Berdevkê Hikûmeta Îraqê di hevpeyvîneke xwe ya bi Rûdawê re de sedema derengketina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bi aloziyên li Tengava Hurmizê ve girê da.
Wî her wiha ragihand, peymana gumrikê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de nêzîk e.
Piştî vekişîna hêzên hevpeymanan di 30yê Îlonê de jî têkiliyên wan ên li gel Ewropayê dê bibin aborî.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî ji Rûdawê re li ser çend mijarên girîng axivî.
Heyder Ebûdî peyamên sereke yên Bexdayê yên derbarê mijarên navxwe û derve de yên di serdana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî de anîn zimên.
Heyder Ebûdî li ser derengketina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê eşkere kir ku xezîneya dewletê ji ber şer û bandorên krîza Tengava Hurmizê rû bi rûyî kêmbûna pereyan bûye.
Wî diyar kir ku ev yek bandorê li dayîna mûçeyên 4,3 milyon karmendên Îraq û Herêma Kurdistanê dike û got, "Mûçe heqekî yasayî ye ji bo hemû karmendên dewleta Îraqê bêyî cûdahî."
Gotûbêjên li ser pergala gumrikê
Berdevkê Hikûmeta Îraqê tekez kir ku gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê yên li ser sîstema gumrikê ya Asycudayê "gelekî erênî ne û xalên rêkeftinê serdest in, di demeke nêzîk de jî peymana dawî dê bê kirin."
Derbarê rêkarên yasaya hejmar 30 a ji bo vegerandina zevî û milkan a di çarçoveya Madeya 140î de jî Ebûdî got, "Pêvajo di qonaxa bicihanînê de ye û tenê çend hûrgiliyên teknîkî mane ku werin zelalkirin."
Naveroka hevpeyvînê:
Rûdaw: Birêz Heyder Ebûdî gelek spas ji bo vê derfetê. Destpêkê ez dixwazim girîngiya vê ziyareta Serokwezîrê Îraqê ya bi şandeyeke ew qasî mezin a Parîsê û pêşwazîkirina wî ya ji aliyê Macron ve, di vê dema hestiyar a Rojhilata Navîn, Îraq û herêmê de bizanim?
Heyder Ebûdî: Gelekî spas ji bo te û ji bo kanala Rûdawê û çalakiyên wê yên berçav. Destpêkê, girîngiya vê serdanê du aliyan li xwe digire. Yekemîn girêdayî têkiliyên dîrokî yên di navbera Parîs û Bexdayê de û asta hevkariya dualî ya di navbera her du welatan de ye. Îro bi serdaneke fermî ya birêz Serokê Civata Wezîran ji bo Fransayê, li ser vexwendineke fermî ya Serokomarê Fransayê gihîştiye lûtkeyê.
Aliyê duyemîn jî wekî te amaje pê kir, girîngiya dema niha ya herêmê û cîhanê ye. Krîza Rojhilata Navîn, ku Îraq ketiye nava vê cografyaya ne aram, girîng e. Îraq bi rêya siyaseta xwe ya zelal hewl dide ku nebe beşek ji aloziyên herêmê. Her wiha hemû têkiliyên xwe yên navaneteweyî li gel hêzên bibandor ên cîhanê bi kar tîne da ku alozî kêm bibin û piştevaniyê li çareseriya dîplomatîk bike.
Ev yek ji bo parastina welatên herêmê, cîhanê û xetên veguhastina enerjiyê ji bandorên neyînî ye. Ji ber vê yekê, îro di karnameya vê ziyaretê de ku Serokwezîr serokatiya wê dike, tekezî li ser bihêzkirina vê helwestê tê kirin bi rêya civîna piştî nîvro ya bi Serokê Fransayê re. Her wiha dê têkilî di warên enerjî, hilberîn, bazirganî, pîşesazî, teknolojî, perwerde û ewlehiyê de werin gotûbêjkirin.
Rûdaw: Birêz Berdevkê Hikûmeta Îraqê, wekî ku hûn jî dizanin Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî li ser sîstema Asycudayê peymane kirine, yan jî hîn pirsgirêk hene?
Heyder Ebûdî: Belê, Encûmena Wezîran a Îraqê pêşwazî li nûnerên Herêma Kurdistanê kir ji bo gotûbêjkirina vê dosyeyê. Bi rastî gotûbêj gelekî erênî bûn û xalên peymanê li ser gotûbêjan serdest bûn. Çend hûrgiliyên teknîkî mane ku di qonaxa gotûbêjê de ne. Li gorî nîşaneyên ku li ser maseya guftûgoyê hene, di demeke nêzîk de peymana dawî dê bê kirin.
