Birêvebirê Enstîtuya Kurdolojiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Prof. Dr. Nesîm Sonmez got, “Eger siyaseta li ser zimanê Kurdî neyê guhertin mixabin ez dibêjim ku dibe ku piştî 30-40 salî bibêjin zimanê Kurdî zimanekî mirî ye.”
Li bajarê Almatayê yê Qezaxistanê konferanseke navneteweyî ya zanistî ya li ser ziman, dîrok û wêjeya Kurdî lidarxistin.
Zanyarên ji çend welatan beşdar bûn û di warê ziman û wêje û dîrokê de gotarên xwe pêşkêş kirin.
Yek ji wan zanyaran ku gotara xwe pêşkêş kir Birêvebirê Enstîtuya Kurdolojiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Prof. Dr. Nesîm Sonmez bû.
Prof. Dr. Nesîm Sonmez li ser pirsgirêkên zimanê Kurdî pirsên me bersivandin.
Rûdaw: Mamoste em bi gotara we dest pê bikin. Mijara we çi bû? We çi pêşkêş kir, eger bi kurtî qala wê bikî?
Nesîm Sonmez: Gotara min li ser pirsgirêka îro ya perwerdeya zimanê Kurdî ya li Bakur bû. Yanî çi pirsgirêk li pêşiya me hene, em van pirsgirêkan çawa dikarin çareser bikin? An jî em bibêjin hinek gav hatine avêtin, ew çi gav in ku hatine avêtin û gelo ew gavên erênî yên ku hatine avêtin têr dikin an na? Daxwazên me çi ne? Bi kurtasî, min di axaftina xwe de mijar bi vî rengî anî zimên.
Rûdaw: Pirsgirêkeke pir cidî li Bakurê Kurdistanê heye û bê guman li dîyasporayê jî heye, ew jî asîmîlasyon e. Asîmîlasyon bi çi cureyî di konferansê de hat pênasekirin? Gelo konferansê karîbû pirsên sereke, kêşeyên sereke yên asîmîlasyonê biçespîne û bixe ber çavan?
Nesîm Sonmez: Bi rastî, li pêşiya zimanê Kurdî xetereyeke gelekî mezin heye. Eger siyaseta li ser zimanê Kurdî neyê guhertin mixabin ez dibêjim ku dibe ku piştî 30-40 salî bibêjin zimanê Kurdî zimanekî mirî ye. Ji bo wê yekê jî pêwîst e em kar û xebatên xwe zêdetir bikin û li ser hûrgiliyan bisekinin.
Wekî hûn dizanin, ziman kesayeta mirovan e. Ziman ew tişt e ku mirovan dike mirov û wan ji heyînên din cudatir dike. Lewra em bi zimanê xwe şaristaniya xwe ava dikin û wî digihînin nifşên paşeroja xwe. Bi destûra we ez mînakekê bidim.
Wekî mînak; em bêjin Sumerî. Em dizanin yan jî li gorî gelek çavkaniyan nivîs yekem car ji aliyê wan ve hatiye dahênan lê gelo îro Sumerî hene? Tune ne, hatine pişaftin û helandin. Sedema wê çi ye? Wan li zimanê xwe xwedî derneketiye. Ji bo wê yekê jî pêwîst e em li zimanê xwe xwedî derkevin.
Rûdaw: Siyaseta kê ye? Siyaseta dewletên li ser Kurdistanê yan partiyên siyasî yên Kurdan? An civak nikare wê siyasetê biguhere? Wekî sazî, wekî enstîtuyeke Kurdolojiyê heza we heye ku hûn bandor û karîgeriyê li ser siyaseta hikûmetê bikin da ku siyaseta xwe ya li ser zimanê Kurdî biguhere?
Nesîm Sonmez: Em yek ji beşên Zanîngeha Wanê ya Yuzuncu Yilê ne. Helbet hinek caran ji me raporan dixwazin û derbarê van meseleyan de dipirsin, "Hûn çi difikirin û hûn ji me re çi pêşniyar dikin, çi rê li pêşiya me vedikin?" Pirsên bi vî rengî ji me dikin û em jî daxwazên xwe, nêrînên xwe û ramanên xwe bi rayedarên komara xwe re parve dikin.
Helbet em dixwazin zimanê Kurdî li Bakur bibe zimanê perwerdeyê, her kes bikaribe bi zimanê xwe perwerdeya xwe bibîne lê divê civak jî li me xwedî derkeve. Di destpêka avakirina Komara Tirkiyeyê de gelek astengî li ser zimanê Kurdî hatin çêkirin lê miletê Kurd li Bakur dev ji zimanê xwe berneda.
