Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê tekez kir ku biryara PKKyê ya danîna çekan "şansekî dîrokî" ye.
Ayşegul Doganê got ku divê yasa di çarçoveyeke teng de neyê sînordarkirin û ji bo ku Abdullah Ocalan karibe pêvajoyê bi rê ve bibe, divê kanalên têkiliyê rasterast werin vekirin.
Rojeva siyasî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi guftûgoyên li ser "projeyasaya çarçoveyê" germ e. Tê payîn ku ev yasa ji bo danîna çekan, vegera endamên PKKyê û çareseriya pirsgirêka Kurdan bibe destpêk û bingeheke hiqûqî. Lê belê naveroka yasayê, dema hatina wê ya parlamentoyê û şert û mercên wê hîn jî bi temamî ne diyar in.
Hevdîtinên li ser naverokê didomin
Berdevka Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Dogan, li ser ekrana Rûdawê bû mêhvana bernameya Hêvîdar Zanayê û bersiv da pirsên li ser vê mijarê.
Doganê eşkere kir ku reşnivîsa yasayê hîn negihiştiye ber destê wan û parlamentoyê. Wê da zanîn ku hevdîtinên li ser naverokê, bi taybetî jî bi rêya şandeya Îmraliyê, didomin.
Divê şert û mercên Îmraliyê werin başkirin
Di hevpeyvînê de, Ayşegul Doganê bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a di vê pêvajoyê de.
Wê tekez kir ku divê şert û mercên Ocalan ên li Îmraliyê werin başkirin da ku ew karibe têkiliyê bi civak, rojnameger û derdorên siyasî re deyne û rola xwe bi cih bîne.
Doganê her wiha destnîşan kir ku divê yasa neyê sînordarkirin û neyê girêdan bi şertên giran ve. Li gorî gotina wê, pêwîst e piştî ku yasa li parlamentoyê hat pesendkirin yekser were cîbicîkirin.
"Pirsgirêka Kurdan bi nêrîna ewlehiyê çareser nabe"
Berdevka DEM Partiyê diyar kir ku pirsgirêka Kurdan meseleyeke nasname û ziman e, loma jî bi nêrîna ewlehiyê çareser nabe.
Wê anî zimên ku pêwîstiya vê pirsê bi çareseriyeke siyasî heye û gav bi gav divê ev derfeta dîrokî were nirxandin da ku dawî li şerê 52 salan bê anîn.
Rûdaw: Yasa kengî tê parlamentoyê çi di naveroka wê de heye heta niha bi zelalî nayê zanîn bi rastî. Ji bo van pirsan û gelekên din ez ê yekser biçime cem Berdevka DEM Partiyê Xanim Ayşegul Dogan ji Enqereyê li gel me ye. Ayşegul Xanim dem baş, bi xêr hatî Rûdawê.
Ayşegul Dogan: Dem baş, roj baş.
Rûdaw: Belê, ez dê hema yekser vê bibêjim, gelo projeyasa gihişte ber destê parlamentoyê?
Ayşegul Dogan: Nexêr, hê ne gihiştiye ber destê parlamentoyê. Wekî ku we jî di nûçeya xwe de anî berçav, ku hemû alî jî dibêjin hê ne gihiştiye parlamentoyê. Hê ne gihiştiye partiya me jî. Hê tê nivîsandin û li ser hîn hevdîtin tên çêkirin.
Rûdaw: Yanî nivîsandina wê jî xilas nebûye. We reşnivîsa wê jî nedîtiye ne wisa?
Ayşegul Dogan: Nexêr, heta niha me reşnivîsa wê nedîtiye. Pêşnûmeya yasaya çarçoveyê negihiştiye destê me.
Rûdaw: Belê, lê hûn dizanin gelo çi di naveroka wê de heye? Yan we li ser naverokê gotûbêj kiriye bi AK Partiyê re?
