Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Îraqê wekî şandiyê Serokwezîrê Îraqê gihîşt Tehranê.
Çavkaniyeke dîplomatîk jî ragihand ku beşeke civînên şandeyê dê li ser pirsa girtina deriyên sînor ên bi Îranê re be.
Ofîsa Ragihandinê ya Şêwirmendiya Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê di daxuyaniyekê de diyar kir ku Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Îraqê Qasim Ebudî gihîştiye Tehrana paytexta Îranê.
Li gorî daxuyaniyê, Qasim Ebudî wekî şandiyê Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî çûye Taranê.
Serdana wî bi mebesta hevdîtin û civîna bi berpirsên Komara Îslamî ya Îranê re ye.
Girtina deriyên sînor di rojevê de ye
Li ser naveroka serdanê, çavkaniyeke dîplomatîk a Îraqî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Beşeke sereke ya civînên şandeya Îraqê ya li Îranê dê li ser pirsa girtina deriyên sînorî yên bi wî welatî re be."
Li gorî gotina wî çavkaniyê, şandeya Îraqê ji heşt kesan pêk tê û Qasim Ebudî serokatiya wê dike.
Her wiha di nava şandeyê de nûnerên Wezareta Parastinê ya Îraqê û nûnerên Ofîsa Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar jî hene.
Hişyariya Îranê ya ji bo Bexdayê
Her îro Şêwirmendê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî, Mihemed Muxbir piştî biryarên dawî yên Bexdayê yên li ser sînoran hişyarî da Îraqê.
Mihemed Muxbir li ser hesabê xwe yê Xê parve kir ku Îran "bi hemû hêza xwe li cem gelê Îraqê radiweste."
Muxbîr hişyarî da Bexdayê û jê xwest ku "li ser pirsên sînor hişyar be da ku nebe amûrek di destê dijminên Îranê de."