Birêvebirên dewleta me jî dît ku ev pirsgirêk bi darê zorê nayê çareserkirin û got, "Em dê hinek rêyên erênî li pêşiya Kurdan vekin." Wekî nimûne, di dibistanên seretayî, navendî û lîseyê de wekî dersên vebijêrkî maf dan ku Kurd dersên vebijêrkî hilbijêrin û zarokên xwe bidin xwendin. Niha li 7 zanîngehan beşa ziman û çanda Kurdî û her wiha beşa ziman û edebiyata Kurdî heye. Li van zanîngehan di asta lîsansê de, di asta masterê de û di asta doktorayê de perwerde tê kirin.
Her wiha dewleta me kêmzêde 150 mamosteyên zimanê Kurdî bi awayekî fermî li bajarên cuda yên ku Kurd lê dijîn wezîfedar kirin. Yek ji wan jî li Stenbol, Edene, Îzmîr, Amed, Wan û Colemêrgê di xizmeta zimanê Kurdî de ne û dersa zimanê Kurdî didin. Ew jî derçûyên perwerdeya zanîngeha me û gelek zanîngehên din in.
Rûdaw: Lê li aliyekî din hîn jî li parlamentoyê nayê qebûlkirin. Wekî mînak, di civîneke Komîsyona çareseriyê de dayîkeke Kurd xwest bi Kurdî biaxive lê nehiştin. Hîn jî li parlamentoyê dibêjin, "zimanekî ku nayê zanîn." Ev siyaset dê çawa bê guhertin?
Nesîm Sonmez: Niha dema ku Komara Tirkiyeyê hat avakirin, li ser hişmendiyeke nijadperest hat avakirin. Ew difikirin ku sedema hilweşîna dewleta Osmaniyan an jî Împaratoriya Osmaniyan pirnetewebûn bû. Dibêjin, "Eger em derî vekin û bi zimanên cuda perwerdehî li welatê me çêbibe îhtîmal heye ku welatê me perçe bibe."
Lê em ji wan re dibêjin, wekî mînak TRT Kurdî heye, wekî hûn jî dizanin 24 saetan weşana zindî dike. Min bi şexsê xwe jî ji gelek rayedaran pirsî, me gotiye, "Keko wekî mînak TRT Kurdî 24 saetan weşan dike, ti zerer gihiştin welatê me?" Dibêjin "Na." Em dibêjin, "Di zanîngehan de perwerdehî bi zimanê Kurdî tê kirin, çi zerer daye sîstema dewleta me?" Dibêjin "Na." Em dibêjin "Wê demê ev tirs û xofa di dilê we de bêbingeh e û bêwate ye."
Rûdaw: Zêdetir bibêjim, bibore; Rûsya welatekî pirnetewe ye, 25 komarên otonom lê hene û bi dehan herêmên otonom hene. Her kes bi zimanê xwe perwerde dibe li gel zimanê Rûsî. Qezaxistana ku em niha lê ne, 140 û zêdetir netewe li wir hene û di destûrê de zimanê her kesî serbest e. Ne ku dibistaneke xwerû bi zimanê wan be, li cihê ku ew bi kom dijîn derfet tê dayîn. Ti welat perçe nabin. Ne Qezaxistan perçe dibe, ne Rûsya perçe dibe. Gelo ev tirsa Tirkiyeyê nehatiye derbaskirin?
Nesîm Sonmez: Ev tirs bê cih e û bê wate ye. Rayedarên me bi rastî gihiştine wê asta ku eger pêşî li perwerdehiya zimanê Kurdî vekin, ji bo dewleta me baştir dibe. Îhtîmal heye û ez hêvîdar im di paşerojê de û belkî di demeke nêzîk de jî derfetên perwerdeya bi temamî bi zimanê Kurdî ji bo Kurdan bê dayîn û Kurd karibin zarokên xwe bi zimanê Kurdî perwerde bikin. Yanî bi rastî ez hêvîdar im û bêhêvî nînim.
Rûdaw: Eger sibe dewlet bibêje “Fermo kerem bikin.” Gelo di hemû dîsîplînan de, ji matematîk û endezyarî, cografya, biyolojiyê bigirin heta felsefe û dîsîplînên din akademîsyenên Kurd amade ne ku perwerdeyê bidin?
Nesîm Sonmez: Divê em bi awayekî realîst li pirsgirêkê binerin. Me li Tirkiyeyê bi zimanê Tirkî perwerde dîtiye. Eger em rabin bibêjin mamoste dikarin di her warî de dersê bidin, ew jî dê piçekî ji realîteyê dûr be. Lê ji bo wê xebateke mezin lazim e.
Mirov nikare bibêje di demeke dûr û dirêj de, na di navbera salek-du salan de ev pirsgirêk çareser dibe. Ez hêvîdar im miletê me yê Kurd li Bakur bi awayekî hêsanî ji vê ezmûnê derbas bibe. Yanî bi rastî astengiyên berbiçav li pêşiya me tune ne.
