کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Nûrî Malikî / Wêne: Arşîv

Nûrî Malikî / Wêne: Arşîv

ÎRAQ

Malikî: Dan û standinên Hewlêr û Bexdayê dê pirsgirêkan çareser bikin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

29-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran29-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Îraqê ji bo rêlibergirtina qaçaxçîtiya petrolê kampanyayek da destpêkirin
ÎRAQ29-11-2026

Îraqê ji bo rêlibergirtina qaçaxçîtiya petrolê kampanyayek da destpêkirin

Ofîsa Elî Zeydî: Macron piştgirî da reformên Serokwezîrê Îraqê
ÎRAQ28-11-2026

Ofîsa Elî Zeydî: Macron piştgirî da reformên Serokwezîrê Îraqê

Berdevkê Hikûmeta Îraqê: Sêşemê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tên gotûbêjkirin
ÎRAQ28-11-2026

Berdevkê Hikûmeta Îraqê: Sêşemê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tên gotûbêjkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî ragihand ku ji aliyê destûrî ve ti metirsî li ser pêgeha Herêma Kurdistanê nîne.

Malikî diyar kir ku plana şandina hêzan a ser sînoran tenê ji bo rêlibergirtina deriyên nefermî û qaçaxçîtiyê ye, ne ji bo kontrolkirina Herêma Kurdistanê ye.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî di hevpeyvîneke televîzyonî de bal kişand ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê.

Malikî di hevpeyvînê de qala dosyeya petrolê, deriyên sînor û dilgiraniyên li ser pêgeha Herêma Kurdistanê kir.

Pêgeha Herêma Kurdistanê

Malikî li ser wan dilgiraniyên welatiyan ên li ser lawazkirina pêgeha Herêma Kurdistanê da zanîn ku ew ji qonaxa nivîsandina destûrê ve agahdarê rewşê ye û got:

"Ji aliyê destûrî ve ti metirsî li ser Herêma Kurdistanê nîne, çimkî pêgeha Herêma Kurdistanê di destûrê de hatiye çespandin.

Metirsî di wan tevgeran de ye ku dibe ji çarçoveya destûrê derkevin."

Nûrî Malikî diyar kir ku destûr rê li ber hebûna Artêşa Îraqê ya li Herêma Kurdistanê nagire.

Malikî her wiha destnîşan kir ku parastina sînorên li gel Tirkiye, Îran û Sûriyeyê berpirsyariya artêşa federal e û got:

"Dema Artêşa Îraqê qala parastina sînor û deriyên sînor dike, nayê wateya gef û destdirêjiya li ser Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr jî bi awayekî zelal got ku ew naxwaze artêşê ji bo kontrolkirina Kurdistanê bişîne.

Ew artêşê ji bo parastina sînoran û rêlibergirtina deriyên neyasayî û nefermî dişîne."

Sînor û pergala federalî

Biryar e roja sêşemê civînek ji bo çareserkirina wan pirsgirêkên ku ev çend roj in derketine holê li Bexdayê bi rê ve biçe.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî 27ê vê mehê ragihandibû ku bi destpêşxeriya Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê Fayîq Zêdan dê roja sêşemê rûniştineke diyaloga niştimanî bi rê ve biçe û dê tê de dosyeyên nakok ên navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê werin gotûbêjkirin.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê di wê baweriyê de ye ku mijara herî girîng di dan û standinên roja sêşemê yên navbera Hewlêr û Bexdayê de, diyarkirina taybetiya pêwendiyan a li ser bingeha destûrê û diyarkirina sînorên Herêma Kurdistanê ye.

Nûrî Malikî da zanîn ku hikûmet qala "Hêla Şîn" a sala 2003yan dike lê berpirsên Herêma Kurdistanê vê yekê red dikin û li pey çû:

"Ev yek ji mijarên herî metirsîdar e û pêwîstiya wê bi çareseriyê heye.

Ji ber ku niha hinek herêm ji aliyê îdarî ve di rewşeke aloz de ne; ne bi temamî ji aliyê Bexdayê ve tên birêvebirin û ne jî li gorî rêkarên qanûnî hatine yekalîkirin da ku Herêma Kurdistanê berpirsyariya wan bigire ser milê xwe."

Malikî xwest ku di dan û standinan de sînorên federalîzmê werin zelalkirin û pirsî ka gelo li Îraqê pergala federalî ya rasteqîn heye an ya konfederalî.

Petrol û dahat, Herêma Kurdistanê û parêzgehên din

Nûrî Malikiyê ku du deman Serokwezîrê Îraqê bû di beşeke din a axaftina xwe de, qala mijara petrol û budceyê kir.

Malikî anî zimên ku hilberîna petrolê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve karekî asayî ye lê li gorî destûrê divê tevahiya dahata wê radestî budceya giştî ya dewletê were kirin.

Her wiha da zanîn ku li hemberî vê yekê divê Bexda jî li gorî rêjeya nifûsê para Herêma Kurdistanê bişîne.

Malikî cudahî xiste navbera qaçaxçîtiya petrolê ya li parêzgehên Îraqê û dosyeya petrola Herêma Kurdistanê û got:

"Li parêzgehên din mijar ew e ku bi qulkirina boriyan petrol tê dizîn lê li Herêma Kurdistanê bîrên petrolê hene, girêbest hene û şirket hene ku petrolê hildiberînin û hinarde dikin.

Loma ev dosye cuda ye û pêwîstiya wê bi peymaneke li ser bingeha destûrê heye."

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê amaje bi wê yekê jî kir ku pêngav ji bo aramkirina krîzan hatine avêtin û dan û standinên navbera her du aliyan dê ji bo dosyeyên nehatine çareserkirin çareseriyan peyda bikin.



Nûçeyên Têkildar

Îraqê ji bo rêlibergirtina qaçaxçîtiya petrolê kampanyayek da destpêkirin
ÎRAQ29-11-2026

Îraqê ji bo rêlibergirtina qaçaxçîtiya petrolê kampanyayek da destpêkirin

Ofîsa Elî Zeydî: Macron piştgirî da reformên Serokwezîrê Îraqê
ÎRAQ28-11-2026

Ofîsa Elî Zeydî: Macron piştgirî da reformên Serokwezîrê Îraqê

Berdevkê Hikûmeta Îraqê: Sêşemê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tên gotûbêjkirin
ÎRAQ28-11-2026

Berdevkê Hikûmeta Îraqê: Sêşemê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tên gotûbêjkirin

Pirsên