Ayşegul Dogan: Em ji xwe li ser naverokê gotûbêj dikin. Yanî hevdîtinên me jî li ser naveroka yasayê ye. Hevdîtina dawî ya li Girava Îmraliyê jî li ser vê bû, wekî ku tê zanîn piştî wê daxuyaniyek nivîskî jî hat kirin, hevdîtinên me jî ji aliyê şandeya me ya Îmraliyê tên bi rê ve birin. Heta niha jî em bêjin, tiştekî nivîskî, xal bi xal, naverokeke zelal derneketiye holê.
Rûdaw: DEM Partî her demê dibêje, ji destpêkê ve dibêjin eger xalek taybet bi statuya Abdullah Ocalan tê de nebe nabe çareserî. Lê Akın Gurlek jî Wezîrê Dadê, got tu xalek taybet bi şexsekî ve di wê projeyasayê de nabe. We li ser vê yekê li hev kiriye gelo?
Ayşegul Dogan: Niha ev mesele, divê em vê meseleyê piçekî zelal bikin. Em tu tiştî taybetmendiya ji bo şexsekî hebe, daxwaz nakin. Em pêwîstiyên pêvajoyê tînin ziman. Pêwîstiyên pêvajoyê çine? Ji bo ku pêvajo bikaribe bi rê ve biçe. Lezek jî ji bo pêvajoyê lazim e. Hûn zanin hem rewşa Rojhilata Navîn hem jî ev du sal in e em bendewarê yasayê ne.
Em dibêjin bingehek hiqûqî divê bê danîn. Em gihîştin vê qonaxa gelekî girîng. Pêwîstiya wê çi ye? Divê ev kesên ku li ser vê pêvajoyê bandorên ên gelekî erênî hene divê rê ji wan re vebe. Yanî niha we çawa Rêzdar Ocalan bikaribe vê pêvajoyê, nêzî du sal in bi şert û mercên gelekî giran de dimeşîne. Lê tenê bi hevdîtina çar pênc saetan û tenê bi heyetekê re hevdîtinê bi rê ve bibe. Ev ne tiştekî normal e. Yanî bi vî şeklî zehmet dibe.
Em dixwazin ev zehmetî ji holê rabe. Ji ber wê ye jî em dibêjin ev dibe ku bibe komîteyek, ev dibe ku bibe desteyek. Lê her tiştek divê bê pêkanîn ku Rêzdar Ocalan jî rola xwe ya girîng ya nav vê pêvajoyê de bikaribe bilîze. Yanî ev qanûn jî ji bo wê dikare bibe destpêkek. Yanî ji statuyê divê mirov vê fêm bike. Divê şert û mercên wî yên azad derkevin holê ku bikaribe têkiliyan deyne, bikaribe pêwîstiyên pêvajoyê li gorî wê jî tevbigerin.
Rûdaw: Şert û mercên girava Îmraliyê Ayşegul Xanim, qet nehatine guhertin gelo ji destpêka pêvajoyê ve heta niha?
Ayşegul Dogan: Nexêr, yanî şert û mercên girava Îmraliyê yên jiyanê nehatine guhertin. Tiştê ku şandeya me cara dawî jî çûyî, wekî agahî ji me re ragihandî ti guhertinek şert û mercên girava Îmraliyê de nîne. Bes tenê çi heye? Berê hûn dizanin tecrîdeke gelekî giran hebû û şandeya me jî nedikarî serdanê li Îmraliyê bike. Malbat jî nedikarî serdanê bike. Parêzerên wî jî nedikarin herin Rêzdar Ocalan bibînin.
Lê piştî ku pêvajo dest pê kir, ev derî vebû lê ev derî çawa vebû? Heta îro hîç jî ne zelal e kîjan roj, kîjan wext, kengî wê bikaribin şandeya me an jî parêzerên wî an jî malbata wî bikaribe here serdana li girava Îmraliyê bike. Ev dibe xetereyek, ev fikar û gumanan çêdike. Em dibêjin şûna van fikar û gumanan, şûna vê xetereyê, em mijarê zelaltir bikin.
Rewşa girava Îmraliyê, şert û mercên girava Îmraliyê jî biguherînin. Yanî têkiliyeke yekser seranser Rêzdar Ocalan bikaribe wekî mînak bi tevgera xwe re deyne, wê hîn tişt zelaltir bibin. An jî bi derdorên cuda re bikaribe têkilî deyne, rojnamegeran re, bi saziyên sivîl re, bi akademîsyenan re, bi nivîskaran re, bi kesên ku mafên mirovan re mijûl dibin, pispor in, û siyasetmedar in, wekî em, wekî partiya DEMê em nikarin herin serdanekî girava Îmraliyê bikin.
