Hewlêr (Rûdaw) - Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Zayendî ya Di Dema Şer û Pevçûnan de 19ê Hezîranê ye.
Bi vê armancê li Dihokê ji aliyê Navenda Lêkolînên Wekheviya Zayendî û Encumena Bilind a Xaniman ve konferansek hat lidarxistin.
Di nav Kurdan de, Êzidî qurbaniyên herî nû yên vê tundiyê ne.
Tebaxa sala 2014an, rêxistina tundrew DAIŞê êrişî Şingalê û derdora wê kir û zêdetirî 11 hezar welatiyên sivîl ên Kurdên Êzidî qetil kirin, revandin an jî winda kirin.
Piştî vê bûyerê, Serokwezîrê wê demê û Serokê niha yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo rizgarkirina wan Kurdên Êzidî ofîseke taybet ava kir ku bi sedan kesên revandî rizgar kirine.
Husên Qaidî ku erkê birêvebirina vê ofîsê li stûyê wî ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Bi biryara Serok Nêçîrvan Barzanî, heta ku Kurdekî Êzidî yê winda mabe dê karên vê ofîsê bidomin."
"Rûpelên herî biêş ên dîroka hemdem"
Di konferansa li Dihokê de, Serokê Zanîngeha Dihokê Dawud Silêman Etrûşî gotarek pêşkêş kir û destnîşan kir:
"Em li vir kom bûne ne tenê ji bo bibîranîna rojeke cîhanî, di heman demê de ji bo rawestana li ser yek ji rûpelên herî biêş ên dîroka hemdem a herêma me ku ew jî Komkujiya Êzidiyan e."
Serokê Zanîngeha Dihokê Dawud Silêman Etrûşî got:
"Zêdetirî 10 salan di ser wê komkujiyê re derbas dibin ku ji aliyê DAIŞê ve li dijî pêkhateya Êzidî û pêkhateyên din hat kirin.
Tevî hewldanên ji bo rizgarkirina qurbaniyan, hîn jî hejmareke zêde ya wan di rewşeke derûnî, civakî û aborî ya zehmet de dijîn."
Serokê Zanîngeha Dihokê da zanî ku pêvajoya başbûn û vegera li jiyanê karekî ne hêsan e, gereke demdirêj e û pêwîstiya wê bi piştgiriya hemû aliyan heye û anî ziman:
"Wekî zanîngeh, berpirsyariyeke mezin li ser milê me ye ku ne tenê rêzê li qurbaniyan bigirin, her wiha kar bikin ji bo avakirina paşerojekê li ser bingeha rûmet, dadperwerî û wekheviyê."
Piştî komkujî û tawanên DAIŞê yên li dijî Kurdên Êzidî, Zanîngeha Dihokê "Enstîtuya Çareseriya Derûnî û Trawmayê" vekir.
Serokê Zanîngeha Dihokê da zanîn:
"Ev enstîtu wekî bersivdaneke bilez bû ji bo pêdiviyên mezin ên herêmê di warê çareseriya derûnî û şopên tundiyê yên ji bo rizgarbûyî û koçberan."
Bi sedan keçên Kurd ên Êzidî ji bo çareseriyê çûn Almanyayê
Serokê Zanîngeha Dihokê Dr. Dawud Silêman di gotara xwe de behsa hewl û karên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo qurbaniyên destê DAIŞê kir û got:
"Eger em hinekî vegerin dîroka vê enstîtuyê; sala 2014an dema ku ew êrişa hovane hat kirin, bi biryara hikûmetê û bi piştgiriya Cenabê Nêçîrvan Barzanî, rêkeftinek hat kirin ji bo şandina hezar û 100 jin û keçên Êzidî ya Almanyayê bi mebesta wergirtina çareseriya derûnî."
Dawud Silêman her wiha got:
"Piştre Almanyayê dît ku pêdivî gelekî zêdetir in ji wê hejmarê, lewma bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Enstîtuya IPPyê li Zanîngeha Dihokê hat damezirandin."
Danîna bingeha enstîtuyê ya ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve
Serokê Zanîngeha Dihokê li ser damezirandina Enstîtuya Çareseriya Derûnî û Trawmayê got:
"Armanca me tenê çareserî nebû, pêgihandina kadroyên pispor jî bû.
Ji sala 2017an ve, me bernameya masterê di vî warî de vekir û heta niha 5 xul ku nêzîkî 134 heta 140 xwendekarên masterê ne, ji vê beşê derçûne.
Her wiha me klînîkeke çareseriyê li Dihokê û klînîkeke din jî li Sinûna Şingalê vekiriye ji bo xizmetkirina xelkê me."
Dr. Dawud Silêman amaje bi rola Nêçîrvan Barzanî kir û anî ziman:
"Li vir ez dixwazim spasiya Cenabê Nêçîrvan Barzanî bikim ku ji destpêkê ve bingeha vî karî danî, her wiha spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Cenabê Mesrûr Barzanî dikim ku bi berdewamî piştgir û agahdarê karên me ye."
