Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo parastina daristanên devera Zawîteyê ya Dihokê ji şewatê gaveke nû hat avêtin.
Rêxistineke Holendî bi aliyên pêwendîdar ên Dihokê re 125 hezar metre çargoşe xetên agirvemirandinê çêkir.
Sala borî li heman daristanê şewateke mezin derketibû û beşeke mezin a daristanê şewitîbû.
Kêmkirina metirsiya şewatê
Rêxistina Dorcasê ya Holendayê û Birêvebiriya Daristan û Çêrgehên Dihokê bi hev re dixebitin.
Wan li daristanên Zawîteyê 125 hezar metre çargoşe xetên agirvemirandinê çêkirin.
Armanca vê projeyê ew e ku metirsiya şewatê kêm bibe û daristan were parastin.
Daristana Zawîteyê ji aliyê geştyarî û jîngehê ve xwedî girîngiyeke stratejîk e.
Birêvebirê Bernameyan ê Rêxistina Dorcasê Metîn Seîd ji Rûdawê re axivî û got:
“Xetên agirvemirandinê yek ji rêbazên xweparastinê û rûbirûbûna wî agirî ye ku di nav daristanê de derdikeve."
“Dibe ku 300 sal hewce bin”
Sala borî li daristana Zawîteyê şewateke mezin derket. Di şewatê de nêzîkî 800 donim daristan şewitî.
Metîn Seîd anî zimên ku wan piştî wê karesatê ev gav avêtiye û got:
"Heta ku ev daristan vegere rewşa xwe ya berê divê bi sedan sal derbas bibin. Bi dîtina min dibe ku 300 sal jî hewce bin."
Xetên agirvemirandinê du armancên sereke bi cih tînin.
Ya yekem rê li ber belavbûna agir digire û daristanê dabeşî çend beşan dike. Eger li beşekî agir derkeve, agir derbasî beşên din nabe.
Ya duyem jî ev xet wekî rê tên bikaranîn. Bi vî awayî tîmên agirvemirandinê û parastina sivîl dikarin bi lez xwe bigihînin cihê bûyerê.
Cureyên daran ên taybet
Metîn Seîd li ser hilbijartina Zawîteyê jî ev tişt eşkere kirin:
"Yekem, ji ber wê şewata mezin a ku par çêbû me ev der hilbijart. Duyem, Zawîte cihekî gelekî nêzîkî Dihokê ye. Li ser asta Îraqê jî cihekî geştyarî yê gelekî navdar e."
Her wiha wî destnîşan kir ku li wê herêmê cureyekî taybet ê daran heye.
Bi gotina wî eger ew dar bişewitin bi temamî ji nav diçin û şînbûna wan gelekî hêdî ye.
Birêvebirê Daristan û Çêrgehên Dihokê Kawe Sebrî jî ji Rûdawê re axivî û got ku ji ber barana zêde pûş û pel zêde bûne û metirsiya şewatê jî zêdetir bûye û wiha domand:
“Em nikarin bi temamî daristanê kontrol bikin. Lê em gavan diavêjin da ku eger agir li cihekî xeternak derkeve, em zererên wî kêm bikin."
Birêvebirê Daristan û Çêrgehên Dihokê ragihand ku wan dest bi gaveke paqijkirinê kiriye.
Ew daristanan ji paşmahiyên hişk paqij dikin çimkî ew yek ji sedemên sereke yên şewatê ne.
Wî diyar kir ku ew cihên ku giya û paşmahiyên hişk lê ne bi hevkariya Rêxistina Dorcasê paqij dikin.
Rêxistina Dorcasê ji bilî çêkirina xetên agirvemirandinê, çend xebatên din jî kirine.
Metîn Seîd di dawiyê de got, "Me ji bo tevahiya parêzgeha Dihokê, ji Zawîteyê heta Berwarî Balayê 77 amûrên gerok dabîn kirine."


