Hewlêr (Rûdaw) - Roja ewil a sala nû ya xwendinê li navçeya Xurmatûyê ya parêzgeha Diyaleyê, ji xwendina sirûda neteweyî "Ey Reqîb" û bilindkirina Alaya Kurdistanê ji aliyê xwendekaran ve, qaymeqamê navçeyê giliyê birêvebira dibistanê kir.
Bûyer li Dibistana Seretayî ya Mewlewiyê ya li navçeya Xurmatûyê qewimî.
Birêvebirê Xwendina Kurdî yê Xurmatûyê Mamoste Tariq Ehmed li ser mijarê ji Rûdawê re ragihand:
"Qaymeqamê Xurmatûyê bi eşkereyî ji birêvebirê dibistanê re gotiye ku ew dê giliyê wê bike.
Her wiha Birêvebirê Perwerdeya Erebî jî ew agahdar kiriye ku divê sibe ji bo lêpirsînê serdana birêvebiriyê bike."
Birêvebira Tirkmen: Mafê wan ê destûrî ye
Birêvebira Dibistana Mewlewiyê ya li Xurmatûyê Mamoste Zeyneb Adil ku bi xwe Tirkmen e, ji Rûdawê re got:
"Alîkara min a ku Kurd e sirûda neteweyî lê da. Ev ne karekî neyasayî ye û li gorî destûrê mafê wê yê rewa ye.
Xwendekaran jî Alaya Kurdistanê anîbû û me ew bi ser avahiyê ve hilnekiribû. Di heman demê de Ala Îraqê jî li dibistanê hebû."
Birêvebira Dibistana Mewlewiyê her wiha anî zimên:
"Em li Xurmatûyê cudakariya di navbera neteweyan de nakin. Dibistan ne cihê cudaxwaziya neteweyî ye, belkî cihê perwerdeyê ye."
"Qaymeqam li bendê nema û dibistan terikand"
Zeyneb Adilê li ser helwesta qaymeqam jî ev agahî dan:
"Dema ku qaymeqam hat, dengê sirûda Kurdan bihîst. Ew qet li bendê nesekinî ku sirûd biqede an em biguherin; yekser got 'Ev nayê qebûlkirin' û ji dibistanê derket."
Zeyneb Adilê derbarê gilîkirinê de got:
"Ti tirsa min ji wê giliyê nîne. Ez dê sibe herim Birêvebiriya Perwerdeyê û ji bo her lêpirsîn û rêkara yasayî amade me."
Li gorî lêkolîn û zanyariyên Rûdawê yên li navçeya Xurmatûyê, hemû birêvebirên dibistanên xwendina Kurdî Ereb an Tirkmen in.
.webp&w=3840&q=75)

