Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê ragihand ku di 10 mehên îsal de li 10 parêzgehan li dijî qaçaxçîtiya petrolê 5 hezar û 398 operasyon hatine lidarxistin û dest bi ser 1,2 milyon lître berhemên petrolê û 138 tankeran de hatiye girtin.
Berdevkê Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Erşed Hekîm ji Rûdawê re li ser operasyonên ku di 10 mehên yekem ên îsal de li dijî qaçaxçîtiya petrolê hatine meşandin agahî dan.
Hekîm got:
“Me li 10 parêzgehan 5 hezar û 398 operasyon pêk anîn û me dest danî ser milyonek û 200 hezar lître berhemên petrolê ku hewl dihat dayîn bi qaçaxî bên birin.”
Hekîm diyar kir ku di nav berhemên desteserkirî de sotemeniya germkirinê, sotemeniya balafiran, petrola xav û gaza şil hene.
Wî her wiha da zanîn ku di heman demê de dest bi ser 138 tankeran û depoyên petrolê de jî hatiye girtin.
Li Besra û Zîqarê operasyonên li dijî qaçaxçîtiyê
Erşed Hekîm got ku operasyonên herî girîng li parêzgehên Besra û Zîqarê li dijî 4 xalan hatine kirin ku ji bo veşartin û qaçaxçîtiya petrola xav dihatin bikaranîn.
Erşed Hekîm eşkere kir ku li Besrayê her wiha sê cihên cuda hatine tesbîtkirin ku boriyên petrolê lê hatibûn qulkirin.
Hikûmeta Îraqê bi taybetî piştî ku li nahiyeya Curf El-Sexirê ya parêzgeha Babîlê toreke qaçaxçîtiya petrolê hat eşkerekirin, ji destpêka meha Çiriya Paşîn ve xebatên têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya petrolê zêdetir kirin.
Li Musenayê toreke qaçaxçîtiyê hat têkbirin
Erşed Hekîm diyar kir ku toreke qaçaxçîtiya petrola xav a ku li parêzgeha Musenayê dixebitî jî hatiye têkbirin.
Hat ragihandin ku wê torê bi vê rêyê mehane nêzîkî 50 milyon dînarê Îraqî dahat bi dest dixist.



