Hewlêr (Rûdaw) - Cade û kolanên bajarê Qamişlo ji serê sibeha roja pêncşemê ve, hêmin û bêdeng in. Ev dîmenên herî nû yên nav bajêr in ku bi kamerya Rûdawê sibeha pêncşemê hatine kişandin.
Ev hêminî ji encama ragirtina şer bi şêweyekî demkî bi navbênkariya Rûsyayê di navbera hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser û milîsên Berevaniya niştimanî ya ser bi hikûmeta Sûriyê ye.
Roja çarşemê, şandeke serbazî ya Rûsî ligel herdu aliyên şer civiya bû û hewla gihaştina bi rêkeftinekê dabû, lê hewlên Rûsî serî negirtin, lewma ji derdora demjimêr 12ê nîvê şevê û heya piştî demjimêr 2yê ser sibehê, şer û pevçûn tund û dijwar bûbûn.
Hevdîtinên şandeya Rûsî ya serbazî li binkeya Rûsî li balafirxaneya Qamişlo ligel herdu aliyan bê encamên dawî ne, lê tenê hevtêgihişyineke demkî ji bo ragirtina şer heye.
Derbarê vê hevtêgihiştinê, Besman el-Esaf, Serokê Komeleya Sûriyeya Yekbûyî, ji Rûdawê re axivî.
Besman el-Esaf, Serokê Komeleya Sûriyeya Yekbûyî, dibêje, “Em nikarin vê weke rêkeftineke dawî bibînin, her çiqas me hêvî dikir rêkeftineke dawiyê be, lê rêkeftin agirbest e.”
Li gor zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji endamekî danûstandinên navbênkariyê wergirtine, biryar e, nîvroja roja pêncşemê civînên navbênkariyê careke din destpê bikin.
Herwiha biryar hatiye dayin ku şandek ji hersdê pêkhateyên Kurd, Ereb û Siryan seredana General Mezlûm Ebdî, fermandeyê giştî yê HSD bikin, da ku derfetek ji bo hewlên gihaştina rêkeftinê bê dayin.