Rûdaw: Gelek kes ji me dipirsin û dibêjin, rêbazên bicihanîna yasaya hejmar 30 a taybet bi vegerandina milkên xelkê li navçeyên Madeya 140î, ji Encûmena Wezîran re hatiye şandin. Çima heta niha biryar li ser nehatiye dayîn?
Heyder Ebûdî: Hemû ew prensîbên yasayî yên ku di destûrê de hatine û di yasayên Îraqê de amaje bi wan hatiye kirin, di rêya xwe ya pêkanînê de ne. Tenê gotûbêja li ser xal û hûrgiliyên teknîkî maye ku pêwîstî bi gotûbêjên zêdetir heye. Ev yek ji bo dîtina zemîneke hevpar e ku rewşeke ewle ji bo bicihanîna wan yasayan misoger bike.
Rûdaw: Serokwezîrê Îraqê meha gulanê dest bi kar kir û piştî wê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çû Bexdayê û ew civiyan. Her du alî ji bo çareserkirina pirsgirêkan gelekî geşbîn in lê heta niha çima mûçeyên xelkê Herêma Kurdistanê du hefte piştî mûçeyên xelkê Îraqê tên şandin? Gelo tu dikarî ji me re bibêjî çima?
Heyder Ebûdî: Mijara mûçeyên karmendên dewleta Îraqê, tevî karmendên Herêma Kurdistanê jî ku hejmara wan digihîje 4 milyon û 300 hezarî, xezîneya darayî ya dewleta federal ji ber kêmbûna pereyan dinale. Ev jî ji ber wî şerê ku heye û wan bandorên ku li ser Îraqê ji ber krîza Tengava Hurmizê hatine sepandin e. Lê ji aliyê prensîbên yasayî ve, mûçe heqekî yasayî ye ji bo hemû karmendên dewleta Îraqê bêyî cudahî.
Rûdaw: Ez dixwazim vegerim ser Fransa û Almanyayê. Li Almanyayê jî hûn dê bi Serokwezîr û Serokomarê Almanyayê re bicivin. Gelo armanca serekî ya ziyareta we ya Parîs û Almanyayê çi ye? Hûn dixwazin çi bi dest bixin? Gelo hûn difikirin ku welatekî bihêz ê wekî Fransa û Almanyayê, piştî Çînê, li Îraqê hebe yan jî mebesta we zêdetir sektora aborî ye?
Heyder Ebûdî: Têkiliyên derve yên Îraqê mijara serekî ya karnameya hikûmetê ne. Ev têkilî li ser bingehên aborî û stûnên siyasî û ewlehiyê tên avakirin. Em hemû li benda 30ê Îlonê ne ku tê de dawî li hebûna hêzên hevpeymaniya navneteweyî, bi hemû welatên beşdar li Îraqê bê anîn. Ji ber vê yekê, dîtina Îraqê niha ew e ku xwezaya vê têkiliyê ji çarçoveyeke ewlehiyê veguhezîne têkiliyeke stratejîk a aborî ya demdirêj. Ev têkilî dê li ser bingeha hevkariya dualî û berjewendiyên hevpar ên di navbera Îraq û sîstema Ewropayê de bi giştî were avakirin.
Rûdaw: Çima Serokwezîrê Îraqê îro du caran bi Macron re dicive? Carekê li gel şandeyê û carekê jî bi awayekî dualî. Çi tiştekî girîng heye ku bi dualî behs bikin?
Heyder Ebûdî: Ev bernameya ziayretê ye. Pêşwaziya germ a li Parîsê nîşana piştevaniya navneteweyî ye ji bo Îraqê. Di vê qonaxê de, siyaseta Hikûmeta Îraqê piştevaniya her tiştî ye ku di berjewendiya gelê Îraqê û têkiliyên wê yên derve de be, çi li ser asta herêmî çi jî navneteweyî. Îro bi rêya vê ziayretê, Îraq û hikûmeta wê baweriya cîhanê ji nû ve bi dest xistiye. Amadebûna Îraqê li Parîsê bi zelalî nîşan dide ku Îraq ber bi temamkirina pêkhateyên serweriya xwe ve gavan diavêje. Di heman demê de, wê pêdivî bi têkiliyên erênî heye ji bo vejandina jîngeha hilberînê. Ji ber ku hilberîn û aborî ew faktor in ku rengekî domdar û seqamgîr didin têkiliyan.


.webp&w=3840&q=75)
