Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îranê ragihand ku tankereke petrolê ya ku li rojhilatê Tengava Hurmizê di herêmeke bêdestûr de diçû, li mayîneke deryayê ketiye û agir pê ketiye.
Beşa Pêwendiyên Giştî ya Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê di daxuyaniyekê de diyar kir ku tankereke petrolê bi şev sîstemên xwe yên navîgasyonê girtine û di herêma qedexekirî ya li rojhilatê Tengava Hurmizê de derbas bûye.
Artêşa Îranê destnîşan kir ku tanker li mayîneke deryayê ketiye û ji ber wê yekê şewat derketiye.
Her wiha diyar kir ku di heman saetan de piştî bûyerê 2 tankeran jî rêya xwe guhertiye û berê xwe daye Kendava Besrayê.
“Heta armancên Îranê pêk neyên tengav nayê vekirin”
Artêşa Îranê tekez kir ku divê keştiyên ku dê di Tengava Hurmizê re derbas bibin bi Hêzên Çekdar ên Îranê re hevahengiyê bikin û rêyên deryayî yên diyarkirî bi kar bînin.
Artêşa Îranê her wiha hişyarî da ku eger guh nedin hişyariyan, keştî dê bi xwe berpirsyarên wan metirsiyan bin ku rastî wan tên.
Artêşa Îranê herî dawî jî da zanîn ku Tengava Hurmizê heta armanc û xwestekên Îranê pêk neyên dê neyê vekirin.



