Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji navên girîng ên siyaseta Kurdan Faîk Bucak, di 60emîn salvegera şehîdkirina xwe de li navçeya Sêwregê ya Rihayê li ser gora xwe bi merasîmekê hat bibîranîn.
Ji bilî endamên malbatê, gelek nûnerên partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û siyasetmedarên Kurd beşdarî bîranînê bûn.
Bernameya bîranînê ya ku malbata Faîk Bucak mazûvaniya wê kir, li ser gora Bucak bi xwendina Fatiheyê û rêzgirtinê dest pê kir.
Di merasîmê de yek ji hevrêyên Faîk Bucak Şakîr Epozdemîr, behsa xebatên xwe yên siyasî yên bi Bucak re kir.
Epozdemîr her wiha qala pêvajoya wergirtina erka xwe ya Sekreteriya Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê (T-KDP) kir.
Kurê mezin ê Faîk Bucak Serhat Bucak jî bi rêya telefonê beşdarî bernameyê bû û peyamek da.
Di bernameya bîranînê de, neviya Faîk Bucak û Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan û Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel axivîn.
Her wiha Alîkarên Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay û Vahît Aba, Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî û Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel jî li ser jiyan û têkoşîna Faîk Bucak axaftin kirin.
Ji xeynî van, peyamên ku ji aliyê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û gelek siyasetmedar û rewşenbîran ve hatibûn şandin jî di merasîmê de hatin xwendin.
Di çarçoveya bernameyê de helbesteke Faîk Bucak a bi dengê wî bi xwe jî hat guhdarkirin.
Epozdemîr: Faîk Bucak bavê Kurdan bû
Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Şakîr Epozdemîr, bandora Faîk Bucak a li ser civaka Kurd bi pênaseya "Bavê Kurdan" anî zimên.
Epozdemîr tekez kir ku cihê taybetmendiyên serkirdayetiyê yên Bucak di dîroka siyasî ya Kurdan de nayê tijîkirin.
Wî bi mînakeke balkêş a ji rojên peywira xwe ya li Amedê behsa xemgîniya civakî ya piştî suîqestê kir.
Epozdemîr diyar kir, ew Kurdên ku wê demê di dewletê de dixebitîn jî ji ber windakirina Bucak gelekî xemgîn bûn.
Wî da zanîn ku birêvebirê postexaneyan ê wê demê bi Kurdî jê re gotiye "Faîk Bucak bavê Kurdan bû" û hêsir barandine.
Epozdemîr anî zimên ku Bucak fîgurekî efsanewî bû ku hemû beşên civakê digihandin hev.
"Piştî Mele Mistefa Barzanî fîgurê serkirdayetiyê yê herî stratejîk ê Kurdan e"
Epozdemîr bal kişand ser xemsariyên ku piştî suîqestê li nexweşxaneyê qewimîne jî û got ku Bucak di warê tibî de bi qestî bêxwedî hatiye hiştin.
Epozdemîr pirsên wekî "Çima wê şevê kesî li ber deriyê wî nobet negirt, çima bijîşk û rayedaran xwe ji midaxeleya pêwîst dan alî?" pirsîn.
Wî tekez kir ku Faîk Bucak piştî Mele Mistefa Barzanî fîgurê serkirdayetiyê yê herî stratejîk ê di dîroka Kurdan de ye.
Epozdemîr diyar kir ku cihê Bucak heta niha jî nehatiye tijîkirin.
Wî destnîşan kir ku ji bo civakekê girîngiya serkirdeyekî rasteqîn ji her tiştî bilindtir e.
Epozdemîr eşkere kir ku bi çûyîna wî re di siyaseta Kurdan de valahiyeke mezin çêbûye ku heta îro jî tê hîskirin.
Serra Bucak: Eger bijiya dê bibûya beşek ji vê têkoşîna rûmetê
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê tekez kir ku kalikê wê di bîra gelê Kurd de şopeke ku nayê jêbirin hiştiye.
Bucakê qala xemgîniya xwe kir ku wekî neviyekê derfeta wê çênebûye bi şexsî kalikê xwe nas bike û got:
"Me ew nas nekir lê em her tim bi guhdarkirina çîrok, têkoşîn û helbestên wî mezin bûn.
Ew, ji bo malbata xwe ji kalikbûnê wêdetir, yek ji kirdeyên herî girîng ên têkoşîna nasname û hebûna vî gelî bû."
Serra Bucakê diyar kir, qetilkirina Faîk Bucak a beriya 60 salî ji aliyê "hêzên tarî yên dewletê" ve, beşek ji siyaseta sîstematîk a di dîroka Kurdan de ye.
Wê anî zimên ku ev têkoşîn îro li ser milên ciwanên Kurd bilind dibe.
Bucakê got, "Eger kalikê min îro bijiya, tekez dê bibûya beşek û şopînerê vê têkoşîna rûmetê ya ku bi fedakariyên ciwanên Kurd dimeşe.
Ev heqîqeta gelekî ye ku zêdetirî sedsalekê ye li welatê xwe tê sirgûnkirin û tê tunekirin."
Wê bi van gotinan tekez kir ku doz ne tenê bîranînek e û dê rêya ber bi aştiyeke rûmetdar ve bi biryardarî bidome.
