, dev, qirik û mîzdankê.

Profesor Bernard Stewart diyar kir:

"Çixareyên elektronîk wan şileyan germ dikin ku gelek caran nîkotîn, madeyên kîmyayî yên tamdar û tiştên wekî propîlen glîkol û glîserîna riwekî tê de ne.

Dema ev made tên germkirin, dibe ku veguherin wan pêkhateyan ku zererê didin xane û DNAyê."

Pispora Pizîşkiya Hawarçûnê û Alîkara Profesor a li Zanîngeha George Washingtonê Dr. Leana Wenê destnîşan kir:

"Ti belgeyên zanistî piştgiriyê nadin wê yekê ku çixareya elektronîk ji çixareya asayî ewletir e.

Çimkî her yek ji wan komek zereran li xwe digire."

FDA çixareya elektronîkê pêşniyar nake

Li ser wê yekê ku gelo mirov dikare ji bo berdana çixareya asayî berê xwe bide çixareya elektronîkê, Saziya Xwirek û Dermanan a Amerîkayê (FDA) ragihand ku ev yek nayê pesendkirin û her du jî metirsîdar in.

Sazî ji bo berdana çixareyê van tiştan pêşniyar dike:

·         Bikaranîna benîştê nîkotînê

·         Hilmijêr û spreyên poz ên nîkotînî

·         Lezgeya nîkotînê (bantên nîkotînê)

·         Bikaranîna dermanên varînîklîn û bupropiyonê (bi şêwira bijîşk)

·         Dîtina şêwirmendekî derûnî

Piştî berdana çixare û nargîleyê çi rû dide?

Piştî 20 xulekan:

Lêdana dil asayî dibe.

Piştî 8 demjimêran:

Asta oksîjenê asayî dibe.

Piştî 48 demjimêran:

Pişik paqij dibin.

Bêhnkirin û tamkirin asayî dibin.

Piştî 72 demjimêran:

Bêhngirtin rihettir dibe.

Piştî 2-14 hefteyan:

Gera xwînê asayî dibe.

Liv û tevger û çalakiya laş baştir dibin.

Piştî 3-9 mehan:

Kuxik û bêhntengî namînin.

Çalakiya pişikan ji sedî 10 zêde dibe.

Piştî salekê:

Îhtimala krîzan kêm dibe.

Pirsên