Li gorî amarên dawî yên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Destê DAIŞê ku ofîs ser bi Ofîsa Taybet a Nêçîrvan Barzanî ve ye, hejmara Kurdên Êzidî li Îraq û Başûrê Kurdistanê 550 hezar kes in.
Di êrişên DAIŞê yên 3yê Tebaxa 2014an de, 11 hezar û 417 Kurdên Êzidî hatin kuştin yan jî hatin revandin û windakirin.
Hejmara Kurdên Êzidî û dabeşbûna wan:
· 550 hezar kes
· 135 hezar û 860 kes koçber in û di nav kampên Herêma Kurdistanê de dijîn
· 189 hezar û 337 kes li derveyî kampan dijîn
Gorên bikom
Piştî rûxîna DAIŞê û kontrolkirina Şingalê ji aliyê Pêşmergeyan ve, gelek gorên bikom li Şingal û Nînowayê hatin dîtin ku Kurdên Êzidî tê de bûn.
· 93 gorên bikom hatine dîtin
· Bi dehan gorên takekesî hatine dîtin
· 29 kes ji gorên bikom rizgar bûne
· 68 goristan ji aliyê DAIŞê ve hatine teqandin
Amarên revandî û rizgarbûyan
· 6 hezar û 417 revandî
· 5 hezar û 548 jin
· 2 hezar û 869 mêr
3 hezar û 595 rizgarbûyî
· Hezar û 213 jin
· 339 mêr
· Hezar û 79 zarokên keç
· 964 zarokên kur
Amarên şehîdan
Hejmara wan revandiyên ku bi destê DAIŞê hatine şehîdxistin û cenazeyên wan di nav gorên bikom de hatine dîtin û radestî malbatên wan hatine kirin:
· 296 şehîd
· 41 jin
· 255 mêr
Hejmara windayan
· 2 hezar û 526 kes
· Hezar û 215 jin
· Hezar û 311 mêr
Rola Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî di rizgarkirina revandiyan de
Di konferansa Dihokê de Sekretera Giştî ya Encumena Bilind a Xaniman Dr. Xanzad Ehmedê ragihand ku di rojeke navneteweyî ya wiha de ji her kesî dixwaze ne ku tenê binîranîna rojê bikin, her wiha birînan derman bikin, rizgarbûyî, malbat û civakê bi hev re li hev bînin û sîstem û hikumraniyê bixin xizmeta welatiyên rizgarbûyî.
Dr. Xanzadê Ehmedê got:
"Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî erkekî neteweyî bi serokatiya Pêşmerge û Rêber û Serok Barzanî, wê demê ku Serokê Herêmê jî bû, her ji destpêka komkujiyê ve ferman da.
Wê demê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Rêzdar Serok Nêçîrvan Barzanî, Ofîsa Revandiyan vekir.
Ew ofîs ji bo rizgarkirina revandiyan bû û heta niha jî em berdewam in li ser wan şîret û wan siyasetên ku Cenabê Serok danîne.
Me ew biryar daye ku heta rizgarkirin û diyarkirina çarenivîsa revandiyê dawî em dê berdewam bin."
Sekretera Giştî ya Encumena Bilind a Xaniman her wiha anî ziman:
"Em nikarin behsa wê nekin û înkar bikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybetî di Kabîneya Nehem de, hûn ji min baştir agahdar in ku rûbirûyî gelek qeyranan bûye.
Tevî hemû qeyranan jî rizgarbûyî ji bîr nekirine û gelek gavên baş avêtine ji bo piştgiriya wan, çi di xwendinê de be yan jî dabînkirina her alîkariyekê be."
Dr. Xanzadê amaje pê kir ku rizgarbûyî tenê pêdiviya wan bi wê nîne ku meaş ji wan re were birîn yan jî hinek pere ji wan re were dayîn û got:
"Rewş gelekî ji wê kûrtir û zehmettir e, ew barê derûnî û hestyarî yê ku tê de dijîn, girîng e bi çavekî gelekî cidî lê were nihêrîn û were xistin nav bernameyên zanîngehan ku alîkarê me bin ji bo ku em wekî dezgeh di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de karibin di xizmeta rizgarbûyan de bin û ev kêmtirîn erk e ku em karibin bikin."
"Birînek e ku hîn derman nebûye"
Sekretera Giştî ya Encumena Bilind a Xaniman da zanîn:
"Em îro bibîranîna her takekî rizgarbûyî dikin, bi sedan kes tên bîra me ku hatine birin û wekî kole hatine girtin.
Em rêzê li berxwedana rizgarbûyan digirin û xwe li hemberî birînên wan ditewînin.
Em bibîranîna wan jî dikin ku di wê komkujiyê de canê xwe ji dest da, êşên wan ne werzek e ku bê û derbas bibe û ji bîr bibe, birînek e hîn vekirî ye."


