Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê, di 3 mehên borî de polîsan dest daniye ser 243 kîlogram madeyên hişbir û nêzîkî 500 bikarhêner û bazirgan hatin desteserkirin.
Navenda Ragihandinê ya Polîsê Parêzgeha Sineyê ragihand ku wan ji 21ê Adarê ve heta niha, di çarçoveya operasyonên rûbirûbûna madeyên hişbir de dest daniye ser 243 kîlogram madeyên hişbir ên curbicur.
Li gorî daxuyaniya Polîsê Sineyê, 467 bikarhênerên madeyên hişbir hatine desteserkirin û ji bo çareserkirin û vegerandina nav civakê, ew şandine navendên rehabîlîtasyonê.
Her wiha hat destnîşankirin ku hejmarek bazirgan û firoşkarên madeyên hişbir hatine desteserkirin û dest danîne ser çendîn otomobîl û motorsîkletan ku ji bo veguhastin û belavkirina wan madeyan dihatin bikaranîn.
Li gorî amarên fermî, sala borî li parêzgeha Sineyê polîsan dest daniye ser hezar û 300 kîlogram madeyên hişbir.
Her wiha hezar û 500 kes jî bi tohmeta bazirganî û bikaranînê rûbirûyî şandibûn dadgehê.



