Dêrsim (Rûdaw) - Li Dêrsimê şêniyên gundikê Boliyê 39 sal in di hesreta gundê xwe de ne.
Bolî yek ji wan cihên ewil e ku li Dêrsimê ji ber hincetên ewlehiyê hatiye valakirin.
Şêniyên gund tevî ku 39 sal derbas bûne jî ji ber ku nikarin vegerin gundê xwe dilgiran in.
Mînakên yekem ên valakirina gundan
Li Dêrsimê mînakên yekem ên valakirina gundan ku bûne sedema travmayên mezin, 1987an rû dan.
Gundikê Boliyê yyê ku ji 15 malan pêk dihat bi hinceta şer û pevçûnan hat valakirin.
Piştî valakirina gund, beşek ji gundiyan ji ber sedemên parastina canê xwe li gundên derdorê bi cih bûn.
Hinek ji wan jî neçar man koçî bajarên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û welatên Ewropayê bikin.
Tenê dikarin ji dûr ve lê binêrin
Şêniyên Boliyê dixwazin gundê xwe yê ku 39 sal in rêya wî nîne û bi piranî xera bûye ji nû ve bibînin.
Ew bi wê hêviyê dijîn ku vegerin xaka ku lê ji dayîk bûne û mezin bûne.
Gundiyên ku bi salan e nikarin gor û ziyaretgehên xwe bibînin, daxwaz dikin ku ji bo vegerê şert û mercên pêwîst bên amadekirin.
Gundî ji ber ku rê nîne tenê dikarin ji dûr ve li gundê xwe yê di hesreta wî de ne binêrin. Wan piştî bi salan hewl da ku hesreta xwe bi dawî bikin.
Welatiyan demeke dirêj li gundê xwe temaşe kir û tenê bi girtina wêneyan a ji dûr ve dilê xwe rihet kir.
"Hêviya min tenê ji dewletê ev e"
Alîşan Donmez da zanîn ku wî di nava 39 salan de tenê du sê caran serdana gundê xwe kiriye û hesreta xwe wiha anî zimên:
"Sala 1987an gundê me hat valakirin. Em hemû neçar man ku derkevin. Ji wê salê ve ango ev 39 sal in gundê me vala ye.
Min tenê du sê caran karîbû biçim serdanê. Piştî wê min qet lingê xwe neavêt wir. Niha ez biçim ez cihê goran nizanim û nas nakim.
Jiyana me tev li derve derbas bû. Lê niha rewş guheriye, ber bi başiyê ve diçe.
Em hemû dixwazin ku başî çêbibe û aramiya milet hebe.
Em dixwazin rêya me çêbibe, her kes biçe li gundê xwe bi cih bibe.
Bila xelk mêşvaniyê bike, bostanên xwe biçîne. Hêviya min a ji dewletê tenê ev e. Pêdiviya min bi tiştekî din ê ji dewletê nîne."
"Mirovên me dixwazin vegerin"
Hasan Donmez jî diyar kir ku ew bi salan e nikarin herin serdana gorên xwe û wiha axivî:
"Bi salan e em nikarin herin serdana gorên xwe. Em cihê gorên xwe nizanin.
Ev 39 sal in em li derveyî bajêr in. Piştî bi salan jî carinan qedexe hebûn.
Ew der wekî herêma ewlehiya taybet îlan kiribûn. Em nedikariyan herin serdanên xwe, gorên xwe.
Vê gavê pêvajoyeke aştiyê heye. Em dixwazin ajeldariyê bikin, mêşvaniyê bikin. Mirovên me dixwazin vegerin."
"Min gelekî bêriya gundê xwe kiriye"
Perîhan Donmeza ku ji ber valakirina gundikê Boliyê bi salan e neçar maye li gundê Halvoriyê bijî jî hesreta xwe ya ji bo gundê xwe wiha anî zimên:
"Ev bi salan e em gundê xwe nabînin. Piraniya mirovên ku neçar man gundên xwe biterikînin mirin. Rêya me nîne, ava me nîne.
Ji me re dibêjin 'herin li gundê xwe bi cih bibin' lê gava rê tunebe em dê çawa bi cih bibin? Bila rê hebe da ku em kel û pelên xwe bibin.
Min gelekî bêriya gundê xwe kiriye. Jiyana me li wir derbas bû, zarokên me li wir ji dayîk bûn lê niha em ketine vî halî.
Em neçar dimînin li gundê mirovên din bijîn. Mirov ji me re dibêjin 'ji vir derkevin, ev der ne gundê we ye'.
Derd û hesreta min a herî mezin ew e ku ez vegerim gundê xwe yê li mezrayê. Ez tiştekî din naxwazim."
Bi hezaran kes bûn koçber
Sala 1994an ku li Dêrsimê valakirina gundan di asta herî bilind de bû, 183 gund û 823 gundik hatin valakirin.
Di vê pêvajoyê de nêzîkî 41 hezar û 939 kes neçar man ku cihên xwe biterikînin.
Tevî ku bi salan derbas bûne jî li gelek gundan ji ber pirsgirêkên binesazî û çûnûhatinê veger di asteke sînordar de maye.



