Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Meclisa Sûriyeya Demokrat (MSD) Hesen Mihemed Elî ragihand, piştî peymana bingehîn a 10ê Adarê çend peymanên din jî hatine çêkirin û got:
"Em niha li Sûriyeyê li ser Sûriyeyeya nû nîqaşan dikin. Em li ser wê yekê dixebitin ka em dê çawa bikin û Kurd dê çawa bibin hevparên vê pergalê."
Hesen Mihemed Elî destnîşan kir ku wan ji bo çêkirina peymanan hewldanên mezin dane.
Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên MSDyê qala rola Mezlûm Ebdî jî kir û got:
"Ev guherîneke dîrokî ye. Mezlûm Ebdî êdî ber bi dawiya karê xwe yê leşkerî ve diçe. Niha li Koşka Serokatiyê ya li Şamê li ser vê yekê nîqaş hatine kirin. Êdî pêvajoyeke nû dest pê dike."
Hesen Mihemed Elî diyar kir ku Mezlûm Ebdî êdî dê wekî şêwirmendê kar û barên Kurdan li Koşka Serokatiyê cih bigire û ew dê berpirsê şopandina vê dosyeya mezin be.
Hesen Mihemed Elî li ser mijara ziman got, “Meseleya ziman ji bo me têkoşînek e. Divê em zimanê xwe di perwerdeyê de ji seretayî heta zanîngehê bi kar bînin.
Wî bal kişand ser mafê perwerdeyê û got, "Em dê Kurdî bikin zimanê fermî yê Sûriyeyê."
Hesen Mihemed Elî li ser paşeroja MSDyê jî ev tişt anîn zimên:
"MSDyê biryar daye ku kongreya xwe çêbike. Niha pergal tê guhertin û em ber bi Sûriyeyeyeke nû ve diçin.
Em dixwazin pisporên Kurd di nav saziyên dewletê de bixebitin. Têkoşîna me ya nû dê bi vî rengî di hundirê dewletê de bimeşe."
Hesen Mihemed Elî beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên me bersivandin:
Rûdaw: Kek Hesen, bi xêr hatî. Ev çi bû li Şamê? Ji nişkê ve Mezlûm Ebdî derket, HSD hat fesixkirin û tê gotin ku ew dê bibe şêwirmendê Serokatiya Sûriyeyê yê kar û barên Kurdan. Tu li ser vê yekê çi dibêjî?
Hesen Mihemed Elî: Piştî peymana bingehîn a 10ê Adarê pêk hat, çend peymanên din jî hatin çêkirin. Em niha li Sûriyeyê piştî rûxîna pergalê, li ser Sûriyeyeya nû nîqaşan dikin. Em nîqaş dikin bê em dê çawa bi rê ve biçin û Kurd dê çawa bibin hevpar.
Ji bo vê yekê me hewldanên xwe kirin da ku peyman werin çêkirin. HSD çû Şamê û 10ê Adarê peymanek îmze kir. Piştî wê di meha yekê û di meha nîsanê de jî peyman çêbûn. Sûriyeyeke nû ji nû ve tê avakirin û di vê Sûriyeyeya nû de divê em bibin hevpar. Mîna wê dema ku pergal li Îraqê sala 2003yan hilweşiya. Wê demê hemû pêkhateyan, bi taybetî Kurdan û Şîeyan Îraq ji nû ve ava kir.
Ev guherîneke dîrokî ye. Pêvajoya entegrekirina van dosyeyan wextekî dixwaze. Berê jî Birêz Mezlûm Ebdî eşkere kiribû ku em ber bi dawiyê ve diçin. Ev gav in. Êdî li Koşka Serokatiyê ya li Şamê li ser vê nîqaş kirin û gotin ku em vê pêvajoyê bi dawî dikin. Êdî pêvajoyeke nû dest pê dike. Ev biryareke dîrokî ye. Li ser Pirsgirêka Kurdan berê li derveyî dewletê dan û standin dihatin kirin. Lê niha di hundirê dewletê de dibe beşek ji siyaseta dewletê û destûrê.
Rûdaw: Birêz Mezlûm Ebdî heta niha general û Fermandarê Giştî yê HSDyê bû. Ew dê êdî çi postê wergire? Rola wî dê di dema pêş de çi be?
Hesen Mihemed Elî: Ez bawer dikim ku roleke pir girîng e. Rola herî zehmet niha dest pê dike. Berê di rewşa şer de enî diyar bûn. Lê niha di nav dewletê de divê bi sazîbûnê kar were kirin. Divê maf di nav destûrê de werin garantîkirin. Ev dan û standinên ku hene divê bibin metnên destûrî û bibin qanûn.
Rûdaw: Karê wî dê bi fermî çi be?
Hesen Mihemed Elî: Li gorî nîqaşan, ew dê wekî Şêwirmendê Pirsgirêka Kurdan li Koşka Serokatiyê cih bigire. Ew dê berpirsê şopandina vê dosyeya mezin be.Pirsgirêka Kurdan li Sûriyeyê pirsgirêka herî aloz e. Niha ev mesele bi rengekî rasterast li Koşka Serokatiyê tê nîqaşkirin.