Mafê me heye wekî parlamenter em daxwazên herin hemû girtîgehan ziyaret bikin kesên ku em daxwazin wan bibînin. Lê em nikarin herin girava Îmraliyê û Rêzdar Ocalan bibînin. Em dibêjin bê navbeykar yekser ev bi xwe bila têkiliyên xwe bi civakê re deyne û peyama xwe ji devê xwe ragihîne. Ev tiştekî xwezayî ye û li dinyayê jî wisa çêbûye Hêvîdar Xanim.
Rûdaw: Ez dê werim ser meseleya projeyasayê. Xuyaye projeyasa sînordarkirî ye, yanî wê tenê rewşa hiqûqî ya wan gerîlayên ku çekê xwe datînin rîk bixe, bi çi rengî vegerin. Îca amadehiyên teknîkî ji bo hatina gerilayan û kesên li Ewropayê hatiye kirin? Mekanîzmayek hatiye diyar kirin ev kes wê çawa werin?
Ayşegul Dogan: Heta niha ev mîkanîzma ne diyar e. Em jî dibêjin pêwîstiya vê pêvajoyê bi mîkanîzmayekê heye. Divê desteyek hebe ku bikaribe bişopîne, eleqedar bibe, çavdêriyê bike, amadekariya vê qonaxa nû bike. Ev yek, ya duyemîn em ji bo sînordariya yasayê jî em dibêjin, ne sînordar be ev yasa. Bikaribe hemû kesên ku bixwazin jî îstifade bikin, bixwazin vegerin, hemû yên bê sînor, bixe vê yasayê de, wê baştir bibe.
Lê wekî ku wia xuya dike ku, heta niha agahiyên ku gihîştine destê me, gav bi gav ev qanûn wê. Em dibêjin pirsgirêka Kurd çareser bike. Ev jî ji bo destpêkê wekî awayekî bingehekî hiqûqî em vê jî bi qedir dibînin. Lê dîsa jî em careke din ducare bikin û vê bangewaziyê bikin. Divê ev yasa ti tiştekî sînor neke, ji ber ku tiştê herî pêwîst îro çi ye, em dibêjin tevgerekê biryar daye, biryareke stratejîk daye.
Rêberê wê tevgerê bangewaziyek gelekî stratejîk kiriye û dibêjin îcar em dawî li têkoşîna çekdarî tînin. Ev biryarek stratejîk e. Ev derfeteke gelekî mezin e, şansek gelekî mezin e, ji bo me hemûyan şansek gelekî mezin e, derfetê diafirîne. Şansê çi ye ev? Îcar wê çek ji dewrê derkevin û bi awayekî mayînde divê ev çek ji dewrê derkevin. Ew awayê mayînde wê çawa pêk were, bi qanûnan wê pêk were, çi qanûn pêwîst be, divê ew qanûn jî îca bên çêkirin û li gorî haziriya wa qanûn a ji hin lijne, hin deste jî bên amadekirin û bên damezirandin.
Rûdaw: Hûn li ser van tiştên ku tu behsa wan dikî, hevnêrîn in li gel aliyê desthilatê? Yanî qonax bi qonax em ê ber bi vê meselê ve, ber bi vê çareseriyê ve biçin gelo?
Ayşegul Dogan: Em ne hevnêrîn bin jî mesele, meseleyeke siyasî ye. Hêvîdar Xanim ev mesele ji înkarê derketiye hatiye heta vê astê. Meseleya Kurdan, pirsgirêka Kurdan çi ye? Meseleya ku ziman e, meseleyeke nasnameyê ye, meseleyeke hebûnê ye. Kurd heta îro tune hatin hesibandin. Kurd heta îro weke tehlûke hatin dîtin. Kurd heta îro bi tiştê ku, em bêjin weke kesên ku divê mirov ji wan bitirse hatin xuyakirin li Tirkiyeyê.
