Hewlêr (Rûdaw) - Kameraya medyaya fermî ya Îranê çû nav ofîsa serokkomarê wî welatî da ku nîşan bide bê Mesûd Pizîşkiyan çawa û çi qas enerjiyê bi kar tîne.
Ev yek di demekê de ye ku Pizîşkiyan bi xwe berdewam xelkê han dide ku kêmtir elektrîkî bi kar bînin û di bikaranîna gazê de teserufê bikin.
Di dîmenan de xuya dibe ku li avahiya serokkomariyê gelekî kêm lambe tên pêxistin û ti amûrên germkirinê nayên bikaranîn.
Berpirs zêdetir sûdê ji ronahiya xwezayî ya ku ji pencereyan tê werdigirin.
Pizîşkiyan di ber ronahiya lambeyan de belgeyan dixwîne
Li ofîsa taybet a Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan jî rewş zêde cuda nîne.
Serokkomar di ber ronahiya du lambeyên li ser maseya xwe de mijûlî xwendina belgeyan e.
Pizîşkiyan paltoyekî stûr li xwe kiriye û germapîva li ser maseya wî germahiya jûrê wekî 18,8 pileyan nîşan dide.
Pizîşkiyan di çend hefteyên borî de gelek caran ragihandiye ku ji bo hilberîna pîşesaziyan raneweste, pêwîst e her kes di bikaranîna elektrîk û gazê de teserufê bike û divê ev pêvajo ji berpirsên hikûmetê dest pê bike.
Krîza gaz û elektrîkê ya li Îranê
Li gorî agahiyan Wezareta Petrolê ya Îranê, tevahiya berhemanîna salane ya gaza xwezayî ya wî welatî ya sala 2025an nêzîkî 280 milyar metre sêca bûye.
Lê li gorî gotina Alîkarê Serokkomarê Îranê Îsmaîl Seqab Îsfehanî, salane pêdiviya navxweyî ya Îranê nêzîkî 285 milyar metre sêca ye.
Ev yek di demekê de ye ku ji ber êrişên Amerîka û Îsraîlê yên di şerê 40 rojî de ku 28ê Sibata 2026an dest pê kiribû, zerereke mezin gihîşt binesaziya enerjiyê ya Îranê û beşek ji qadan ji kar ketin.
Vê yekê jî li gorî beriya şer, kêmasiya gazê gelekî zêdetir kiriye.
Di heman demê de, amarên herî nû yên Wezareta Karebayê ya Îranê nîşan didin ku dê ji bo zivistana îsal 12 hezar û 500 heta 13 hezar megawat kêmasiya elektrîkî hebe.


