Washington (Rûdaw) - Cîgirê Alîkarê Berê yê Serokê Berê yê Amerîkayê Amos Hochstein got ku divê Amerîka li hemberî Rojhilata Navîn siyaseteke jîrtir bişopîne.
Amos Hochstein diyar kir ku divê Amerîka dawî li wî şerî bîne ku li herêmê bûye sedema bêîstiqrariyeke zêdetir.
Hochstein her wiha anî zimên ku li hemberî gelê Kurdistanê pêbendiyeke wan a bihêz hebûye.
Cîgirê Alîkarê Berê yê Serokê Berê yê Amerîkayê yê Kar û Barên Enerjiyê Amos Hochstein di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re axivî.
Amos Hochstein got, "Li hemberî gelê Kurdistanê pêbendiyeke me ya bihêz hebûye. Ez hêvîdar im em vegerin wan rojên ku me ji bo piştgiriya gelê Kurdistanê pêbendiya xwe bi cih dianî."
Bandora hilbijartinan li ser biryara şer
Hochstein di wê baweriyê de ye ku siyasetên serokê niha yê Amerîkayê "bûne sedema lawazbûna pêgeha Washingtonê."
Wî her wiha da zanîn ku hatina hikûmeteke dabeşbûyî li Amerîkayê, anku kontrola Kongreyê di destê partiyeke din de be, dikare bandorê li biryara şer bike û rê li ber "şerekî din ê bêdawî" bigire.
Hochstein anî zimên, "Dema serok bizanibe ku Kongre di bin kontrola partiyeke din de ye, dê neçar bimîne ku bi awayekî cuda biryaran bide."
Hevpeyvîna bi Amos Hochstein re wiha ye:
Rûdaw: Hilbijartinên navberê dê çi bandorê li siyaseta derve bikin? Eger Demokrat yek ji encumenan (Nûneran yan Senato) bi dest bixin, yan jî heta her duyan jî bi dest nexin dê çi bibe?
Amos Hochstein: Di destpêkê de, ez hêvîdar im Demokrat hem Encumena Nûneran û hem jî Senatoyê bi dest bixin. Em dê bibînin hefteya bê di roja hilbijartinê de dê çi bibe. Bi dîtina min, di nav çend salên borî de ev cara yekem e ku dê hevsengiyek li hemberî Donald Trump û wê îdareyê çêbibe. Wê îdareyê li pey hev biryar dan.
Vê yekê jî bû sedema lawazbûna Amerîkayê. Pêgeha me ya baweriyê kêm kir û şiyana me ya serkêşiya cîhanî lawaz kir. Lewma hêviya min ew e ku çavdêrî û hevsengiyek di navbera desthilata yasadanîn û cîbicîkar de hebe. Bi vî awayî em dikarin bigihîjin qonaxekê ku siyaseteke me ya derve ya zelaltir hebe û ji gelê Amerîkayê re were ravekirin.
Desthilat û hêzeke zêde ya Kongreyê heye. Lê ez bawer nakim ku pêwîst be em di texmînan de zêdegaviyê bikin û li benda guherînên rîşoyî bin. Çimkî desthilata serokatiyê hîn jî gelekî bihêz e. Serok dikare karên ku xwestiye bike bidomîne û ev tenê piştî sala 2029an diguhere. Lê ez bawer im dema ku Kongre bikeve destê Demokratan, em herî kêm dikarin dest bi kêmkirina bandora hinek ji van biryaran bikin.
Rûdaw: Tu kesê herî baş î ku ez vê pirsê ji te bikim. Bînerên em Kurd in, li Rojhilata Navîn, li Îraq, Sûriyeyê, Tirkiyeyê û tevahiya wê herêmê dijîn. Te li Kongre û Koşka Spî jî kar kiriye. Ev hilbijartin dê di jiyana xelkê Rojhilata Navîn de çi biguhere? Tu bi xwe dizanî ku siyaseta derve girîng e. Her wiha şerê Îranê, vekişîna ji Îraqê û Herêma Kurdistanê û pirsên din ên herêmê jî hene.