Ev sedsala borî derket holê ku Kurd tenê heqê xwe yê xwezayî dixwazin. Yanî dixwazin zimanê xwe azad bi kar bînin. Dixwazin ji hebûna wan re neyê tirsandin. Hebûna wan ne tehlûke ye ne tehdît e, ji bo ti welatî, ji bo Tirkiyeyê jî ne tehdîteke. Loma ev meseleyeke siyasî ye û divê çareseriyeke siyasî ji vê meselê re gav bi gav be jîbê dîtin.
Em dibêjin bi yasayekê, meseleya ku sadsalane nayê çareserkirin. Em ne bendewarê wê yekê ne ku bi yasayekê bê çêkirin, bi yasayekê hemî pirsgirêkên Tirkiyeyê yên demokratîkbûnê bên çareserkirin. Ev îmkana wê jixwe nîne, lê divê em destpêkeke wê baş û qayîm bikin ku, gaveke wisa baş bavêjin ku bikaribin piştî wê gav bi gav, pêl bi pêl ber bi çareseriyeke mayînde ve herin.
Hêvîdar Zana: Wê heta meha Îlonê bidome meseleya projeyasayê û gotûbêj û pesendkirina wê? Piştî ku pesend bû li parlamentoyê, yekser wê were cîbicîkirin yan wê bi şert û mercan ve were girêdan? Ji ber ku dibêjin, divê rapora MÎTê were, divê rapora artêşê were ku PKKyê bi temamî çek danîne. Eger wisa be xuyaye wê gelekî dirêj be. Ev şert û merc hîna hene gelo?
Ayşegul Dogan: Divê gelek dirêj nebe. Divê piştî ku ji parlamentoyê derbas bû, ev yasa, li gor pêwîstiya pêvajoyê bi kar bê. Îca kesên ku vegerin, vegerin. Kesên ku wê ji hebsê derkevin, derkevin. Kesên ku wê ji Ewropayê vegerin Tirkiyeyê yanî bikaribin vegerin welêt, hêsanî bibî û nehele wext, ser de bibore, daxwaza me ew e ku, ne girêdayî şert û mercan be. Piştî ku yasa derketiye şert û mercên yasayê, cîbicîhanîna yasayê ye.
Di dema pêkanîna yasayê de eger em jî amadekariya xwe dikin, em ne hevnêrînin jî, tiştek îca zelal e, Hêvîdar Xanim ez wê jî ducare bikim. Ev meseleyek siyasî ye, gelek desthilatdar guherîn, heta niha. Vê meselê xwestin bi nêrîna ewlehiyê çareser bikin. Çareser nebû.
Em dixwazin ev şerê pêncî û du sal e didome, îca bi awayekî, bi rastî mayînde, bê veger çareser bibe. Kes neyê kuştin. Şer û pevçûn çênebin. Ti pirsgirêk nîne ku em bi axaftinê, bi dan û standinê, bi diyalogê jê re çareserî nebînin. Pirsgirêka Kurdan jî tê de.
Bi vî şiklî em dixwazin bi riya dan û standinê çareseriyek mayînde. Heger em îro behsa tifaqa Kurd û Tirk em qala vê dikin ne wisa ye? Wisa tê gotin. Heger em dixwazin ji dil vê tifaqê mayînde bikin, divê çi lazim be em li ser wan xalan bikaribin biaxivin û rêyek em neşibin hevdû jî, jixwe ne şibandina hevdû ye wekhevî û biratî, divê em xwezaya xwe biparêzin. Divê em bikaribin rêyekê vekin û vê meseleyê bi awayekî mayînde çareser bikin. Em ji bo wê jî gihîştine derfeteke dîrokî. Ez bawer im em dê bikaribin vê derfeta dîrokî mayînde bikin û bi kar bînin bi awayekî erênî.
Rûdaw: Gelekî spas Xanim Ayşegul Dogan, Berdevka DEM Partiyê tu ji Enqereyê mevana me bûyî.
Ayşegul Dogan: Ez jî gelekî spas dikim û ji we re weşaneke xweş dixwazim.


