کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

ÎRAQ

Hêzên Îraqê çûn nav Curf Sexrê

RÛDAW

RÛDAW

20-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW20-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Operasyona Curf Sexrê bi paş ket
ÎRAQ20-11-2026

Operasyona Curf Sexrê bi paş ket

Ketîbeyên Hizbulahê: Hatina Curf Sexrê dê di ser can û cesedê me re be
ÎRAQ19-11-2026

Ketîbeyên Hizbulahê: Hatina Curf Sexrê dê di ser can û cesedê me re be

Li Bexdayê 15 DAIŞiyên Fransiz hatin darizandin: Ji bo 6 kesan cezayê heta hetayê
ÎRAQ18-11-2026

Li Bexdayê 15 DAIŞiyên Fransiz hatin darizandin: Ji bo 6 kesan cezayê heta hetayê

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Hêzên Çekdar ên Îraqê çûn nav Curf Sexrê û bi fermî vekirina "Baregeha Kontrolê" ya li herêma Curf Sexrê ragihand.

Hêzên ewlehiyê dest bi guhertina yekîneyên leşkerî kiriye û biryar e ji roja şemiyê (sibe) ve rêyên sereke ji bo hat û çûna welatiyan bên vekirin.

Fermandarê Baregeha Kontrolê General Ehmed Hatim Hemîd roja di konferanseke rojnamegeriyê de ku Rûdawê jî tê de amade bû got:

"Bi fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê, îro Baregeha Kontrolê li Curf Sexrê hat vekirin ku bi temamî girêdayî Fermandariya Polîsê Federal e.

Ji îro ve belavkirina hêzan û guhertina yekîneyan dest pê kiriye."

Li gorî gotina fermandarê baregehê, parastina herêmê dê bi hevbeşî li ser milê lîwayeke Artêşa Îraqê, lîwayeke Polîsê Federal, du lîwayên Heşdî Şebiyê û fewceke komandoyan a Polîsê Enerjiyê be ji bo parastina boriyên petrolê.

“Malbat dê vegerin vir”

Li ser vekirina rêyên girtî, Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê General Seed Mean got:

"Roja şemiyê demjimêr 06:00ê sibehê, rêya sereke ya di navbera herêma Faziliyeyê û parêzgeha Kerbelayê de dê bê vekirin.

Di demeke nêzîk de malbatên Curf Sexrê dê vegerin ser mal û warên xwe."

Fermandarê Polîsê Enerjiyê yê Îraqê General Hamîd Husênî di heman demê de qala wê yekê kir ku erkê wan parastina 100 kîlometre boriyên petrolê yên Îraqê ye û got:

"Ji bo vê armancê me ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê xwest ku li vê derê fewcekê dabîn bike ku tenê 5 kîlometre boriyên petrolê lê hene.

Fewceke komandoyan ji şeva borî ve gihîştiye nav herêma Curf Nesrê da ku erka parastina boriyên petrolê bigire ser milê xwe."

“Ev gav dê dengê têkderan bibire”

Alîkarê Serokerkanê Heşdî Şebiyê Yasir Îsawî tekez kir ku hemû yekîneyên Heşdî Şebiyê pêbendî fermanên Serokwezîr in û wiha domand:

"Ev hevahengiya mezin a di navbera hêzan de dê wan dengên têkder bibire ku dixwestin di navbera aliyên ewlehiyê de şer û aloziyan derxin."

“Pêvajoyê dest pê kir”

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan jî got, "Serokwezîr desthilata temam daye vê baregehê ji bo sepandina yasayê û parastina ewlehiya herêmê.

Pêvajoya belavbûna hêzan û guhertina qadên berpirsiyariyê ji îro ve bi rê ve diçe."

Herêma Curf Sexrê ya li bakurê parêzgeha Babilê, parêzgehên Bexda, Babil, Kerbela û Enbarê bi hev ve girê dide.

Ev herêm ji sala 2014an ve wekî herêmeke girtî ya ewlehiyê mabû û tenê di bin kontrola hinek komên çekdar de bû.

Nûçeyên Têkildar

Operasyona Curf Sexrê bi paş ket
ÎRAQ20-11-2026

Operasyona Curf Sexrê bi paş ket

Ketîbeyên Hizbulahê: Hatina Curf Sexrê dê di ser can û cesedê me re be
ÎRAQ19-11-2026

Ketîbeyên Hizbulahê: Hatina Curf Sexrê dê di ser can û cesedê me re be

Li Bexdayê 15 DAIŞiyên Fransiz hatin darizandin: Ji bo 6 kesan cezayê heta hetayê
ÎRAQ18-11-2026

Li Bexdayê 15 DAIŞiyên Fransiz hatin darizandin: Ji bo 6 kesan cezayê heta hetayê

Pirsên