Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê koma ku çûbû goristanê rastî êrişa bi çekê hat.
Di encama êrişê de 3 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Bûyer berê êvarê de li Goristana Asriyê ya Êlihê pêk hat.
Goristan li Taxa Guneykentê ya navenda bajêr e.
Li gorî îdiayan, koma ku ji bo serdanê çûbû goristanê, rastî êrişa wan kesan hat ku dijmintî di navbera wan de hebû.
Gumanbaran bi demançeyan gule li komê reşandin.
Êrişkar reviyan
Êrişkar piştî êrişê yekser ji ji cihê bûyerê reviyan.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Piştî kontrol tîmên tenduristiyê derket holê ku Mehmet Dîrek, Ercan Dîrek û Bekir Dîrek li cihê bûyerê mirine.
Tîmên tenduristiyê cenazeyên wan her sê kesan ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.
Rewşa birîndarekî giran e
Her wiha di êrişê de A.G.yê 50 salî û M.E.yê 22 salî jî birîndar bûn.
Xizmên wan bi derfetên xwe her du birîndar veguhastin nexweşxaneyeke taybet.
Hat zanîn ku tedawiya birîndaran berdewam dike lê metirsiya li ser jiyana A.G. berdewam dike.
Polîsan li herêmê tedbîrên berfireh ên ewlehiyê standin û derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê kir.
Li gorî agahiyên destpêkê, hat angaştkirin ku ev êriş ji ber dijmintiya di navbera her du malbatan de pêk hatiye.
Hat ragihandin ku 16ê Gulana 2026an di pevçûneke bi kêrê ya navbera van her du malbatan de kesekî canê xwe ji dest dabû.



