Mehmet Kaya diyar kir ku hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 42 û ya ji bo Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî bi rêjeya ji sedî 35 daketiye.
Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya sedema vê yekê bi "sîstema nû ya bacê" û "girtina deriyên sînorî" ve girê da.
Serokê Jûra Bazirganiyê ya Amedê bû mêvanê bultena Tora Medyayî ya Rûdawê û li ser mijarê pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.
Mehmet Kaya destnîşan kir ku Îraq her tim di rêza 5 welatên yekem ên hinardeya Tirkiyeyê de bûye lê niha ew bazarê ji welatên wekî Îmarat û Çînê re dihêlin.
Kaya eşkere kir ku Tirkiye di hinardeya Îraq û Herêma Kurdistanê de ji rêza yekem daketiye rêza sêyem.
Hevpeyvîna Mehmet Kaya ya bi Tora Medyayî ya Rûdawê re:
Rûdaw: Sedema sereke ya kêmbûna hinardeya Amedê çi ye? Gelo berhemanîn kêm bûye yan pirsgirêkên gihandin û lojîstîkê hene?
Mehmet Kaya: Bê guman dema em li amarên hinardekirinê yên 5 mehên destpêkê yên îsal ên Amedê dinêrin, hem ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê û hem jî ji bo Sûriyeyê daketineke berbiçav heye. Çend sedemên vê yekê hene lê yek ji sedemên sereke sîstema nû ya bacê ye ku tê bicihkirin e. Vê sîstemê bandoreke mezin li bazirganiya bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kiriye. Em behsa daketina bi rêjeya ji sedî 42yan dikin, ango hinardeya me ya Îraqê nêzîkî nîvî kêm bûye.
Ev yek ji bilî wan pirsgirêkên girêdayî berhemanîna li Tirkiyeyê, krîza aborî û bihabûna madeyên xav e ku pêşbazî zehmet kiriye. Di heman demê de sererastkirina bacê ya li Îraqê jî sedemeke bingehîn e. Kombûna van hemûyan îsal bûye sedema daketina hilberîna li herêmê û lawazbûna şiyana pêşbaziyê. Her wiha sîstema gumrikê ya ku tê bicihkirin, sedema herî mezin a daketina hinardeya Îraqê ye.
Rûdaw: Hinardekirina Sûriyeyê jî kêm bûye. Sedem çi ye ku hinardeya we ya Sûriyeyê bi wê rêjeyê daketiye?
Mehmet Kaya: Li ser Sûriyeyê rewş cuda ye. Dema em li hinardeya giştî ya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê dinêrin, em zêdebûneke berbiçav dibînin. Li gorî 5 mehên sala borî nêzîkî ji sedî 24 zêde bûye lê hinardeya Amedê bi rêjeya ji sedî 35 kêm bûye. Çend sedemên vê yekê hene, ya herî sereke ew e ku niha pêwendiyeke baş di navbera hikûmeta Tirkiyeyê û hikûmeta Sûriyeyê de çêbûye.
Rast e amarên hinardeyê zêde bûne û pirsgirêkên Deriyê Cîlvegozuyê gav bi gav hatine çareserkirin lê ev tenê di berjewendiya şirketên rojavayê Tirkiyeyê de ye.
Ji ber ku Deriyê Cîlvegozuyê nêzîkî 600 kîlometreyan ji Amedê dûr e. Em nikarin bi wê mesafeya zêde bi şirketên Konya, Mêrsîn û Edeneyê re pêşbaziyê bikin ku kel û pelan bifiroşin Sûriyeyê. Ji ber vê yekê me hevparên xwe yên bazirganiyê ji dest dane.
Pirsgirêka sereke li vir lojîstîk e. Ji bo ku em kel û pelekî ji Amedê bişînin Sûriyeyê, divê em heta Cîlvegozuyê biçin. Ev di demekê de ye ku deriyên Nisêbîn, Şenyurt û Serê Kaniyê ku tenê 170 kîlometreyan ji me dûr in, girtî ne. Eger ev derî neyên vekirin, dê ev rêje zêdetir dakeve.
