Hewlêr (Rûdaw) - Meleyekî ji navçeya Silopiyayê ya Şirnexê bangî malbatên Kurd kir ku li zimanê Kurdî xwedî derkevin.
Ew dixwaze ku malbat di malê de bi zarokan re bi Kurdî biaxivin.
Meleyê Kurd dibêje heger rewşa Kurdî wiha bidome dê 20 salên din zimanê Kurdî nemîne.
Zimanê Kurdî di metirsiyê de ye
Li Bakurê Kurdistanê perwerdeya bi zimanê dayîkê nîne.
Ji ber vê yekê axaftina bi Kurdî di nav nifşên nû de her ku diçe kêm dibe.
Zimanê Kurdî li ber qeraxa metirsiyeke mezin e.
Qala metirsiyan dike
Mele Taha Cengîz li navçeya Silopiyayê melayê mizgeftekê ye.
Mele Taha Cengîz vîdeoyek ji Rûdawê re şandiye û qala metirsiyên li ser zimanê Kurdî dike.
"Bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin"
Melayê Kurd diyar dike ku li navçeya Silopiyê axaftina bi Kurdî gelekî kêm bûye.
Ew bi taybetî bangî malbatan dike ku di malê de bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin da ku zimanê xwe biparêzin.
Mele Taha Cengîz neaxaftina bi zimanê Kurdî wekî kêmasiyeke mezin dibîne û dibêje:
“Ziman çand û kultura we ye. Dema ez vê yekê dibêjim hinek kes dibêjin mela siyasetê dike.
Lê ev ne siyaset e û ne meseleya partiyan e. Ev ziman e û divê tu bi zimanê xwe biaxivî.”
"Heger 20 salên din wiha bidome dê ziman nemîne"
Mele Taha Cengîz da zanîn ku dema ew li bajarên mezin bi Kurdan re bi Kurdî diaxive, ew fêm nakin û wiha pê de çû:
“Ew li ser vê yekê bi Tirkî bersiva min didin. Ez jî ji wan re dibêjim, ‘Birayê min, tu vî zimanî û zimanê xwe bizane.’
Heger 20 salên din rewşa ziman di nav zarok û civakê de wiha bidome, dê ziman nemîne.”


