کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî / Wêne: Rûdaw

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî / Wêne: Rûdaw

ÎRAQ

Berdevkê Hikûmeta Îraqê: Sêşemê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tên gotûbêjkirin

RÛDAW

RÛDAW

28-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW28-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Sedredîn Qebançî: Divê li ser dosyeya qaçaxçîtiya petrolê lêpirsîna dadwerî bê kirin
ÎRAQ27-11-2026

Sedredîn Qebançî: Divê li ser dosyeya qaçaxçîtiya petrolê lêpirsîna dadwerî bê kirin

Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê: Dest bi ser 1,2 milyon lître petrola qaçax de hat danîn
ÎRAQ27-11-2026

Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê: Dest bi ser 1,2 milyon lître petrola qaçax de hat danîn

Wezîrê Petrolê yê Îraqê: Em dê dawî li gendeliyê bînin
ÎRAQ27-11-2026

Wezîrê Petrolê yê Îraqê: Em dê dawî li gendeliyê bînin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî ragihand ku Sêşemê bê dê dosyeyên nakok ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bên gotûbêjkirin.

Heyder Ebûdî her wiha da zanîn ku ji destpêka meha bê ve dê tarîfeya gumrikê li ser hemû kel û pelên hawirdekirî bi rêjeya ji sedî 5 bê bicihanîn û hikûmet ji bo daxistina bihayê dolarî heta hezar û 550 dînarî dixebite.

Wî her wiha eşkere kir ku para Herêma Kurdistanê ya di budceyê de bi rêjeya ji sedî 12,7 hatiye diyarkirin û got:

"Elî Zeydî rênima derxistiye ku tarîfeya gumrikê li ser hemû kel û pelên hawirdekirî bi rêjeya ji sedî 5 bê yekxistin û ji 1ê Kanûna Pêşîn a bê ve bikeve meriyetê."

Heyder Ebûdî da zanîn ku berê tarîfeya gumrikê li gorî cureyê kel û pelên hawirdekirî cuda bû.

Wî diyar kir ku biryara yekxistinê ji bo pêkanîna aramiya aborî, kêmkirina barê li ser milê welatiyan, girtina rêya bazirganên ku lîstikê bi bihayan dikin da ku kel û pel û pêdiviyên rasterast bi jiyana xelkê ve girêdayî biha nekin û girtina deriyên xwevedizîna ji gumrikê hatiye dayîn.

Her wiha da zanîn ku Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî rasterast serperiştiya van çareseriyan û şopandina wan aliyan dike ku hewl didin sûdê ji guherînên bihayê dolarî wergirin.

Pişka geştyaran a dolarî û daketina bihayê dolarî

Berdevkê Hikûmeta Îraqê li ser mijara dirav û bazarê got ku hevdem li gel wê biryarê, Banka Navendî ya Îraqê biryar daye para geştyaran a dolaran di salekê de ji 6 caran derxe 12 caran û ji bo her geştekê 3 hezar dolaran bide.

Wî diyar kir ku ev yek dê bandoreke rasterast li ser tevgera bazarê, hawirdekirinê û rêlibergirtina bilindbûna bihayan bike û got:

"Pêwendiya rasterast a li gel Banka Navendî derxistiye holê ku nîşaneyên bihayê dolarî bi taybetî li bazarê dest bi daketinê kiriye.

Hikûmet rêkarên çavdêrî û şopandinê didomîne heta ku bihayê guhertinê li hemberî her dolarekî dadikeve hezar û 550 dînarî."

Diyaloga Hewlêr û Bexdayê û para budceyê

Heyder Ebûdî behsa pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û got ku di rûniştina diyaloga niştimanî de ku Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê pêşengiya wê kiriye û biryar e roja sêşema bê bi rê ve biçe, dê mijarên nakok ên di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bên gotûbêjkirin.

Heyder Ebûdî her wiha got, "Bi giyanekî niştimanî ku pişta xwe bi destûrê girê dide û berjewendiyên bilind ên hemû Îraqiyan dixe pêşiya her tiştî, em li diyaloga çaverêkirî ya 1ê Kanûna Pêşîn dinêrin.

Rêzgirtina li rewşa destûrî ya Herêma Kurdistanê ya di bin sîwana sîstema federalî de pêbendiyeke yasayî ye. Kurd beşeke resen a pêkhateya niştimanî ya Îraqê ne û hemû Îraqî jî di maf û erkan de wekhev in."

Ebûdî li ser xalên nakok jî got, "Para Herêma Kurdistanê ya di budceyê de bi rêjeya ji sedî 12,7 hatiye qebûlkirin.

Xalên nakok jî di wan dahatên petrolî û nepetrolî de ne ku divê Hikûmeta Herêmê radestî xezîneya dewletê bike.

Diyaloga niştimanî dê avaker be û dê pişta xwe bi destûr û biryarên Dadgeha Bilind a Federal girê bide, bi awayekî ku mafê hemû Îraqiyan ji Kurdistanê heta Besrayê misoger bike."

Pirsên