Pirsgirêka deriyên sînorî
Rûdaw: Li ser Deriyê Sînorî yê Nisêbînê, hefteya borî nûçe hebûn ku dê were vekirin lê paşê hat gotin ku hîn girtî ye. Gelo sedema vê yekê Tirkiye ye yan Sûriye ye?
Mehmet Kaya: Li gorî wan civînên ku heta niha hatine kirin, berê sedema girtina deriyan bi hikûmeta Tirkiyeyê ve dihat girêdan lê belê di hevdîtinên van demên dawiyê de ji me re ragihandin ku Tirkiye dixwaze derî veke. Heta binesaziya teknîkî ya deriyê Nisêbînê piştî ku 13 salan girtî ma, hatiye çêkirin.
Lê dibêjin sedema sereke ya girtinê hikûmeta navendî ya Sûriyeyê ye. Şam ji bilî Cîlvegozuyê, li ser deriyên din têbînî û astengiyên wê hene. Em wisa difikirin ku heta pêwendiyên hikûmeta navendî ya Sûriyeyê bi herêmên Kurdan ên bakurrojhilat re baş nebin, ev derî nayên vekirin. Hikûmeta Tirkiyeyê dibêje mercên Şamê hene. Mixabin, tevî sozên ji bo vekirina deriyan, piştî 5 mehan hîn jî deriyên Nisêbîn û Murşitpinarê ji bo bazirganî û karên mirovî girtî ne. Heta ew alîkariyên mirovî yên ku me ji Amedê ji bo Kobaniyê kom kiribûn, me nekarî di wan deriyan re bibin. Em neçar man ku bi rêya deriyê Çobanbeyê bigihînin.
Rûdaw: Pirsgirêka sîstema Asycudayê ya di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de ber bi çareseriyê ve diçe. Gelo bi vê yekê dê rêjeya hinardeya we zêde nebe?
Mehmet Kaya: Em her tim dibêjin, di wê dema ku pêwendî baş bûn di salên 2013-2015an de, tenê di sala 2014an de me qebareya bazirganiyê gihand nêzîkî 15 milyar dolarî. Heta niha hejmareke wiha ducare nebûye.
Ji sedî 55ê tevahiya hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ye. Îraq her tim di rêza 5 welatên yekem de bûye ku Tirkiye herî zêde hinardeyê ji bo wan dike. Dema ku pêwendiyên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re baş dibin, em digihêjin hejmarên gelekî mezin. Zêdetirî 3 hezar şirketên Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê hene û bi wî qasî jî şirketên welatiyên Herêma Kurdistanê li Tirkiyeyê hene.
Ev yek nîşan dide ku binesaziya bazirganiyê heye lê pirsgirêka sereke bac û astengiyên deriyên sînorî ne. Eger deriyên wekî Şemzînan, Dêrelûk û Uzumluyê bi temamî werin karkirin û binesaziya rêyan were çêkirin, gihîştina 30 milyar dolarî ne karekî zehmet e.
Sala 2014an Tirkiye di rêza yekem a hinardeya Îraqê de bû lê di amarên 2025an de em dibînin Îmarat bûye yekem, Çîn bûye duyem û Tirkiye daketiye rêza sêyem. Sedem jî ew e ku Tirkiyeyê nekarî pêwendiyeke bazirganî ya rast bi hikûmeta navendî ya Îraqê û Herêma Kurdistanê re deyne û astengiyan rake. Ji ber vê yekê em bazara xwe ji welatên Kendavê û Çînê re dihêlin. Divê Tirkiye qonaxeke nû ji bo rakirina astengiyan û çareserkirina pirsgirêka bac û gumrikê bi Îraqê re dest pê bike.
.jpg&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)