Pirsgirêka Kurdan ne tenê postek e. Ew meseleya ziman, çand, mafên qanûnî û destûrî ye. Kurd dê êdî bibêjin "ez Kurd im û ez Sûriyeyî me". Rêbazên têkoşînê li gorî vê rewşa nû tên guhertin.
Rûdaw: Biryarnameya serokatiyê dê kengî derkeve da ku Birêz Mezlûm Ebdî bibe şêwirmend?
Hesen Mihemed Elî: Ev meseleyeke rûtîn a burokratîk e. Ez texmîn dikim ku dê di demeke nêzîk de derkeve. Ji bo ku karê pratîkî dest pê bike divê ev biryarname derkeve. Li ser van tiştan li hev kirine.
Rûdaw: Îlham Ehmedê dê çi postê wergire?
Hesen Mihemed Elî: Ji bo Îlham Ehmedê jî nîqaş hene. Mesele ne tenê post in. Belkî di parlamentoyê de an jî di komîteya karên derve de cihekî bigire. Ya girîng ew e ku ev post rê li ber çareseriya Pirsgirêka Kurdan vekin. Kurd dê di warê siyasî, qanûnî û ewlehiyê de bibin hevparên sereke.
Di warê leşkerî de jî wekî Birêz Sîpan Hemo, ew dê Artêşa Ereban a Sûriyeyê ya nû ava bikin. Kurd dê bibin bingeha avakirina Sûriyeyeya nû. Kurd êdî naxwazin li derve bimînin. Ew dixwazin mafên xwe di destûrê de bi cih bikin.
Rûdaw: Kek Hesen, meseleya ziman pir girîng e. Hikûmet qebûl dike ku zimanê Kurdî li herêma Kurdan bibe zimanê fermî yê perwerdeyê?
Hesen Mihemed Elî: Nîqaşên li ser ziman didomin. Ev mesele ji bo me gelekî girîng e. Divê gelê me karibe bi zimanê xwe bixwîne û perwerde bibe. Ev mafekî bingehîn e û em dixwazin di nav pergala nû de ev yek were qebûlkirin. Meseleya ziman ji bo me têkoşînek e. Ne tenê fêrbûna ziman e, miletê Kurd jixwe bi zimanê xwe diaxive. Mesele ew e ku em çawa ziman di jiyanê de, di perwerdeyê de ji destpêkê heta zanîngehê bi kar bînin.
Ev mijar hatiye nîqaşkirin û wan jî qebûl kiriye. Divê ev ziman bibe garantiyeke destûrî û bibe zimanekî fermî. Piştî ku biryarname derkeve, em dê li ser van mijaran bixebitin ka em dê çawa bi kar bînin. Têkoşîna miletê me ya di warê ziman de dê bibe garantiyeke destûrî. Kesên ku dê postên dewletê werbigirin, dê di hundirê dewletê de ji bo vî mafî bixebitin.
Rûdaw: Gelo hikûmeta Sûriyeyê amade ye ku zimanê Kurdî li herêma Kurdan bibe zimanê fermî yê perwerdeyê? Tê gotin ku nûnerê Şamê gotiye tenê dersên edebiyatê bi Kurdî bin û yên din bi Erebî bin.
Hesen Mihemed Elî: Niha li Sûriyeyê destûreke nû tune. Gava komîteya destûrê çêbibe, divê Kurdî di bernameya xwendinê de wekî zimanekî fermî cih bigire. Di gava yekem de divê her du alî li ser vî esasî li hev bikin. Armanca me ew e ku hemû dersên dîrokê, edebiyatê û dersên din bi Kurdî werin xwendin. Em dê Kurdî bikin zimanê fermî yê Sûriyeyê.
Rûdaw: Aliyên din ên Kurdam ên wekî ENKS û partiyên din dê di vê pêvajoyê de cih bigirin? Pêwendiya we û wan dê di kîjan astê de be?
Hesen Mihemed Elî: Pirsgirêka Kurdan ne pirsgirêka partiyekê ye, pirsgirêka hemû gelê Kurd e. Birêz Mezlûm Ebdî wekî navendekê ji bo kar û barên Kurdan hatiye diyarkirin. Ew dê li Koşka Serokatiyê bi hemû partiyên Kurdî re çi ENKS be çi jî aliyên din bin bi hemûyan re dan û standinan bike.
Mezlûm Ebdî dê ne tenê nûnerê aliyekî be. Ew dê li Koşka Serokatiyê ji bo hemû Kurdan dan û standinan bike da ku siyaseteke hevbeş were meşandin. Ev derfeteke dîrokî ye ji bo Kurdan ku di nav dewletê de bibin yek.
Rûdaw: MSD dê bimîne yan dê were guhertin?
Hesen Mihemed Elî: MSDyê biryar daye ku kongreya xwe çêbike. Dema MSD hatibû avakirin, şert û mercên Sûriyeyê cuda bûn. Niha pergal tê guhertin û em ber bi Sûriyeyeyeke nû ve diçin.Di kongreya MSDyê de dê biryar were dayîn ka ev sazî dê bi çi rengî û bi çi pergalê bixebite.
Em dixwazin kadroyên Kurd wekî bijîşk, endezyar û parêzer di nav saziyên dewletê de bixebitin da ku bibin bingeha avakirina Sûriyeyeya nû. Têkoşîna me ya nû dê bi vî rengî di hundirê dewletê de bimeşe.


