Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên li derveyî desthilata hikûmeta Sûriyê, 2 hikûmetên cuda ser bi opozisyona Sûriyê û grûpên çekdar ve hene.
Li parêzgeha Idlibê, `Hikûmeta Rizgarkirinê ye Sûrî `ku ser bi desteya Tehrîr el-Şam, ango Cebhet el-Nusre ye, desthilatdar e û baregehê wê li navenda bajarê Idlibê ye.
Tevahiya kartên rêveberî, aborî, serbazî û xizmetguzarî li parêzgeha Idlibê û hin navçeyên hersê parêzgehên Heleb, Hema û Laziqiyê li jêr destê wê ne. Ew hikûmet bi serokatiya Elî Kede ye.
Elî Kede, Serokê Hikûmeta Rizgarkirinê, dibêje, “Em ê prosesa avakirin û pşêxistina saziyên hikûmî bidomînin da ku destkeftên şoreşê bên parastin. Em ê kar ji bo geşeya giştgîr û domdar û dabînkirina jîngeha wê bikin.”
Li navçeyên Mertala Feratê li bakur û rojhilatê Helebê, û herwiha hersê herêmên rojavayê Kurdistanê, Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê, ku ji grûpên çekdar û artêşa Tirkiyê bi operasyonên serbazî dest danîne ser, hikûmeta demkî ya Sûrî desthilatdar e. Ew hikûmet girêdayî Îtalafa opozisyona Sûriyê ye û serokê wê Ebdulrehman Mistefa ye.
Ebdulmejîd Berekat, endamê desteya siyasî ya Îtîlafê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, hikûmeta ser bi Îtîlafê li Idlibê rastî astengiyan tê, lê ew naxwazin rûbirûyê Desteya Tehrîr el-Şam bibin û hinek rêveberiyên hikûmeta wan li navçeyên wê desteyê hene.
Ebdulmejîd Berekat, Endamê Desteya Siyasî ya Îtîlafê, dibêje, “Derbarê Idlibê, em ê Idlibê wekî navçeyên rizgarkirî hesab dikin, tevî hebûna wê desthilata ku li Idlibê heye û rewatiya desteser kiriye. Li wê navçeyê çend rêveberiyên girêdayî hikûmeta demkî hene, wek Rêveberiya tendirustî û perwerdeyê, û herwiha hejmarek encûmenên ser bi hikûmeta demkî. Bêguman, gelek astengî li pêş karê hikûmeta demkî hene, em heta dikarin hewl didin van astengiyan rakin, da ku em berjewendiyên serke yên nişteciyan biparêzin, bêyî ku niha em rûbirûyê desthilata de facto li Idlibê bibin ku hikûmeta rizgarkirinê ye.”
Tevî hebûna 2 hikûmetan li navçeyên li jêr destê opozisyona Sûriyê û grûpên çekdar, rewşa xizmetguzarî û ewlehiyê li wan navçeyan pir xirab e. Nişteciyên wan navçeyan, bi taybet hersê herêmên Kurd rastî hemû corên binpêkirinan li ser destê grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê tên bêyî ku hikûmeta demkî hîç rêgiriyekê li wan bike.


