کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Ebas Eraqçî / Wêne: Reuters

Ebas Eraqçî / Wêne: Reuters

ÎRAN

Eraqçî: Welatên herêmê piştgiriyê didin pêşniyara me ya vekirina Tengava Hurmizê

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

16-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran16-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Îranê daxwaza Almanyayê red kir
ÎRAN15-11-2026

Îranê daxwaza Almanyayê red kir

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît
ÎRAN15-11-2026

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît

Li dijî Tehranê yekitiya hêzan: Komên çekdar ên Belûç bûn yek
ÎRAN12-11-2026

Li dijî Tehranê yekitiya hêzan: Komên çekdar ên Belûç bûn yek

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku hinek welatên herêmê ji bo ku Tengava Hurmizê di nav 48 demjimêran de bê vekirin piştgiriyê didin pêşniyara Tehranê.

Eraqçî diyar kir ku ev pêşniyar di çarçoveya hewlên dîplomatîk ên ji bo bidawîanîna şerê bi Amerîkayê re hatiye kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Îslamabada paytexta Pakistanê ku di navbera Tehran û Washingtonê de navbeynkariyê dike, ji rojnamegeran re axivî û got:

"Civîna welatên herêmê piştgirî da pêşniyara Îranê. Em hêvîdar in bicihanîna vê planê di maweyê du rojan de rê li ber ragihandina agirbesteke mayînde û giştî veke."

Ebas Eraqçî ji bo beşdarî civîna Rêxistina Hevkariya Aborî (ECO) bibe çû Pakistanê.

Di civînê de nûnerên Tirkiye, Azerbeycan, Qazaxistan, Qirgizistan, Tacîkistan, Tirkmenistan û Ozbekistanê amade bûn.

Krîza li bazara enerjiyê û dorpêça Amerîkayê

Ji destpêka derketina şerê di navbera Amerîka û Îranê de ku dawiya meha sibatê dest pê kir, Tehranê çûn û hatina li Tengava Hurmizê bi giranî sînordar kiriye.

Tengava Hurmizê berê rêya hinartina ji pêncan yekê petrol û gaza cîhanê bû, ji ber vê yekê ev sînordarkirin bû sedema krîzeke mezin li bazara enerjiyê.

Li hemberî vê yekê, Amerîkayê dorpêça deryayî xistiye ser benderên Îranê.

Mercên Tehranê yên ji bo vekirina tengavê

Tehranê berê pêşniyar kiribû ku di nav hefteyekê de Tengava Hurmizê veke lê niha dibêje ew amade ye di nav 48 demjimêran de wê rêya avî bi temamî veke, bi wî mercî ku Washington hemû daxwazên wê bi cih bîne.

Mercên Îranê ev in: Berdana hemû serwet û samanên wê yên li derve yên ku hatine cemidandin, rakirina cezayên li ser petrolê û bidawîanîna dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser benderên Îranê.

Tevî ku welatên mîna Qeter û Pakistanê ji bo gihîştina peymanekê hewlên zêde didin lê Amerîkayê heta niha daxwazên Tehranê qebûl nekirine.

Nûçeyên Têkildar

Îranê daxwaza Almanyayê red kir
ÎRAN15-11-2026

Îranê daxwaza Almanyayê red kir

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît
ÎRAN15-11-2026

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît

Li dijî Tehranê yekitiya hêzan: Komên çekdar ên Belûç bûn yek
ÎRAN12-11-2026

Li dijî Tehranê yekitiya hêzan: Komên çekdar ên Belûç bûn yek

Pirsên