Amos Hochstein: Min 30 salên borî li Kongre, Wezareta Karên Derve û Koşka Spî kar kiriye. Ji dema ku li Helebceyê bi çekên kîmyayî rastî êrişê hatin ve, pêbendiyeke me ya bihêz li hemberî gelê Kurdistanê hebûye. Em li hemberî wan pêbend bûne. Ez hêvîdar im em vegerin wan rojên ku me ji bo piştgiriya gelê Kurdistanê pêbendiya xwe bi cih dianî.
Lê ji bilî vê jî ez bawer dikim ku divê em dest bi amadekirina siyaseteke gelekî jîrtir a li hemberî Rojhilata Navîn bikin. Ev şerê bilez, bêyî şêwirîneke rast û bi awayekî xerab hat cîbicîkirin. Vê yekê Amerîka xiste nav metirsiyeke zêdetir. Her wiha herêm jî xiste nav metirsiya tundûtûjî û bêîstiqrariyeke zêdetir. Li gorî min, divê em gavekê vegerin paş û bêhneke kûr bistînin.
Em nikarin tiştên ku hatine kirin betal bikin. Em nikarin vegerin rojên beriya şer. Nexwe em çawa dikarin bigihîjin xalekê daku çareseriyeke dîplomatîk ava bikin? Çareseriyeke ku me bigihîne dawîanîna şer, vekişandina hinek ji wan hêzên êrişkar, avakirina pêwendiyên me yên li herêmê û vegerandina aramiya ji her alî ve.
Ev yek tîne bîra me ku divê em serkêşiya xwe di avakirina jêrxaneke zêdetir de bi kar bînin. Her wiha divê em piştgiriya bingehên aborî yên gelek welatên herêmê bikin ku pêwîstiya wan bi vê heye. Ez her tim di wê baweriyê de me ku eger em zêdetir beşdarî çareserkirina nakokiyan bibin dê baştir be. Eger em di warê aborî yê piraniya Rojhilata Navîn de cih bigirin, dê ji bo me hemûyan baştir be û îhtimala derketina nakokiyan jî kêmtir bibe.
Rûdaw: Tê gotin ku piştî hilbijartinên navberê dê bangeşeya hilbijartinên serokatiyê dest pê bike. Hûn wekî Demokrat dê çi bikin da ku di vê hilbijartinê de bi ser bikevin? Gelo dê namzedekî we yê baş hebe ji bo ku karibe di hilbijartinê de bi ser bikeve?
Amos Hochstein: Li gorî hemû wan tiştên ku ez dibînim, dê hejmareke zêde ya namzedên Demokratan hebin. Kesên ku ji bo xweberbijêrkirina posta serokatiyê jêhatî û bikêr in gelek in. Ez bawer dikim ku dê kelecan hebe. Her wiha em dê derbasî nav wê proseyê bibin ku demokrasî wê dike. Destpêkê dê di nava Partiya Demokrat de nîqaşeke gelekî germ li ser wê yekê were kirin bê ka dê kî bibe namzed. Paşê di sala 2028an de em dê rûbirûyî dengderan û her kesê ku partiya din wî hildibijêre bibin.
Rûdaw: Pirsa min a dawî; Çima divê xelkê Kurdistan, Îraq, Tirkiye, Sûriye û Îranê girîngiyê bi vê hilbijartinê bide? Ma hêja ye ku girîngiyê pê bidin?
Amos Hochstein: Wekî ku min got, li gorî min divê ew bala xwe bidin ser tiştên ku di hilbijartinên navberê de rû didin. Çimkî me encamên wê dîtin dema ku kontrola Encumena Nûneran, Senato û Serokatiya Amerîkayê di destê Donald Trump de bû. Di encamê de em dikevin nav şerekî ku gelê Amerîkayê nedixwest. Ya rast gel ji bingeh de jî fêm nedikir bê çima em ketine vî şerî. Rola Amerîkayê li vir çi bû?
Ji ber vê yekê, eger niha hikûmeteke dabeşbûyî derkeve holê, ev yek dê guftûgo û tawîzên zêdetir bisepîne. Her wiha dê bandorê li biryardayînê û budceya van şeran bike. Wan dixwest me bixin nav şerekî din ê bêdawî. Ez bawer dikim dema ku serok bizanibe Kongre di bin kontrola partiyeke din de ye, dê beşeke mezin a van biryaran bi awayekî cuda were amadekirin.
Rûdaw: Gelekî spas Amos.
Amos Hochstein: Gelekî spas.


