Hewlêr (Rûdaw) – ENKSyê bal kişand ser bandorên kûr û wêranker ên Kembera Erebî yên li ser Rojavayê Kurdistanê.
Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) di salvegera 52yemîn a bicihanîna Kembera Erebî de daxuyaniyek belav kir.
ENKSyê diyar kir ku Kembera Erebî yek ji xetertirîn polîtîkayên nijadperest û şovenîst bû û bi rêya wê projeyê erdên Kurdan ji wan hatin standin û li Ereban hatin belavkirin.
Encumenê destnîşan kir ku armanca sereke ya projeya Kembera Erebî guhertina demografiyê û tecrîdeke cografî ya bi zorê bû.
Biryara hejmar 52 û destpêka projeyê
ENKSyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku 24ê Hezîrana 1974an, birêvebiriya Partiya Beasê ya Sosyalîst biryara hejmar 52 derxist û got:
“Bi hinceta "Çaksaziya Çandiniyê" erdên Kurdan ên ku di salên 1965, 1966 û 1967an de dest danîbûn ser hatin dabeşkirin.
Ev erd li ser sînorê Tirkiyeyê bûn. Kûrahiya wan 10 heta 15 kîlometre û dirêjahiya wan jî 275 kîlometre bû.
Rûberê van erdan bi giştî 2 milyon donim bû.”
Bingeha planê vedigere sala 1963yan
ENKSyê eşkere kir ku ev projeya nijadperest ji dema ku Partiya Beasê sala 1963yan bi derbeyeke leşkerî desthilatdarî bi dest xistibû ve hatibû plankirin.
Ev plan li ser bingeha lêkolîna Serokê Ewlehiya Siyasî Mihemed Teleb Hîlal a sala 1963yan hatibû amadekirin.
Hinceta wan a wê demê ew bû ku ji ber çêkirina Bendava Feratê av bi ser hinek gundên Ereban de girtiye, lewma ew Ereb anîn û li ser erdên Kurdan bi cih kirin.
40 gundên Ereban hatin avakirin
ENKSyê destnîşan kir ku 24ê Hezîranê ji bo gelê Kurd rojeke reş e û da zanîn:
"Wê demê 40 gundên Ereban hatin avakirin.
Erebên ji Minbic û Tebqayê anîn û li van gundan bi cih kirin.
Li her gundekî nêzîkî 100 malbatî hatin bicihkirin.
Hemû xizmetguzariyên wekî av, elektrîk, dibistan, rê û telefon ji bo wan hatin dabînkirin.
Ev di demekê de bû ku li ti gundên Kurdan ev xizmetguzarî tunebûn.”
Koçberiya bi zorê û rewşa xirab a Kurdan
ENKSyê di daxuyaniyê de diyar kir ku rewşa jiyana bi hezaran cotkarên Kurd ên ku erdên wan hatibûn standin gelekî xirab bû û anî ziman:
“Ew neçar man ku ji bo debara xwe gundên xwe biterikînin û berê xwe bidin bajarên mezin ên wekî Şamê.
Li wan bajaran jî Kurd di şert û mercên gelekî xirab de xebitîn.”
ENKSyê diyar kir ku armanca vê siyaseta nijadperest guhertina demografiyê û erdnîgariya herêmê bû û beşek ji vê planê jî bi cih hat.
ENKSyê anî ziman ku di destpêka Şoreşa Sûriyeyê ya sala 2011ê de, gelê Kurd kêfxweş bû û hêvî dikir ku ew şoreş dê maf û rûmeta wan vegerîne.
Rûmeta ku bi dehan salan ji ber siyaseta nijadperest û desteserkirina mal û milkan hatibû binpêkirin.
Daxwaza vegerandina mafan û tazmînkirinê
ENKSyê destnîşan kir ku maf bi derbasbûna demê re ji holê ranabin û gelê Kurd dê parastina mafên xwe bidomîne.
Encumenê bangî hemû hêzên niştimanî, demokratîk û civaka navneteweyî kir ku hebûna gelê Kurd di destûrê de were naskirin.
Her wiha ENKSyê xwest ku hemû siyaset û projeyên nijadperest ên wekî Kembera Erebî werin hilweşandin.
ENKSyê xwest ku mal û milkên Kurdan ên ku ji aliyê rejîma nijadperest ve hatibûn desteserkirin li wan werin vegerandin û zerera wan were tazmînkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê Sûriyeyeke nû ya demokratîk, nenavendî û wekhev were avakirin.


