Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên fermî yên nexweşxaneyên Kerkûkê, di her çar rojên Cejna Qurbanê ya îsal de li pênc nexweşxaneyên wê parêzgeha Başûrê Kurdistanê 274 zarok ji dayîk bûn lê tenê 70 ji wan Kurd bûn.
Serokê Desteya Herêmên Kurdistaniyên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê Fehmî Burhan li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Fehmî Burhan got, "Geşbûna nifûsa parêzgehê nexwezayî ye."
Li gorî wan amaran ku gihîştine Tora Medyayî ya Rûdawê, dabeşbûna hejmara zarokên ku di çar rojên Cejna Qurbanê de li wan pênc nexweşxaneyan ji dayîk bûne bi vî rengî ye:
- Nexweşxaneya Zarokan û Jidayîkbûnê ya Bajarê Kerkûkê: 81 zarok
- Nexweşxaneya Hewîceyê ya li parêzgeha Kerkûkê: 83 zarok
- Nexweşxaneya Azadiyê ya li bajarê Kerkûkê: 60 zarok
- Nexweşxaneya Giştî ya Kerkûkê ya li bajarê Kerkûkê: 40 zarok
- Nexweşxaneya Daqûqê ya li parêzgeha Kerkûkê: 10 zarok
Amarên van pênc nexweşxaneyan diyar dikin ku di nav 274 zarokên ku li Kerkûkê ji dayîk bûne de, tenê 70 zarok Kurd in.
Ev di demekê de ye ku tenê li navçeya Hewîceyê ku piraniya şêniyên wê Ereb in, 83 zarok ji dayîk bûne.
"Geşbûna nifûsê ne xwezayî ye"
Serokê Desteya Herêmên Kurdistaniyên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê Fehmî Burhan ji Rûdawê re ragihand ku berawirdiya serjimêriya sala 1957an û rewşa niha, rewşeke tal nîşan dide.
Fehmî Burhan got, "Sala 1957an rûbera Kerkûkê berfirehtir bû û cografyayeke wê ya mezin hebû lê hejmara nifûsa wê tenê 388 hezar kes bû.
Di sala 2024an de ev hejmar gihîşt nêzîkî 2 milyon û 200 hezar kesî, di demekê de ku rûbera wê gelekî kêm bûye."
Burhan bal kişand ser wê yekê ku ev guherîna mezin a di demografiya parêzgehê de "rewşeke xwezayî nîne."
Burhan her wiha wî got ku hejmara nifûsa navçe û bajarokên li derveyî navendê gelekî zêde bûye.
Wekî mînak, nifûsa navçeya Hewîceyê û bajarokên wekî Zab, Ebasiye û Riyazê gihîştiye nêzîkî 400 hezar kesî.
Fehmî Burhan wiha pê de çû ,"Pişka şêr a vê geşbûnê dikeve ber pêkhateya Ereb ku li gel Kurd û Tirkmenan nayê berawirdkirin.
Heta niha hejmara Tirkmenan ji ya berê kêmtir bûye."
Rêjeya Kurdan di saziyên Kerkûkê de kêm bûye
Di heman demê de lêkolîner û nivîskarê lêkolîna "Kî fermanrewayê Kerkûkê ye: Kurd an neyarên wan" Ehmed Ezîz ji Rûdawê re ragihand:
"Li gorî amar û zanyariyên ku li cem min hatine komkirin, rêjeya Kurdan di saziyên Kerkûkê de jî gelekî kêm bûye."
Li gorî wî lêkolînerî, rêjeya giştî ya Kurdan û neteweyên din di nav saziyan de beriya 16ê Çiriya Pêşîn a 2017an bi vî rengî bû:
Kurd: Ji sedî 30
Ereb: Ji sedî 54
Tirkmen: Ji sedî 16
Niha:
Kurd: Ji sedî 23
Ereb: Ji sedî 51
Tirkmen: Ji sedî 23
Rêjeya birêvebirên fermangehan beriya 16ê Çiriya Pêşîn a 2017an:
Kurd: Ji sedî 53
Ereb: Ji sedî 19
Tirkmen: Ji sedî 23
Niha:
Kurd: Ji sedî 34
Ereb: Ji sedî 39
Tirkmen: Ji sedî 32
Ehmed Ezîz ragihand, "Rêjeya geşbûna nifûsa Kerkûkê hemû pîvanên cîhanî derbas kirine, ku li cîhanê ev rêje ji sedî 1ê kêmtir e.
Wekî mînak, nifûsa navçeya Hewîceyê sala 2003yan nêzîkî 130 hezar kes bû, lê niha gihîştiye nêzîkî 400 hezar kesî.
Ev tê wê wateyê ku nifûsa wê nêzîkî ji sedî 200 zêde bûye."