Serra Bucakê di dawiya axaftina xwe de di şexsê kalikê xwe Faîk Bucak de, hemû kesên ku ji bo demokrasî, azadî û nasnameya Kurdan canê xwe ji dest daye bi rêzdarî bi bîr anîn.
Wê hêviya paşerojekê kir ku êdî li van xakan ti kes neçar nemîne berdêlan bide.
Abdullah Oncel: Faîk Bucak pêşengê hiqûq û edaletê bû
Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel tekez kir ku Faîk Bucak ne tenê serkirdeyekî siyasî bû, di heman demê de hiqûqnasekî gelekî hêja yê qeydkirî yê Baroya Rihayê bû.
Oncel diyar kir ku Bucak di demên parêzerî û dadwertiya xwe de edalet û mafê mezlûman li ser her tiştî re girtiye û got:
"Her peyva ku ji pênûsa Faîk Bucak herikiye, her doza ku parastiye, îro ji bo me hiqûqnasan di wateya pisûleyekê de ye. Ew dahiyek bû ku hiqûq xistibû xizmeta gel."
Oncel bal kişand ser wê yekê ku tevî 60 sal di ser suîqestê re derbas bûne jî edalet bi temamî pêk nehatiye.
Wî anî zimên ku cînayetên kiryarên wan nediyar, birîna herî mezin a di dîroka hiqûqê ya Tirkiyeyê de ye.
Oncel wiha axivî, "Qetilkirina Bucak, di rastiyê de derbeyek bû ku li lêgerîna edaletê ya gelê Kurd ketibû.
Em wekî Baroya Rihayê biryardar in ku mîrateya wî biparêzin û têkoşîna serweriya hiqûqê bidomînin."
Duzgun Kaplan: Vîzyona wî ya siyasî îro ronî dike
Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan bi bîr xist ku Faîk Bucak di demên herî dijwar ên têkoşîna neteweyî ya Kurdan de berpirsyarî hildaye ser milê xwe û bûye serkirdeyê damezrîner ê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê (T-KDP).
Kaplan diyar kir ku pêşbîniya siyasî ya Bucak û tekezkirina wî ya li ser yekîtiya neteweyî îro jî rojevbûna xwe diparêze û got:
"Bucak, ji bo ku Kurd bi nasname, rûmet û mafên xwe hebin rêyek vekir. Em îro di wê rêyê de dimeşin."
Kaplan ragihan ku sedema xwesteka tesfiyekirina Faîk Bucak, ew ruhê xurt ê yekîtiyê ye ku di nav Kurdan de ava kiriye.
Kaplan ev îfade bi kar anîn, "Hêzên tarî, di şexsê wî de hişyarbûna gelekî kir armanc.
Lê belê ev qerebalixiya ku îro li vê derê kom bûye, delîlê herî mezin ê wê yekê ye ku ramanên Bucak nayên kuştin.
Doza wî, dê di baweriya me ya ji bo paşerojeke federal û azad de bijî."
Bayram Bozyel: Bucak di navbera pêşeroj û paşerojê de pirek e
Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel got, bibîranîna Faîk Bucak bi rêzdariyeke wisa mezin hêj di 60emîn saliya şehadeta wî de jî, nîşana wê yekê ye bê ka wî çawa di dilê gelê xwe de text girtiye.
Bozyel, Bucak wekî "hişekî ronî û dilekî wêrek" pênase kir û got:
"Bucak, nûnerê herî girîng ê li Bakur ê meşa mezin a ku Mele Mistefa Barzanî dabû destpêkirin û pirek bû ku vê têkoşînê digihîne siberojan."
Bozyel diyar kir ku di hemû qonaxên siyaseta Kurdan de, pêdiviya bi serkirdeyên xwedî kûrahiya rewşenbîrî yên mîna Faîk Bucak her roj zêdetir tê fêmkirin û axaftina xwe wiha domand:
"Bi qetilkirina wî me ne tenê serkirdeyek winda kir, me hosteyekî stratejiyê yê ku dê arasteyî paşeroja gelekî bikira jî wenda kir.
Lê belê ew tovên ku wî çandine îro li her çar parçeyên Kurdistanê şîn bûne.
Bîranîna Faîk Bucak dê di meşa azadiyê ya gelê Kurd de her tim wekî meşxelekê pêşiya me ronî bike."
PWK: Faîk Bucak yek ji navên pêşeng ên siyaseta Kurdan bû
Alîkarê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay jî li ser gora wî axivî û diyar kir ku Faîk Bucak yek ji navên herî qedirgiran ên siyaseta Kurd a nûjen e.
Azbay got ku Bucak ne tenê siyasetmedarek e, ew di heman demê de hiqûqnas, helbestvan û yek ji kadroyên pêşeng ên têkoşîna neteweyî ya Kurd e.
Azbay bi bîr xist ku Faîk Bucak di çarçoveya operasyonên piştî derbeya leşkerî ya 1960î de ji bo Kampa Sêwazê hatiye sirgûnkirin û pişt re jî di sala 1966an de di encama suîqestekê de canê xwe ji dest daye.
Azbay di axaftina xwe de anî zimên ku PWK xwe wekî mîratgirê Faîk Bucak û têkoşîna azadiya Kurdistanê dibîne û biryardariya xwe ya ji bo domandina têkoşîna Bucak ducare kir.
Di dawiya merasîmê de kurê Faîk Bucak Sertaç Bucak, bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) yên Kurdî spasiya beşdaran kir.