Wekî mînak her sal ji bo dibistanên seretayî û navîn dema hilbijartina dersên vebijêrkî tê em wekî mamoste bi gelê xwe re dikevin nava çalakiyan, di kolan û kuçeyan de em gelê xwe hişyar dikin, dibêjin, "Xwedî li zimanê xwe derkevin û vê dersê hilbijêrin." Wekî din, mînak em di konferansên xwe de, di semînerên xwe de an jî dema ku em diçin nava gel, em van daxwazên xwe ji gel re dibêjin. Gelê me jî bi rastî zêdetir kêfa wan ji vê mijarê re tê.
Her wekî din di qursên taybet de, wekî mînak em diçin qursên taybet didin. Xwendekarên zanîngehê yên beşên curbicur ji me daxwaz dikin û dibêjin, "Em dixwazin werin û fêrî zimanê Kurdî bibin." Em jî li enstîtuya xwe wê daxwaza wan bi cih tînin. Her wiha tiştekî girîng e ku mamosteyên zanîngehê jî ji me gelekî daxwaz dikin ku qursên zimanê Kurdî li zanîngehê werin vekirin da ku ew jî werin û zimanê dayîka xwe bi awayekî hêsan fêr bibin. Ev yek jî dide xuyakirin ku di nava gel de daxwaziyeke gelekî xurt derbarê vê mijarê de heye.
Rûdaw: Baş e, gelo pêwendiya we bi zanîngehên Başûrê Kurdistanê yan jî zanîngehên din re heye? Hûn pêwendiya xwendekaran bi rêya wan zanîngehan datînin an hûn wan ji nav gel hildibijêrin an bi serlêdanên wan?
Nesîm Sonmez: Her sal di meha tebaxê de ji bo xwendekarên biyanî serlêdan dest pê dike. Wekî mînak ji Başûr hinek xwendekar bi rêya şirketan serî lê didin. Hinek xwendekar jî rasterast bi rêya online li ser malpera zanîngeha me serî lê didin. Hinek krîterên me hene, şert û mercên me hene. Ew kesên ku şert û mercên me bi cih tînin, ne tenê di beşa Kurdî de, di hemû beşên zanîngehê de xwendekarên Başûrî tên li cem me dixwînin. Wekî mînak di enstîtuya me de heta roja îro kêmzêde 150 xwendekarên masterê derçûne.
Rûdaw: Ji Başûr?
Nesîm Sonmez: Ji Başûr, belê.
Rûdaw: Ji Rojava jî tên?
Nesîm Sonmez: Ji Rojava hindik tên. Piranî ew Rojavayiyên ku koçber bûne û çûne Ewropayê, ew tên. Her wiha ji Rojhilat jî heta niha em dikarin bibêjin nêzîkî 10 xwendekar hene.
Rûdaw: Ya girîng, em niha li Qezaxistanê, yanî li axa Sovyeta kevn in. Pirsgirêka sereke ya li vê derê asîmîlasyon e. Projeyeke we heye ku hûn bi taybetî kontenjanekê vekin, yan jî zêdetir bala xwe bidin dîyasporayê? Wekî mînak li Azerbeycanê asîmîlasyon gihîştiye asta herî dawî. Gelo hûn dikarin wan teşwîq bikin? Wekî mînak, li wê derê saziyeke civakî ya Kurdan heye, eger pêwendiya we bi wan re hebe û hûn ji wan re bibêjin, "Em dikarin eger hûn du xwendekaran bişînin bila li cem me perwerde bibînin û paşê vegerin"?
Nesîm Sonmez: Wekî mînak, em ji Qezaxistanê han jî ji enstîtuyeke Azerbeycanê re xeberekê bişînin û em bibêjin, "Serlêdan dest pê dike, ji kerema xwe du-sê xwendekarên xwe destnîşan bikin bila serlêdanê bikin." Em jî li zanîngehê bibin alîkar, bi awayekî pozîtîf li wan binerin, em wan werbigirin û perwerde bikin. Em vî sozî li ber ekranên Rûdawê didin.
Rûdaw: Gelekî spas mamoste! Hevpeyvîneke sûdmend bû. Temaşevanên me jî bihîst. Em careke din, ev peyama Mamoste Nesîm digihînin we hemûyan û bi taybetî nûnerên dîyasporayê. Her sal meha gulanê serlêdan dest pê dike û meha tebaxê serlêdan tên tomarkirin. Bila saziyên Kurdan yên ji Qezaxistan, Gurcistan, Azerbeycan û Ermenistanê serlêdanê bikin. Eger yek xwendekar be jî du xwendekaran bişînin bila perwerdeyê bibînin û vegerin. Ev belkî bi temamî pêşî li asîmîlasyonê negire jî lê dê bibe gaveke erênî.
Nesîm Sonmez: Bi rastî em wekî beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Wanê dixwazin zanîngeha xwe bikin navenda xebatên Qefqasyayê. Ew jî belkî wekî mizgîniyekê be ku em bidin temaşevanên xwe.
Rûdaw: Belê peyameke pir girîng bû. Gelekî spas!



