کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Sê fraksiyonên Kurdistanî bi Elî Zeydî re civiyan / Wêne: Serokweziriya Îraqê

Sê fraksiyonên Kurdistanî bi Elî Zeydî re civiyan / Wêne: Serokweziriya Îraqê

ÎRAQ

Sê fraksiyonên Kurdistanî nexşerêyek pêşkêşî Elî Zeydî kir

RÛDAW

RÛDAW

26-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW26-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Seed Meen: Ti neyeta pevçûnê nîne û deriyên sînor dikarin bi hevbeşî werin birêvebirin
ÎRAQ26-11-2026

Seed Meen: Ti neyeta pevçûnê nîne û deriyên sînor dikarin bi hevbeşî werin birêvebirin

Elî Zeydî: Kurd parçeyekî resen ê gelê Îraqê ne û em dixwazin mafên wan dabîn bikin
ÎRAQ26-11-2026

Elî Zeydî: Kurd parçeyekî resen ê gelê Îraqê ne û em dixwazin mafên wan dabîn bikin

Ji bo krîza destûrî ya Hewlêr û Bexdayê diyaloga niştimanî tê lidarxistin
ÎRAQ25-11-2026

Ji bo krîza destûrî ya Hewlêr û Bexdayê diyaloga niştimanî tê lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Fraksiyonên Tevgera Helwesta Niştimanî, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Dadgeriya Kurdistanê destpêşxeriyek pêşkêşî Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî kir.

Navê vê destpêşxeriya hevpar "Çaksazî ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de" ye.

Her sê fraksiyon îro li Bexdayê li gel Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî civiyan.

"Çareserî bi ferzkirina leşkerî nabe"

Di metna destpêşxeriya wan de hat diyarkirin ku ev pêngav ji bo parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê ye.

Her wiha ji bo dabînkirina mafên welatiyan û karmendan a di çarçoveya dewleta federal a Îraqê de hatiye avêtin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çareserkirina nakokiyên navbera her du aliyan ne bi aloziyên leşkerî û ferzkirina defaktoyê ya bi hêzê çêdibe, ne jî bi domandina qaçaxçîtî û revîna ji çavdêriyê pêk tê.

Her sê fraksiyonan diyar kir ku çareserî tenê bi avakirina şirîkatiyeke destûrî û zelal dibe ku rê li ber destdirêjî û gendeliya her du aliyan bigire.

Wan her wiha daxwaz kir ku mafên darayî yên karmanedên Herêma Kurdistanê ji hemû nakokiyên siyasî bên dûrxistin.

Hat destnîşankirin ku divê mûçe û mafên malnişînan, tora parastina civakî, girtiyên siyasî û malbatên şehîdan bi ti pirsgirêkên di navbera her du aliyan de neyên girêdan.

Her sê fraksiyonan tekez kir ku ew hemû cureyên qaçaxçîtî, bacên neyasayî, diziya gumrikê û reftarên li derveyî qanûnê yên li deriyên sînor û qadên petrolê yên li Herêma Kurdistanê û hemû herêmên din ên Îraqê red dikin.

Destpêşxeriya wan ji çar xalên sereke pêk tê:

1. Çarçoveya destûrî

Pêbendbûna giştî bi destûra Îraqê û hemû madeyên wê re wekî tekane çavkaniya pêbendker ji bo rêkxistina pêwendiyên navbera Bexda û Hewlêrê bêyî cudakarî were qebûlkirin.

Di serî de pêbendbûna bi bicihanîna Madeya 140î li gorî rêkarên destûrî û bipêşxistina diyaloga niştimanî û lihevkirina hevbeş wekî yekane rêya çareserkirina dosyeyên neçareserkirîbe be.

2. Deriyên sînorî û parastina sînor

- Pêkanîna siyaseteke gumrikê û pênaseke gumrikê ya federal a yekgirtî, li hemberî vê jî birêvebiriyeke meydanî ya hevbeş û hevaheng hebe.

- Şefafiyet û dîjîtalkirin bi rêya rêkxistina deriyan di maweyê du mehan de pêk bê û derî bi pergaleke çavdêriya elektronîkî û darayî ya hevbeş ve bên girêdan da ku rê li ber destkarî û qaçaxçîtiyê bê girtin.

- Hêzên Parêzvanên Sînor hêzeke federal in û erkê parastina ewlehiya sînorên navneteweyî li gorî qanûnê digirin ser milê xwe, dûrî nakokiyên siyasî an destwerdana di kar û barên îdarî yên navxweyî de bin.

3. Petrol, enerjî û edaleta darayî

- Dûrxistina mafên darayî yên karmendên Herêma Kurdistanê ji her nakokiyên siyasî, di nav de mûçe, mafên malnişînan, tora parastina civakî, girtiyên siyasî û malbatên şehîdan.

- Firotina petrola xav tenê bi rêya şirketa SOMOyê bê kirin. Hûrbînîkirina hilberîn û lêçûnan bi şêweyekî meydanî bi rêya komîteyeke hevbeş a teknîkî û darayî be û rê li ber her hinartineke neyasayî ya petrolê bê girtin.

- Herêma Kurdistanê pêbendî radestkirina petrol û dahatan be. Li hemberî vê jî hikûmeta federal pêbendî dabînkirina pişka dadperwerane ya Herêma Kurdistanê ya di budceyê de be û lêçûnên karkirinê yên rasteqîn û hûrbînîkirî dabîn bike.

- Mafê welatiyên Herêma Kurdistanê yê wergirtina hemû corên enerjiyê (benzîn, petrola spî, mazot, gaza xwarinçêkirinê û elektrîk) bi heman nirxê fermî û yekgirtî yê seranserê Îraqê bê dabînkirin.

4. Garantiya bicihanînê û rola çavdêriyê ya mixalefetê

Hêz û aliyên mixalefetê yên Herêma Kurdistanê wekî aliyekî çavdêriyê yê sereke û bêalî beşdar bibin da ku çavdêriya destpakî û şefafiyetê di dosyeyên petrol, deriyên sînorî û samanên giştî yên li Herêma Kurdistanê de bikin.

Ji bo vê rola çavdêriyê, pêwîst e piştgirî û garantiya saziyî ji aliyê hikûmeta federal ve hebe da ku rê li ber veşartina zanyariyan û diyarkirina di biryardanê de bê girtin.



Nûçeyên Têkildar

Seed Meen: Ti neyeta pevçûnê nîne û deriyên sînor dikarin bi hevbeşî werin birêvebirin
ÎRAQ26-11-2026

Seed Meen: Ti neyeta pevçûnê nîne û deriyên sînor dikarin bi hevbeşî werin birêvebirin

Elî Zeydî: Kurd parçeyekî resen ê gelê Îraqê ne û em dixwazin mafên wan dabîn bikin
ÎRAQ26-11-2026

Elî Zeydî: Kurd parçeyekî resen ê gelê Îraqê ne û em dixwazin mafên wan dabîn bikin

Ji bo krîza destûrî ya Hewlêr û Bexdayê diyaloga niştimanî tê lidarxistin
ÎRAQ25-11-2026

Ji bo krîza destûrî ya Hewlêr û Bexdayê diyaloga niştimanî tê lidarxistin

Pirsên