Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê di encama şerê di navbera du malbatan de kesekî canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Li gundê Golpinar ê girêdayî navçeya Samsata Semsûrê îro Şemiyê 1ê Çileya 2022ê di navbera du malbatên ku berî niha di navbera wan de nexweşî hebû, alozî derket. Piştî demekê şer derket û herdû aliyan bi çekan teqe li hevdû kirin.
Di encama şerê di navbera herdû aliyan de kesekî bi navê Şemsettin Bîlgîn canê xwe ji dest da û 5 kesên din jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Li gor zanyariyan rewşa tendirûstî ya yek ji birîndaran necêgir e û rewşa 4 birîndarên din jî baş e.
Hat ragihandin ku piştî bûyerê ji bo lêkolînê tîmên cendermeyan û polîsan çûne gundê Golpinar û rêya gund bo hatinûçênê girtin.



