Hewlêr (Rûdaw) - Videoyê pitika ku piştî erdheja Mereşê li ser medyaya civakî hatin parvekirin da dilê kesên ku wê dibînin germ dike, li navçeya Kolikê ya Semsûra Bakurê Kurdistanê hat kişandin. Kesê xêrxwaz Îbrahîm Akaslan ê ku video kişand, anî ziman ku ji ber ku ji bo zarokê çîrokên cuda hatine nivîsandin ew xemgîn kirine.
Roja 6ê Sibatê du erdhejên bihêz ku navendên wê li parêzgeha Mereşa Bakurê Kurdistanê bûn, 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin û li wan deran bû sedema rûxaniyeke mezin. Di ajans û medyaya civakî de derbarê erdhejê de bi dehan video hatin parvekirin.
Di 11ê Sibatê de videoyê ku cara yekem li ser hesabên medya civakî ya Rûdawê hatibû parvekirin de ku li serê “Pitika biçûk a ku bi malbata xwe re ji erdhejê rizgar bû, di bin sermayê de ji xêrxwazên ku çûn alîkariya wan wiha keniya dilê xelkê germ kir” hatibû nivîsandin, ji aliyê gelek televîzyon, ajans, malper û hesabên medyaya civakî yên neteweyî û navneteweyî bi şîrove û çîrokên cûda hate parve kirin.
Rûdawê xwe gihand xwediyê vîdeoyê Îbrahîm Akaslan û çîroka wê zaroka delal hîn bû.
Kesê xêrxwaz Akaslan ji Rûdawê re ragihand, ku wan dîmen li gundekî navçeya Kolikê ya Semsûrê kişandiye.
Akaslan dibêje “Piştî erdhejê em ji bo gihandina alîkariyê çûn gundên Kolikê. Min ev vîdyo li yek ji wan gundan kişand. Dema ku ez çûm wir, min zarokek di dergûşê de dît. Dema ez çûm ba wî û min jê re got `tu çi dikî” dest bi kenê kir. Ji ber ku pir şîrîn bû, min ew li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kir. Lê min nizanibû ku dê hewqas deng vede.”
Îbrahîm Akaslan da zanîn ku ew xêrxwazek xwebexş e û got “Em bi heval û xizmên xwe û bi budçeya xwe alîkariyê digihînin mexdûrên erdhejê.”
Herwiha Akaslan diyar kir “Min kêliyek dîrokî girt, lê min ji bîr kir ku xwe bikşînim û têxim wêneyê. Tenê di videoyê de dengê min heye.”

