Nûnerê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Ulabî diyar kir ku pêngavên wan helwesta hikûmetê ya li ser mafên gelê Kurd eşkere dikin.
Îbrahîm Ulabî li baregeha sereke ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê, amaje bi girîngiya biryarnameya bi hejmara 13an (mersûma 13an) kir.
Ev biryarname ji aliyê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ve hatiye îmzekirin ku tê de zimanê Kurdî wekî zimanekî niştimanî hatiye naskirin, mafê welatîbûnê ji bo Kurdan hatiye dayîn û Newroz jî wekî betlaneyeke fermî hatiye qebûlkirin.
Ulabî diyar kir ku di hemû dîroka Sûriyeyê de biryareke dîrokî ya bi vî rengî ji bo mafên Kurdan nehatiye dayîn û li ser “garantîkirina van mafan a di destûrê de” got:
"Niha parlamentoya nû ya Sûriyeyê ava bûye û nûnerên Kurd û ew kesên ku dîrokeke wan a dirêj di têkoşîna ji bo mafên Kurdan de heye di parlamentoyê de cih digirin.
Amadekirina destûrê û avakirina komîteyên peywendîdar bi temamî ji parlamentoyê re hatiye hiştin. Biryardana li ser van mijaran dê bi rêya pêvajoya parlamentoyê be û êdî hikûmet jê ne berpirsyar e."
Nûnerê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Ulabî pirsên me bersivandin:
Rûdaw: Pirsa yekem li ser pêvajoya destûrî ye. Ez dizanim biryarnameya hejmara 13an a ku Ehmed Şer îmze kiriye Kurdî wekî zimanekî niştimanî nas dike, welatîbûnê dide Kurdan û Newrozê wekî betlaneyê nas dike. Lê Kurd dibêjin biryarname dikare bi serê qelemekê were betalkirin. Gelo hûn garantiyê didin ku ev mafên Kurdan di destûrê de werin çespandin? Gelo Kurd dê beşdarî pêvajoya nivîsandina destûrê bibin?
Îbrahîm Ulabî: Baş e, ez spasiya te dikim ku tu qebûl dikî ev biryarname bi wateya xwe dîrokî bû. Ew pênûs hebûn û ew kaxez jî hebûn lê di hemû dîroka Sûriyeyê de ti carî li ser wan nehatibû nivîsandin.
Niha wekî tu dizanî parlamento ava bûye û Serokkomar jî welatiyên Kurd, berpirsên Kurd û ew kesên ku dîrokeke wan a dirêj di têkoşîna ji bo mafên Kurdan de heye di parlamentoyê de erkdar kirine. Ez bawer im te ew xanima Kurd a bi cil û bergên Kurdî di parlamentoyê de dît.
Niha parlamento ew der e ku divê destûrê amade bike. Va ye niha parlamentoyeke me ya bi temamî ava bûye heye, ev pirs dê rasterast bikevin pêşiya pêvajoya parlamentoyê. Destûr dê were çêkirin. Komîte dê bi rêya parlamentoyê bin. Hikûmet êdî jê ne berpirsyar e.
Rûdaw: Lê hikûmeta we ji bo çespandina wan a di destûrê de pêbend e?
Îbrahîm Ulabî: Tiştê ku we ditiye tenê ew nîne ku me tiştek xistiye ser kaxezê yan biryarnameyê, belkî di rastiyê de ew hemû xelkê ku welatîbûnê dixwazin gelekî baş e.Hejmara wan kesên ku mafê welatîbûnê werdigirin, her wiha erkdarkirin û hemû yên din helwesta me wekî hikûmet li ser mafên Kurdan eşkere dikin. Lê pêvajoya destûrî ne karê me ye ku em li ser daxuyaniyan bidin. Ew tiştek e ku ji parlamentoyê re hatiye hiştin.
Rûdaw: Tenê pirseke din li ser desteserkirina wî barê çekan ku te di Konseya Ewlehiyê de behs kir. Tu dikarî agahiyên zêdetir bidî me? We çawa zanîbû? Hûrgiliyên zêdetir bide me.
Îbrahîm Ulabî: Helbet. Lêkolîn didomin. Me bi awayekî pir zelal ragihand ku Sûriye ji bo ti armanca biwekalet nayê bikaranîn û ji bo têkdana aramiya herêmê nayê bikaranîn. Ji ber wê, ji bo me, ev barekî çekan bû ku me dest danî ser. Bi rêya Îraqê dihat. Lêkolînên me yên destpêkê nîşan didin ku ber bi Libnanê ve diçû. Me dest danî serê, ev jî nîşan dide ku em bi kirinên xwe ji gotinên xwe re dikin balpişt. Dema em dibêjin Sûriye rê nade bibe herêmeke (bidestxistina) çekan, em pêbendî vê yekê ne. Ji ber wê ev encama gotinên me yên rasterast e.

.webp&w=3840&q=75)
